‘Dewlet statuya kurdan naxwaze’

Endamê Sekreteryaya Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş derbarê nêzîkatiya hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî meseleya kurdî û operasyona CHPê nirxandin kir û got: “Operasyona li dijî CHPê dê bandoreke neyînî li pêvajoyê bike. Hikûmet dixwaze pêvajoyê dirêj bike. Naxwaze kurd bibin xwedî statu.”

1 deqe xwendin
‘Dewlet statuya kurdan naxwaze’

Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê biryara teqez da. Piştî biryarê Kemal Kiliçdaroglu tayînî şûna serokê CHPê Ozgur Ozel kirin. Ev biryar wekî midaxaleya qeyûm hat şîrovekrin. Wekî darbeya li dijî demokrasiyê hat nîqaşkirin. 

Sekreteryaya Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk Hasan Ozguneş li ser bandora operasyona li dijî CHPê ya li ser pêvajoyê rawestiya û wiha got:Bêguman operasyona li dijî CHPê pêk tê, dê rewşa wan xerab bike. Dibe di demên pêş de nakokiyên wan zêdetir bike. Îhtimala ku CHP parçe bibe jî heye.  Ev darbe dê hêza wan jî kêm bike. Ji niha de diyar dibe. Ev operasyon dê bandoreke çawa li ser çareseriya pirsgirêka kurdî û demokratîkbûna Tirkiyeyê bike? Ev partî ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin û dîrokeke wê ya dûr û dirêj  heye. Ev partî ber bi desthilatdariyê ve diçe. Her çiqas em rexneyên xwe li CHPê bikin jî, CHP ji bo parastina laisîzmê, demokratîkkirina Tirkiyeyê û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî xwediyê rolek e. Partiya herî mezin a li dijî hikûmetê ye. Dikare partiyên din jî li dora xwe kom bike û xwe bigihîne desthilatdariyê. Eger CHP lawaz bibe, dê hêza alternatîf jî lawaz bibe û dê AKP desthilatdariya xwe bidomîne. Ji ber vê yekê dibe ku pêvajo jî derbê bixwe. Negihîje armanca xwe. Eger pirsgirêka kurdî çareser nebe, dê Tirkiye demokratîk nebe. Eger Tirkiye demokratîk nebe jî dê pirsgirêka kurdî jî çareser nebe. Ev bi hev ve girêdayî ne. Ev darbeya bi destê darazê li dijî CHPê pêk hat, dê bandoreke neyînî li pêvajoyê bike.”  

Di vê pêvajoya ku her kes li bendê ye Tirkiye di aliyê hiqûqî û zagonî de gavan biavêje li dijî CHPê operasyonek bi vî rengî pêk hat. Hasan Ozguneş li ser armanca vê operasyonê jî ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan û hikûmeta AKP-MHPê nêzî salek û nîv e pêvajoyek daye destpêkirin. Birêz Ocalan di hemû perspektîfên xwe de qala şerê sêyemîn ê cîhanî dike. Balê dikişîne ser talûkeya li ser gelan. Bi taybet balê dikişîne ser talûkeya li ser Tirkiyeyê. Dibêje ku ger Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka navxwe çareser neke, dê pêlên şerê sêyemîn ê cîhanê yên li welatên derdorê, xwe bigihîne Tirkiyeyê jî. Ev dê bi xwe re qeyranên gelek mezin jî bîne. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan rêya çareseriyê jî nîşan dide. Rêya çareseriyê projeya Aştî û Civaka Demokratîk e. Dixwaze Tirkiyeyeke demokratîk bê avakirin û pirsgirêka kurdî bê çareserkirin. Ew dixwaze zagon û qanûnên dijdemokratîk bên guhertin. Dixwaze Tirkiye ji nû ve li gorî pîvanên demokrasiyê xwe ava bike. Wekî Ewropayê çawa ku konfederaralîzm di nav xwe de ava kir, çawa ku demokrasî û hiqûq di nav xwe de bi pêş xistin û hemû gelên li wir bi bawerî û nasnameyên xwe dijîn û xwe îfade dikin û bi awayekî xweser xwe bi rê ve dibin, Rojhilata Navîn jî dikare bi pêşengiya kurd û tirkan deriyekî nû vebike. Ev şans heye. Ev rejîmên statukoparêz ên li Rojhilata Navîn têne guhertin. Gelê van welatan li şûna van rejîman dikarin pergaleke demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê birêz Ocalan perspektîfeke berfireh datîne pêşiya Tirkiyeyê.”  

Di hezîranê de wextê ku Konseya Ewropayê ya ji bo Mafê Hêviyê daye Tirkiye bi dawî dibe. Hasan Ozguneş li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî Mafê Hêviyê jî rawestiya û wiha got: “Dadgeha Mafên Mirovan û Konseya Ewropayê ji bo Mafê Hêviyê gelek caran biryar derxistin. Di serê meha hezîranê dem bi dawî dibe. Konseya Ewropayê biryar danî pêşiya Tirkiyeyê ku Mafê Hêviyê wekî qanûn qebûl bike û li gorî wê gavan biavêje. Xwest ku li gorî wê birêz Ocalan û ên di rewşa wî de ji zindanê derxin. Dema ku vê pêvajoyê dest pê kir, Bahçelî got; ‘’Bila birêz Ocalan bê li meclisê biaxive û partiya xwe fesix bike. Bila mafê wî yê hêviyê jî bê misogerkirin. Pirsgirêka kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin.’’ Ev gotina wan a esasî bû. Lê piştre meseleya guhertina rejîma Îranê derket holê. Tirkiye dibêje dê rejîma Îranê nekeve û Amerîka dê bi Îranê re li ser masê rûne. Dibêje dê kurd li Îranê nebin xwedî statu. Dîsa deswerdana Tirkiyeyê bi destê Colanî li ser Rojava didome. Hêj li Sûriyeyê zagon nehatine sazkirin û hin pirsgirêk di navbera Colanî û  kurdan de didomin. Tirkiye li pey lawazkirina mafê kurdan e. Ji bo ku rejîma Îranê hilneweşe destekê dide Îranê ku kurd li Tirkiyeyê jî nebin xwedî statu. Em ê xwe wekî aliyê çareseriyê nîşan bidin. Lê di pratîkê de gavan neavêjin û demê dirêj dikin. Dixwazin bi vê yekê di navbera gel û partiyê de lawaziyê çêbikin. Dixwaze parçe bike. Bê encam bihêle.”  

