Deriyê sînor ê Rebîa vekirin

Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê piştî xebatên sererastkirinê, deriyê sînor ê Rebîa yê di navbera Iraq û Sûriyeyê de vekir.

1 deqe xwendin
Deriyê sînor ê Rebîa vekirin

Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê diyar kir ku piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, deriyê sînor ê Rebîa yê bi Sûriyeyê re dîsa vekirin. Rêveberê Desteya Giştî ya Gumrikê ya Iraqê Samir Dawud agahî dan Ajansa Nûçeyan a Iraqê û diyar kir ku xebatên sererastkirinê bi temamî bi dawî bûn û êdî xebatkarên gumrikê û Desteya Deriyên Sînorî û daîreyên girêdayî wê amade ne dest bi kar bikin.

Samîr Dawud anî ziman ku deriyê Rebîayê di aliyê aborî, siyasî û ewlehî de xwedî girîngiyeke mezin e û destnîşan kir ku derî dê ji bo veguhastina kel û pelan û hinardekirina petrolê were bikaranîn û tevgera aborî û bazirganiyê geş bike.