Ciwan dê ji bo Rojîn Kabaîşê tûrnûvayê li dar bixin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê, dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixe. Ciwanan xwest ku heta 1ê Hezîranê ciwan ji bo turnuvayê serî li rêxistinên wan bidin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Parti) ya Amedê, bi dirûşma “Ciwanên ku li dijî şerê taybet dibin komun li qadan e” dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixin. Ciwanan, der barê tûrnûvayê de li Qada Werzişê ya Taxa Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ku pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” vekirin, gelek ciwan amade bûn.
Endama Meclîsa Ciwanan Leyla Firatê daxuyanî da. Leyla Firat anî ziman ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê, li ser navê Rojîn Karaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê bi dirûşma ‘Ciwanên ku li dijî şerê taybet dibin komun li qadan e’ li dar bixin. Leyla Firat destnîşan kir ku ew ji bo hemû jinên ciwan, ciwanan û gelê xwe radigihînin û xwest her kes heta hezîranê serî li wan bidin.


