Dewleta Îranê 2 girtiyên siyasî bidarve kir

Dewleta Îranê ragihand ku du girtiyên siyasî bidarve kiriye.

1 deqe xwendin
Dewleta Îranê 2 girtiyên siyasî bidarve kir

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ragihand ku li Girtîgeha Qizilhêsarê ya Kerecê du girtiyên siyasî hatine bidarvekirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê, cezayê bidarvekirinê yê Akbar Daneshvarkar (60) ê ji Tehranê û Seyyed Mohammad Taghavî (59) ê ji Amollê, li Girtîgeha Qizilhêsarê ya Kerecê bi dizî hatine bidarvekirin.

Ev her du girtiyên siyasetmedarên ku di sala 2023’yan de hatibûn girtin, bi îdiaya "serhildanê" ya bi rêya endamtiya Rêxistina Mucahîdên Gel, cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn. Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê, bi îdîayên wekî "beşdariya di çalakiyên terorî de", "hilberîna madeyên teqîner", "avakirina komên neqanûnî" hatibûn sûcdarkirin.

Di heman dozê de 4 kesên din jî girtî ne

Di heman dosyaya ku Daneshvarkar û Taghavî tê de hatine bidarvekirin de, 4 girtiyên siyasî yên bi navê Poya Ghobadî Bistunî, Vahîd Banî-Amariyan, Babak Alîpour û Seyyed Abolhassan Montazer jî hene. Rêxistinên mafên mirovan ên wekî HENGAW û DADBAN’ê dan zanîn ku metirsiya bidarvekirinê li ser van 4 girtiyan jî heye û ji bo vê yekê banga hestiyariyê kirin.