Di Kenê Parsek de hilberîna civakî ya xizaniyê û herifîn
Kurteçîroka ‘Kenê Parsek’ tenê herifîna takekesî venabêje. Ew şert û mercên civakî û aborî yên ku vê herifînê amade kirine jî berbiçav dike. Çîroka Hemereş, ji trajediyeke takekesî wêdetir e; ew rexneyek e li ser pergala civakî ya diyarkirî

Kurteçîroka ‘Kenê Parsek’ a Hesen Qizîlcî, xizaniyê ne wekî rewşeke takekesî, wekî encama têkiliyên civakî û aborî dibîne. Çîrok, hem awayê şikestina mirovekî ya di nav birçîbûn, xizanî û marjînalîzekirinê de berbiçav dike, hem jî tişta ku vê pêvajoyê diyar dike dide der.
Çîrok, guherîna mirov ji serpêhatiyeke jiyanê wêdetir, di çarçoveyeke civakî ya taybet de şîrove dike. Meseleya ku ji taqetketina Hemereş a ji kar û xebatê dest pê dike, her diçe bi bêqîmetbûn, vederkirin û di çarçoveyeke teng de asêkirina nasnameyê bi pêş ve diçe. Bi vî awayî, giraniya wî ya di çîrokê de gav bi gav diheşife. Ev rewş, tenê ne paşveçûyîneke takekesî, di heman demê de wekî marjînalîzekirina takekesekî ku cihê xwe yê di nav têkiliyên hilberînê de wenda dike, dikare bê şîrovekirin.
Wendahî û herifîn
Her ku çîrok bi pêş ve diçe, jiyana Hemereş berteng dibe. Ew hem ji hêla madî û hem jî ji hêla derûnî ve diherife. Dema ku li erdê xêzên bêmane xêz dike, hişê wî li derekî din e. Ev tevlihevî ne qelsiyek e, di esasê xwe de nîşan û şopên wendahiyên wî ne. Hişkesalî çêdibe, tiştek bi dest nakeve. Deyn nayên dayîn, sewalên wî tên desteserkirin. Piştre kurê wî dimire û li pey wî, hevjîna wî. Çiyê wî hebe, hema bêje yek bi yek ji dest diçin. Ev wendahî, bi zelalî aşkera dikin ka şert û mercên madî çawa jiyana mirovan diyar dikin.
Jiyaneke li derî kedê
Hemereşê ku êdî nikare li gund deyax bike, berê xwe dide Helebçeyê. Tevahiya rojê li kar digere, lê kes kar û barekî nade wî. Ji lew re êdî taqet tê de nemaye. Laşê wî êdî nikare kedê hilberîne. Di vî warî de, Hemereş ne tenê bêkar dimîne, di heman demê de dibe kirdeyekî li derveyî ‘bazara kedê’. Lê dîsa jî, ew xwe wekî ‘parsek’ nabîne. Ew bi berdewamî li kar digere. Ev israra wî, tenê ne lêgerîna debara jiyanê ye, hewldaneke parastina nasnameyê ya li ser esasê kedê ye. Lêbelê, her ku birçîbûn zêde dibe, ev taqet dişikê û axirê ji bêgavî parsê dike.
Bi şev li hêtûneke hemamê dimîne. Ev der, stargeheke demkî ye, ji bo bikaribe xwe li jiyanê bigire. Tenê hêviya wî ew e ku vê zivistanê ji ser xwe bavêje û dîsa vegere gundê xwe. Lê rojekê tofan radibe, nikare derkeve derve û birçî dimîne. Wekî çareya dawî, ew diçe ber deriyê koşkeke mezin.
Ev dîmen, yek ji kêliyên herî tîr ên teorîk a çîrokê ye. Dudiliya wî ya li hember mezinahiya koşkê, şerma wî ya ku fedî dike bi destên xwe yên qirêj li derî bixe, ne tenê hesteke takekesî ye, ji aliyê mirov ve pejirandina hiyerarşiya civakî û ciyawaziya çînî ye jî.
Lêdana li derî ne tenê daxwazek ji bo alîkariyê ye, hewldanek e ji bo derbaskirina sînorê di navbera du cîhanên civakî yên cuda de. Lêbelê, ev derbasbûn ne gengaz e. Dema derî vedibe û tişta ku pê rû bi rû dimîne ne alîkarî, demxekirin bixwe ye. Jê re ‘parsek’ tê gotin. Ev binavkirin, di warê civakî de tê wateya ji nû ve pênasekirina takekes û asêkirina wî ya di nasnameyekê de.
