Dengê nemir ê bîr û şîfayê: Mihemed Arif Cizîrî

Dema em behsa Mihemed Arif Cizîrî dikin, divê wî tenê wek hunermendekî kevn nenirxînin. Ew ji bo derûniya kurdan hê jî xwedî wateyeke saxker e. Ji aliyê derûnnasî û psîkiyatriyê ve, civakên ku bi şer, koçberî, qedexekirin û windabûnê re rû bi rû mane, di hundirê xwe de trawmayên hevpar hildigirin.

1 deqe xwendin
Dengê nemir ê bîr û şîfayê: Mihemed Arif Cizîrî

Mihemed Arif Cizîrî, an jî bi navê gelêrî Mihemed Arif Cizrawî, yek ji wan dengên mezin e ku ne tenê di dîroka hunera kurdî de, lê di bîra civakî û derûniya gelê kurd de jî cihê xwe girtiye. Ew dengbêjekî asayî nebû; ew parêzvanê gotina kurdî, şahidê demên reş, wergêrê êşên gel û avakarê pirekê di navbera nifşên borî û nifşên îroyîn de bû.

Di havîna sala 1912an de li Cizîra Botanê, taxa Mîr Elî, ji dayik bû. Zarokatiya wî ne di nav aramiyeke bêxem de derbas bû. Cizîr di wê demê de şahidê guherînên mezin ên dîrokî bû: lawazbûna Împaratoriya Osmanî, şerê cîhanê yê yekemîn, xizanî, koçberî, qirkirin, tirs û belengazî. Wek gelek zarokên Cizîrê, Mihemed Arif jî di zarokatiya xwe de guhdariya çîrokên derbarê êş û qirkirina ermenan, şer û kuştinê dikir. Ev bûyerên tarî di hişê zarokekî de pirsên giran çêdikin: ‘Ev hemû ji bo çi ye? Çima mirov bi mirov re wiha dike? Heta kengî dê ev êş bidome?’

Ev pirs ne tenê pirsên zarokatiyê bûn; ew di jiyana wî ya hunerî de jî bûn bingeha hest û stranên wî. Şer, xela, belengazî û binpêkirina mirovahiyê bandoreke kûr li ser dil û hişê wî kir. Her wiha windabûna bavê wî di şerê cîhanê de, wek birîneke herdemî di jiyana wî de ma. Bavê wî, wek sedan xort û mêrxasên Cizîrê, ji bo şer hat şandin û careke din venegeriya. Ev windabûn di ruhê Mihemed Arif de bû deng û ew deng piştre di stranên wî de veguherî şîn, hesret û qîmeta jiyanê.

Di sala 1925an de, piştî serhildana Şêx Seîd, Mihemed Arif Cizîrî wek gelek kurdên din rastî zextên dewletê hat. Ji sala 1925an heta 1929an li zindana Amedê ma. Zindan ji bo wî tenê cihê cezakirinê nebû; ew bû dibistaneke êş, hişyarî û welatparêziyê. Li wir bi çavên xwe dît ku çawa seyda, heval û mirovên wî yek bi yek bêdeng dibin qurban. Ji wê demê ve nêrîna wî li jiyanê guherî. Ew êdî dinyayê bi çavên kesekî ku qîmeta azadî, ziman û mirovahiyê nas kiriye, dibîne.

Piştî derketina ji zindanê, çend mehan li kolanên Cizîrê avkêşiyê dike. Di heman demê de dest bi stranbêjiyê dike. Stranên wî di destpêkê de ne tenê pesin û meth bûne; ew di heman demê de derxistina qencî û xirabiyê, mêrxasî û sîtemê, dilovanî û bêdadiyê bûne. Ew li ser kesên wek Emê Gozê, Xelîlê Xazî, Salihê Norî, Babê Norî, Nadir Beg û gelek mêrxasên din stran gotine. Bi vê yekê, wî stran kirine arşîva bîra gel.

Cizîra Botanê di dîroka dengbêjiyê de xwedî cihekî taybet e. Dibêjin rojekê Mîrê Botanê gotiye: ‘’Kesê ku li Cizîrê bijî û stranekê nezanibe yan qesîdeyekê nexwîne, bila li Cizîrê nemîne.’’ Di nav vê atmosferê de Mihemed Arif mezin bûye. Dayika wî Edla, li Cizîrê dengbêjeke navdar bûye. Bi rastî, mamosteya yekemî a Mihemed Arif dayika wî ye. Ew di şahî û dawetan de, di mewlûd û medîheyan de, di hec, sinet û xitimên Quranê de, bi dayika xwe re diçe û hunera deng, awaz û gotinê hîn dibû. Di nav civaka kurd de rola dayikan di parastina ziman û stranê de gelek girîng e; Edla jî yek ji wan dayikên e ku dîrok bi dengê xwe ragihandine.