Hasan Ozguneş li ser avêtina gavên demokratîk jî rawestiya û wiha pêde çû: “Her kes li bendê bû ku hikûmeta AKP û dewlet hem pirsgirêka kurdî çareser bike û hem jî Tirkiyeyê demokratîk bike. Lê êrişî CHPê kir. Bi destwerdana saziyên darazê teşeyekî nû dan CHPê. Hikûmeta AKPê bi rejîma olîgarşîk û yekzilamî ava kiriye naxwaze bê guhertin. Dixwaze heta dikaribe desthilatdariya xwe bidomîne. Ji ber ku gelek nelirêtî, gendelî û bêhiqûqî kirine. Di hiqûqê de pirsgirêkên mezin hene. Dibêjin partiya herî mezin a mixalif û dijber CHP ye. AKP dibêje ku wisa biçe dê mixalefet bibe desthilatdar û hesab ji me bipirse. Naxwaze hesab ji wan bê pirsîn û dev ji desthilatdariyê berdin. CHP ji bo destûra bingehîn biguhere, hin gotinan dike. Herî dawî Ozgur Ozel gotibû ‘divê ne tenê bi kurdên li Tirkiyeyê re em bibin dost. Divê em bi kurdên çar aliyê Kurdistanê re dostaniyê bikin.’ Ji ber vê yekê hikûmet naxwaze CHP di demokratîkbûna Tirkiyeyê de rola xwe bilîze. Naxwaze rola çareseriya pirsgirêka kurdî bidin CHPê. Ji ber vê yekê dixwazin hêza CHPê parçe bikin û wê lawaz bikin.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah talûkeyên li pêş Tirkiyeyê destnîşan dike û nexşerêyên çareseriyê jî datîne pêş hikûmet û dewletê. Lê di aliyê qanûnî û hiqûqî de Tirkiye gavan navêje. Hasan Ozguneş li ser vê helwesta hikûmetê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Di heman demê de li Rojhiata Navîn bi pêşkêşvaniya Îsraîl û Amerîkayê dixwaze ‘Projeya Mezin a Rojhilata Navîn’ ava bikin. Dixwazin dewlemendiyên sererd û binerdê têxin xizmeta xwe û pergalên wan li gorî xwe biguherînin. Polîtîkayên van dewletan li gorî xwe ava bikin. Ev guherînên li herêmê Tirkiye dixe nav tirsê. Ji ber ku çar dewletên desthilatdar ên li ser axa Kurdistanê desthilatiyê dikin 3 dewlet li hemberî vê çerxê parçe dibin. Pergala Iraq û Sûriyeyê hat guhertin û kurdan li van dewletan heta astekê statuya xwe diyar kiriye û rewşa wekî berê nemaye. Tirkiye dibêje niha li Îranê jî şer heye û Îran ber bi hilweşînê ve diçe. Dibêje gelo kurd li wir jî dê statuya xwe bi dest bixin? Dîsa Tirkiye dizane li ser Qibris, bahra Egeyê pirsgirêkên kûr hene.  Tirkiye dizane ku çawa dewletên din ketin ber çerxa şerê sêyemîn ê cîhanê, dê ev şer bandora neyînî li wê jî bike. Tirsike mezin li ser tirkiyeyê heye. Serokê meclisê Nûman Kurtulmiş got ku ‘ger em meseleya kurdî çareser nekin, dê wekî Sûriye û Iraqê li me bê’. Dewlet  Bahçelî jî got, ‘dema mudaxaleyî Îranê kirin, divê hûn bizanibin çima em vê pêvajoyê didin destpêkirin’.  Tirsa Tirkiyeyê ew bû ku Îran zû bikeve û kurd bibin xwedî statu.  Ji ber şerê li Îranê dirêj bû, Tirkiyeyê heta niha ti gav neavêtine û li heviya demê dihêle.  Naxwazin ku kurd bibin xwedî statu û kurd encamên baş bi dest bixin. Ji ber vê yekê pêvajoyê dirêj dikin û gavan naavêjin.  Daxuyaniya dawî ya Dewlet Bahçelî û Mehmet Uçum ên dawîn mirovan dixin nav fikaran. Xuya ye ku dixwazin hinekî din pêvajoyê dirêj bikin.” 

Hasan Ozguneş herî dawî bi bîr xist ku dewleta tirk ji serkftina gelê kurd ditirse û got: “Sed sal in ev pirsgirêk heye. Hem dewleteke yekzilamî ye û hem di salên dawî de ji aliyê AKP û MHPê ve gelek gavên li dijî qanûnan hatine avêtin. Hinek jî tirsa rayedarên dewletê ji vê yekê ye. Heke Tirkiye demokratîk bibe, dibêjin dê hesab ji wan bê pirsîn. Dîsa dê kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî statu. Ev dewlet û hikûmetê ditirsîne.”