Pêvajoya nedîbarbûnê
Li hember van kiryaran hewldana peydakirina karekî ya Hemereşê ku di temenê xwe de mêrê jiyanê bû û ew guzên ku wî badidan ti paleyekî nikaribû bike, berxwedaneke li dijî vê pênaseyê ye. Lêbelê, ev gotin û hewldan bêbersiv dimînin. Ji ber ku ew êdî ne kirdeyek e ku bi keda xwe bê pênasekirin, ew ji ber xizaniya xwe veguheriye objeyekê. Ev dîmen, bi zelalî pêvajoyên demxekirina civakî, nedîbarî û reşkirina kirdeyê aşkere dike.
Çîrok, di vî warî de, ji vegotineke takekesî wêdetir diçe. Wêraniya bi serê Hemereş de hatiye, bes bi sedemên takekesî nayên ravekirin. Ev pêvajo, encama payêkirina çavkaniyên newekhev, qelsiya hevgirtina civakî û avaniyên aborî yên marjînalîzekirinê ne. Her çend hişkesalî û serma bi bandor bin jî, lê ev şert û mercên avanîsaziyê faktorên sereke yên diyarker in.
Di vî warî de, gotina ‘Lawo ez parsekiyê û xwazokiyê nakim, ez doza kar dikim’ a Hemereş, xwedî wateyeke taybet e. Ev gotin, ne tenê îfadeya hewcedariyê ye, helwestek e ku nirxa kedê diparêze û ne xêrxwaziyê, doza mafê xwe dike. Lêbelê, pergal bi dûrxistina kesên ku nikarin hêza xwe ya kedê bi kar bînin, her diçe wan kesan nedîbar dike. Bi vî awayî, Hemereş ne tenê xizan dibe, di heman demê de ji hêla civakî ve jî tê reşkirin.
Newekheviya şûnwarî
Şûnwarên di çîrokê de jî vê newekheviyê didin der. Kuçe û kolan, hemam û stargehên demkî, têkoşîna ji bo jiyanê temsîl dikin; koşk jî aramiya pergela serdest sembolîze dike. Dijraberiya di navbera germahiya hundir û pergalê û birçîbûn û sermaya derve de, ciyawaziya çînî diyar dike. Veguhastina di navbera van her du cîhanan de hema bêje ne mimkûn e.
Kenê Parsek tenê herifîna takekesî venabêje. Ew şert û mercên civakî û aborî yên ku vê herifînê amade kirine jî berbiçav dike. Çîroka Hemereş, ji trajediyeke takekesî wêdetir e; ew rexneyek li ser pergala civakî ya diyarkirî ye. Di vî warî de, çîrok tenê di hêla hestyarî de bandorê li xwendevên nake, di heman demê de wan teşwîq dike ku pergala civakî bidin ber lêpirsînê.
Hesen Qizilcî
Nivîskarê pirtûka ‘Pêkenînî Geda (Kenê Parsek) Hesen Qizîlcî, di sala 1914an de li gundekî di navbera Bokan û Mahabadê de ji dayik dibe. Qizilcî, di malbateke xwende de mezin dibe û perwerdeya xwe ya destpêkê li cem apanên xwe werdigire. Farsî û erebî hîn dibe, lê li medreseyê naxwîne. Piştî damezrandina PDKê (Partiya Demokrat a Kurdistanê), dibe endamê partiyê. Bi îlankirina Komara Kurdistanê (Mahabad) di sala 1946an de, beşdarî çalakiyên weşangerî yên kovar û rojnameyên cur bi cur dibe. Di vê serdemê de, Qizilcî dibe sernivîserê kovara Helale ku bi taybetî ji bo keçan dihat weşandin û ji bo rojnameya Kurdistanê gotaran dinivîse.
Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê, diçe Başûr û ji bo wî heyameke dirêj a sirgûniyê dest pê dike. Sirgûn, ji bo wî, ne tenê dûrketineke şûnwarî ye, di heman demê de dibe heyama kûrbûna cîhana wî ya ronakbîrî. Piştî Şoreşa Îranê ya 1979an ew vedigere welêt. Di vê demê de, tev lî Partiya Tudehê dibe û dibe yek ji berpirsên rojnameya Nameyê Mardom. Lêbelê, ji ber xebatên xwe yên siyasî, ew di sala 1984an de tê girtin û piştî vê ti xeber jê nayên wergirtin. Ev wendabûn, jiyana wî dike semboleke xurt a zilm, bêdengî û nediyariya ku ronakbîrên kurd pê re rû bi rû dimînin.


