Cenazeyên Mojtaba û Maysam Waisî bi girseyî veşartin
Bi deh hezaran şêniyên Kirmanşanê, cenazeyên aktîvîstên Kurd Mojtaba Waisî û Maysam Waisî ku birayê hev in, bi girseyî spartin axê.

Bi deh hezaran şêniyên bajarê Kirmanşanê cenazeyên Mojtaba û Maysan şevê din li Taxa Mehdiye (Dare Daraz yan jî Dîrij) a Kirmanşanê veşartin. Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal de hate dîtin ku di merasîma veşartinê de kesên beşdarî merasimê bûn cilên reş li xwe kiribûn û cenaze oxir kirin.


