Celal Firat: Divê meclis gavên zagonî biavêje

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 27ê adarê de li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin kir. Şandeyê da zanîn ku di hevdîtinê de erk û berpirsyariya dîrokî ya Meclisa Tirkiyeyê hat destnîşankirin. Şandeyê diyar kir ku di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye; ‘‘Beşdarbûna komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikir û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo kurdan ji bo her kesî derbas dibin.’’

1 deqe xwendin
Celal Firat: Divê meclis gavên zagonî biavêje

Endamê Komîsyona Meclisê yê DEM Partiyê û wekîlê Stenbolê Celal Firat têkildarî xebatên komîsyonê, rol û rista meclisê û xebatên DEM Partiyê axivî û wiha got: “Me di raporê de diyar kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de navenda sereke meseleya kurdî ye. Me destnîşan kir ku meseleya kurdan ne meseleya ewlehiyê, dijberî vê yekê, meseleya hebûna hiqûqî û polîtîk e. Ji destpêka avakirina komîsyonê heta kêliya dawî armanc dawîlêanîna şer e. Armanc di vê pêvajoyê de zemîna avêtina gavên hiqûqî ye.” 

Celal Firat anî ziman ku di rapora hevpar de şerha xwe anîn ziman û got: “Em nikarin bibêjin ji sedî sed em bûn bersiva daxwaza gelê xwe û raya giştî. Di vê pêvajoyê de mirov li bendê be ku tavilê aştî û çareserî pêk bê jî ne rast e. Em qala meselaya sedsalan û dîsa qala rastiya şerê 50 salan dikin. Dema em li ser meseleyeke wisa muzakereyan dikin, em neçar in ku hesasiyetên hemû kesan û nerazibûnên wan jî li ber çavan bigirin.” 

Celal Firat li ser rola meclisê ya di demokratîkbûna Tirkiyeyê de jî rawestiya û got: “Bêguman, li Tirkiyeyê gelek pêkanînên dij-demokratîk hene. Pirsgirêka kurdî, elewiyan, aborî û mafên mirovan tev li benda çareseriyê ne. Komîsyona ku li parlamentoyê hatiye damezrandin, nûnertiya ji sedî 95ê civakê dike. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku xebata komîsyonê dikare xizmeteke mezin bike. Bi qasî çareserkirina pirsgirêka kurdî, di heman demê de dikare ji bo çareserkirina daxwazên demokratîk ên civakê jî gavan biavêje. Dikare li gorî daxwazên DMMEyê û Dadgeha Desetûra Bingehîn di zagonên hilbijartinê, TMK, TCK û qanûnên înfazê de guhertinan çêbike. Guhertina van zagonan ne tenê girêdayî meseleya kurdî ye. Guhertina van zagonan meseleya demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê li pêş komîsyonê meseleyên rastkirina hiqûqê heye. Ku meclis van guhertinan pêk bîne, dê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de rola wê bêhtir bê fêmkirin.” 

Endamê Komîsyona Meclisê 

Celal Firat li ser daxwazên gel ên ji Komîsyona Meclisê jî rawestiya û wiha axivî: “Di komîsyonê de, perspektîfa me ya bingehîn ew bû ku em gavên ber bi aştiyeke mayinde ve biavêjin; bi hev re komareke demokratîk ava bikin ku li ser piralîzmê, ne monîzmê; li ser demokrasiyê, ne otorîterîzmê; û sedsala duyemîn a Tirkiyeyê li ser bingeha aştî, azadî, demokrasî û wekheviya gelan ava bikin.” 

Celal Firat da zanîn ku di vê pêvajoyê de Komîsyona Meclisê li gelek nûner û rayedarên dewletê, saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û sivîl û kesayetan guhdar kiriye û wiha got: “Ji bo me daxwaz û pêşniyarên Dayikên Aştiyê, xizmên wendayan û dayikên şemiyê, daxwaza malbatên girtiyan pir bi qîmet bûn. Li gorî vê yekê daxwaza guhertina zagonên darazê di raporê de cih girtin û ev bi qîmet e. Ji bo ev daxwaz têkevin meriyetê em ê bi baldarî li ser wan rawestin.” 

‘Bi kedeke mezin muzakereyan dike’ 

Celal Firat li ser gavên ku tevgera azadiyê, gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtin jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Birêz Abdullah Ocalan, di şertên awarte yên Îmraliyê de bi kedeke gelek zêde wekî aktorê çareseriyê muzakareyan dike. Di vê pêvajoyê de çek hatin danîn. PKKê kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Vê yekê piştgiriyek mezin da ku rayedarên dewletê û komîsyon xebatên xwe pêk bîne. Gelê kurd û Tevgera Kurdî li ruxmê fikar û rexneyan jî ji bo pêvajo bi erênî bi pêş bikeve bi biryar gavan diavêje. Bi biryar li pey kiryarên xwe ne. Em rexneyên mafdar ên ‘Pêvajo hêdî dimeşe’ dibînin. Li ruxmê gavên ku Birêz Abdullah Ocalan û PKK diavêjin, dewletê komîsyon kom kir û rapor amade kir. Ji niha û şûnde erka dikeve ser meclisê ew e ku ji bo rayedarên desthilatê demek berî demekê lez bide xebatan, bi rayedaran re hevdîtinên xwe zêde bike.” 

‘Em ketine pêvajoya ku meclis gavên pratîk biavêje’ 

Celal Firat li ser nirxandin û şiyariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê rola meclisê de jî axivî û wiha pêde çû: “Divê em ji bîr nekin ku xebata parlamentoyê ne tenê bi însiyatîfa me ye. Di meha Remezanê û cejnê de pêvajo hinekî sekinî. Wek komîsyonek, bêguman têkiliyên me bi hikûmetê re berdewam in. Civîna dawî ya li Îmraliyê pênc saetan berdewam kir. Rayedarên dewletê jî beşdar bûn. Li gorî nêrînên ku li wir hatin ziman, em ketine serdemeke ku êdî divê parlemento gavên pratîkî biavêje û rêziknameyên qanûnî çareser bike.” 

‘Karê esasî êdî li meclisê ye’ 

Celal Firat li ser erka meclisê jî ev tişt got: “Komîsyonê rapor amade kir û karê xwe temam kir. Lê ji niha û şûnde êdî dora meclisê ye. Divê zagonan sererast bikeKarê esasî ji niha û şûnde li meclisê ye. Divê êdî guhertinên zagonî pêk bîne. Hêza meclisê diyar e. Piştî amadekarî û pêvajoya biryardayînê dê vê hêza xwe pêk bîne.” 

‘Ji bo guhertina zagonan em ê têbikoşin’ 

Celal Firat li ser peywira DEM Partiyê ku ji bo meclis erka xwe pêk bîne jî rawestiya û wiha bi dawî kir: Şanda komîsyona DEM Partiyê ji bo şopdarê raporê be û gavên pêwîst bên avêtin, bi serokê komîsyonê û aliyên din re xebatên dîplomatîk didomîne. Ji bo meclis gavên zagonî biavêje em ê bi hemû hêza xwe di nav hewildanan de bin. Ji bo çareserî bi pêş bikeve û ji bo guhertina qanûnên entegrasyonê, Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK), Zagona Ceza ya Tirk (TCK), Qanûnên Darvekirinê, serbestberdana nexweşan û kesên ku cezayên wan li girtîgehan dereng mane, serbestberdana girtiyên Kobaniyê bi bicîhanîna biryarên DMMEyê û AYMê, çareserkirina mafê hêviyê û misogerkirina mafên bingehîn ên gelê kurd em ê têbikoşin.”