‘Dema Gulistan hat kuştin ez di wesayîtê de bûm’

Aygul Doku, da zanîn ku agahiyên nû yên der heqê xwişka xwe de ji hevalê Mûstafa Turkay Sonel ê bi navê Umut Altaş û malbata wî hîn bûye û got: “Umut, dibêje ku dema Gulistan hat kuştin di wesayîte de bû.”

1 deqe xwendin
‘Dema Gulistan hat kuştin ez di wesayîtê de bûm’

Xwendekara pola 2emîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku (21), di 5ê çileya 2020ê de hat windakirin û ji wê rojê heta niha der barê wê de tu agahî tunebûn. Di 13ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulistan Doku de 13 kes hatin binçavkirin. Karûbarê îfadegirtinê yê van 13 kesan ê li cendirmeyê didome. Malbata Gulistan Doku jî li pêşiya Edliyeya Dêrsimê ye û têkildarî geşedanên di dosyayê de daxuyanî da. Endamên malbatê û parêzerê wan Alî Çîmen tev li daxuyaniyê bûn. 

Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku têkildarî bûyerê agahiyên nû parve kir. Aygul Doku, diyar kir ku agahiyên têkildarî dosyayê ji hêla hevalê kurê waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ê bi navê Mûstafa Turkay Sonel Umut Altaş û malbata wî ve hatine dayin. Aygul Doku got: “Umut Altaş 2-3 caran li min geriya û xwest hin tiştan bibêje lê cesaret nekir. Piştre çûye nîşeyek daniye Baroya Dêrsimê û gotiye ‘Yê ku Gulistan kuşt kurê waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ê bi navê Mûstafa Turkay Sonel e.’ Dozgerê demê zêde bi wê nîşeyê re eleqedar nabe. Piştre em çûn me bi malbatê re hevdîtin kir. Hêj em rûneniştibûn ku ji me re gotin ‘Xwedê rehma xwe lê bike.’ Em li wir ketin nav gumanê. Ji ber ku heta niha tu kesekî tiştekî wiha ji me re negotibû. Em ji wan pirsa ‘Hûn çima tiştekî wiha ji me re dibêjin?’ kir. Em hinek ser wan de çûn û dayikê got; ‘Tenê sûcekî kurê min heye; ew jî hevaltiya wî ya bi kurê walî re ye. Me gelek caran kurê xwe hişyar kir û me got ev ne kesekî baş e. Lê kurê min bi wî re bû heval û serê xwe şewitand.’” 

Aygul Doku, da zanîn ku Umut Altaş reviyaye Amerîkayê û wiha pê de çû: “Me ji dayik û bavê wî re got; ‘Kurê we reviyaye Amerîkayê. Wê demê kurê we Gulistan kuştiye.’ Ev yek bi awayekî teqez red kirin. Piştre jî hejmara Umut dan min. Ez jî lê geriyam. Umut Altaş, got ku dema ev bûyer qewimî 18 salî bû. Nekariye vê bûyerê ragire û nîşeyek daniye baroyê. Hewldaye xwe bigihîne min. Tuncay Sonel jî ew tavilê şandiye Amerîkayê. Umut, got; ‘Min nekarî bikim lê ez ê ji bo te bibim alîkar, 2-3 rojan dem bide min.’ Umut dê bi min re biaxiviya. Lê Umut bi hewldana malbata xwe û kesên li vir hat bêdengkirin. Piştre jî me nekarî xwe bigihînin Umut. Umut, dibêje ku dema Gulistan hatiye kuştin di wesayîtê de bûye. Heke Umut kujer bûya ji min re nedigot dê bibe alîkar. Heke îro ne ji Umut bûya, min navê kurê Tuncay Sonel nedizanî.” 

Aygul Doku da zanîn ku beriya were kuştin xefik li ber xwişka wê hatiye danîn û xwest Tuncay Sonel tavilê ji peywirê were girtin û were darizandin.