Dayikên Aştiyê ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ bang kirin

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê banga tevlibûna “Mitînga Azadiyê” ya ku dê li Stenbolê pêk bê kir û gotin: “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê li qadan bin.”

1 deqe xwendin
Dayikên Aştiyê ji bo tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ bang kirin

Dê di 27ê Hezîranê de li Wan û Mersînê, di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Mitînga Azadiyê” bên lidarxistin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo banga tevlibûna “Mitînga Azadiyê” bike li avahiya civîna çapemeniyê li dar xist.

‘Ev mitîng mitînga hebûna gelê Kurd e’

Ewilî endama Înîsiyatîfê Sûltan Bozkûrt axivî. Sûltan Bozkûrt diyar kir ku ew banga beşdariya ‘Mitînga Azadiyê’ dikin û got: “Ev mitîng mitînga hebûna gelê Kurd e. Em tev bi hev re ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd li Qada Baxcilarê bin.”

Gazî hemû gelan kir

Dayika Aştiyê Zeynep Calihan jî deatnîşan kir ku ew gazî tevahiya gelan dikin ku bên Qada Baxcilarê û tev li mitîngê bibin. Zeynep Calihan bal kişand ser armanca mitîngê û wiha got: “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê li qadan bin.”