Di lêpirsîna bûyera Gulistan Doku de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
Di lêpirsîna bûyera Gulistan Doku de wezîfedarên karên zanistî yên Nexweşxaneya Dewletê ya Tuncelî Burçîn Yerlîkaya û Yucel Erdem hatin binçavkirin.

Di çarçoveya dosyaya lêpirsîna Xwendekara Refa 2yan a Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê de, der barê 2 kesên din jî biryara binçavkirinê hat dayîn.
Wezîfedarên karên zanistî yên Nexweşxaneya Dewletê ya Tuncelî Burçîn Yerlîkaya û Yucel Erdem jî hatin binçavkirin.
Piştî 6 sal li ser windakirina Gulistan Doku derbas bûn, der barê 15 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. 11 kes hatin girtin, 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.


