Dayika Aştiyê Rewşan Doner qeza derbas kir û bi giranî birîndar bû

Dayika Aştiyê Rewşan Doner li Stenbolê qezaya trafîkê derbas kir. Rewşa Rewşan Donerê giran e.

1 deqe xwendin
Dayika Aştiyê Rewşan Doner qeza derbas kir û bi giranî birîndar bû

Li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê wesayîtekê li Dayika Aştiyê Rewşan Doner qelibî. Rewşan Doner bi giranî birîndar bû. Kesê ku wesayît diajot, piştî qezayê ji cihê bûyerê reviya.

Welatiyên li derdorê, mudaxileya ewil li cihê bûyerê kirin. Bi bangkirinê re tîmên tenduristiyê hatin li cihê bûyerê û Rewşan Donerê bi ambulansê rakirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê. Li gorî agahiyan rewşa Dayika Aştiyê Rewşan Donerê giran e.