Di lêpirsîna Gulistan Doku de daneyên nû derketin holê
Hin daneyên ku dosya Gulistan Doku de derketin holê, nîşan didin ku berevajî îdîaya jin a ciwan neçûye ser pirê. Dane û îfadeyên waliyê demê Tûncay Sonel li hev nakin.

Di lêpirsîna têkildarî xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku daneyên nû ketin rojevê.
Li gorî nûçeya JINNEWSê qeydên stasyona bazê yên hatin lêkolîn nîşan dan ku Gulistan Doku qet neçûye ser pira ku hate îdîakirin, lê xwe kuştiye.
Wekî din xuya dike ku di 18ê çileya 2020î de, Tûncay Sonel karta SIMê ji Gokhan Ertok ku polîsekî berê li Enqereyê bûye re şandiye û peyam ji şîrketek telekomunîkasyonê û çend şîrketên din ji telefona Gulistan re hatine şandin. Daneyên stasyona bazê jî nîşan didin ku ev peyam bi serketî ji telefona Gulistan re hatine şandin.
Ev jî dide xuyakirin ku telefona Gulistan Doku heta saet 6:45ê êvarê di roja windabûnê de vekirî bûye. Rastiya ku karta SIM a Gulistan Doku çalak bû, nîşan dide ku an ew heta wê demê sax bû, an jî yek ji kesên berpirsiyarê windabûna wê karta SIM a Gulistan Doku bi kar aniye.
Dema ku hemû tiştên qewimîne tê nirxandin; ji daneyên stasyona bazê ên ku JINNEWSê bi dest xistine diyar e ku hemû daxuyaniyên Tûncay Sonel ên li ser SIM karta ku wî îdia dikir nayên bîra wî derew derdixe.