Mihemed Arif piştre berê xwe dide Duhokê. Li wir dikanek vedike; bi roj nan difroşe, bi şev jî bi heval û mirovên belengaz re rûndinê û stranan dibêje. Ev jiyan, ku di nav ked, xizanî û hunerê de derbas dibû, wî zêdetir nêzîkî gel dike. Piştî leşkeriyê, wek sinetçî li gundan digere. Ev kar ji bo wî bû derfeteke mezin: ew bi rêncber, koçer, feqîr, dayik, bav, zarok û dengê rast ê gel re rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê stranên wî ne ji qesrên dûr tên; ew rasterast ji nav jiyana gel tên.

Di sala 1949an de xwe gihand Radyoya Kurdî ya Bexdayê. Ev gav navê wî zêdetir belav kir. Stranên wek ‘Xezal’, ‘Xirabû’, ‘Bavê Seyro’, ‘Gulê Mehrûmê’, ‘Bêrîvanê’, ‘Çiyayê Kurdistanê’, ‘Diyarbekir’ û gelek stranên din ketin nav malên kurdan. Wî hunermendên mezin ên wê demê jî nas kirin: Elî Merdan, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û gelekên din. Bi rêya radyoyê dengê wî ji Duhok û Cizîrê derbasî hemû Kurdistanê bû.

Di derûniya kurdan dengê wî

Îro, dema em behsa Mihemed Arif Cizîrî dikin, divê wî tenê wek hunermendekî kevn nenirxînin. Ew ji bo derûniya kurdan hê jî xwedî wateyeke saxker e. Ji aliyê derûnnasî û psîkiyatriyê ve, civakên ku bi şer, koçberî, qedexekirin û windabûnê re rû bi rû mane, di hundirê xwe de trawmayên hevpar hildigirin. Ev trawma carinan bi bêdengî, tenêtî, hesta bêkokbûnê û xerîbiyê xwe nîşan dide.

Dengê Cizîrî di van kêliyan de wek nefesekê tê. Ew ji guhdar re dibêje: ‘Tu ne tenê yî. Êşa te êşa gelê te ye. Zimanê te heye. Bîra te heye. Dengê te heye.’ Ev peyam ji bo mirovekî ku di nav modernbûn, koçberî, qelsbûna ziman û asîmîlasyonê de xwe winda hîs dike, gelek girîng e.

Stranên wî hestan radixin holê. Mirov carinan bi dengê wî xemgîn dibe, lê ev xemgînî şikestin nîn e; ew xemgîniyek saxker e. Ji ber ku hestên veşartî dema bi deng û awazê tên derxistin, mirov sivik dibe. Cizîrî êşê dike stran, hesretê dike awaz, evînê dike bîranîn û tenêtiyê dike hevparî. Ji ber vê yekê guhdarîkirina li wî, ji bo gelek kurdan, wek vegera li mala hundirîn e.

Her ku bîna mirov teng dibe, her ku mirov xwe di nav valahî û tenêtiyê de dibîne, dengê wî dikare mirovî ji wê qefesa hundirîn derxe. Bi dengê wî re mirov li gelî û zozanên Kurdistanê digere, bi dayik û bavên xwe re diaxive, dengê nifşên borî dibihîze û careke din hîs dike ku xwedî kok e.

Ji klamên Mihemed Arif Cizîrî

Li min lo lo, li min lo lo, 

li min lo lo li min lo lo Bavê Seyro... 

Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê

Kum û kolozê xwe xwar kiriye 

Pala xwe daye cencerê 

Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim

Heta li ser sînga min karê, karxezalê 

Bibe zîqîna vê xincerê...

Ev çend rêzik jî nîşan didin ku dengê wî çawa hem evîn, hem şîn, hem dilsozî û hem jî wêrekiya hestan di nav xwe de digire. Di klamên wî de mirov tenê peyvan nabihîze; mirov jan, hesret, sekin û xweşikiya zimanê kurdî dibihîze.

Mihemed Arif Cizîrî di 17 kanûna 1986an de li Duhokê koça dawî kir û li goristana Şaxkê hat veşartin. Lê dengê wî nehat veşartin. Ew hê jî di nav malên kurdan de, di rêyan de, di bîranînan de û di dilan de dijî.

Ji ber vê yekê divê kurd îro jî li wî guhdarî bikin. Ne tenê ji bo nostaljiyê, lê ji bo ku xwe bi bîr bînin. Ji bo ku zimanê xwe di dilê xwe de zindî bikin. Ji bo ku êşên xwe bi rûmet bibînin, ne bi şikestinê. Ji bo ku tenêtiya xwe bi dengê hevpar parçe bikin. Mihemed Arif Cizîrî ne tenê dengbêjê boriyê ye; ew hevalê ruhê kurdan e.

Gora te bihuşt be, hozanê gel. Dengê te hê jî bêhna me fireh dike.