Çareserî têkoşîna jinan e
Dewlet dikare ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê herî zêde derfetan biafirîne û erkên xwe bi cih bîne, lê mijara rast a çareseriyê têkoşîna jinan e. Em ê hiqûqa jinan biafirînin û bi hişmendiya têkoşîna jinan a di dîroka 8ê Adarê de civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin.

Gulşen Demîr
Li Tirkiyeyê di rojekê de 6 jin hatin kuştin. Li Stenbolê Fîlîz Şagbangul ji aliyê zilamê ku di pêvajoya hevdûberdanê de bû li ber çavên 3 zarokên xwe hat kuştin, li Gebzeyê Aylîn Polat Dag li qereqolê ji aliyê kesê ku der barê wî de biryara qedexeyê hatibû dayîn bi çekê hat kuştin. Li Wanê Gonûl Alkan ji aliyê zilamê ku der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn ve hat kuştin, li Osmaniyeyê Îlknur Koç ji aliyê zilamê ku jê veqetiyabû, li Aksarayê jî Kubra Kiliç ji aliyê zilamê ku jê veqetiyabû ve hat kuştin.
Komkujiyên jinan êrişên li ser mafê jiyanê yê jinan e ku yek ji mafên wan ên bingehîn û herî girîng e. Di rewşên binpêkirina mafê jiyanê de, ev maf di heman demê de şiyana daxwazkirina parastina giştî ji rayedarên giştî dihewîne da ku rîsk an jî tehdîda li ser jiyana kesek ji holê rabike. Erka parastina giştî ya dewletê hem erkên neyînî û hem jî yên erênî dihewîne.
Dema ku erka neyînî wekî rêzgirtina li mafê jiyanê tê pênasekirin, erka erênî dikare wekî girtina tedbîrên pêwîst û têr ji bo pêşîlêgirtina li tundiyê were pênasekirin. Ji bo parastina mafê jiyanê tenê hebûna qaîdeyên qanûnî û rêyên serîlêdanê têr nakin; ya girîng ew e ku ji bo parastina vî mafî zagoneke bibandor bê danîn.
Peywira pozîtîf, erka dewletê ye ku tevdîran werbigire, yanî mecbûriyeta dewletê ye ku tedbîrên aktîf werbigire ji bo bidestxistina bibandor a mafên bingehîn. Ev tê wê wateyê ku dewlet ji bo parastina mafên kesan tedbîrên hewce werbigire.
Divê dewlet ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan tedbîrên pêwîst werbigire. Ji bo nimûne, ji bo jinên ku rastî tundiyê tên, xeteke desteka acîl dikare bê avakirin û piştgiriya derûnî yan jî agahî bê dayîn ku di encama tundiyê de çi bikin. Di nav wan de tedbîrên wek dayîna mexdûrên tundûtûjiyê ku bi hêsanî mal an jî cihê xwe yê kar biguherîne, ji bo pêşî li tundûtûjiya ji aliyê zilamê ku lê hatiye kirin venebe, dayîna piştgiriya aborî, an jî wergirtina tedbîrên parastinê yên guncav eger jiyana jinan ne ewle be, divê dewlet destûrê bide vê yekê jî. Her wiha divê astengiyên li pêşiya rêxistinbûna jinan jî ji holê werin rakirin. Xweparastina jinan bi lihevkirin û bi rêxistinbûna civakî pêkan dibe.
Lê dema em komkujiya li ser jinan dinirxînin, tişta ku em dibînin ev e ku dewlet û zagonên parastina mafê jiyanê yên jinan bersivê nadin van daxwazên jinên ku hewl didin mafên ku bi qanûnên heyî bi kar bînin. Dewlet carna rasterast pêşangeha pratîkî ya tundîtujiyê dike, carna bi pasîfmayîna xwe alîkariya mêran dike û dihêlê ku tundûtûjiya li ser jinan berdewam bike. Bi nepêkanîna fermanên parastinê, bi biçûkxistina mijarê di kêliya yekemîn de li navenda polîsan, bi hewldana normalîzekirin û lihevhatinê tundiyê bi gotina tiştên wiha di nav malbatê de diqewimin û bi daxistina reftarên baş li dadgehan, tundî û komkujiyan bi qanûnê rewa dike.
Ji ber vê yekê têkoşîna jinan a hiqûqî ne tenê daxwaza edaletê ye. Ev têkoşîn daxwaza jinûveavakirina hiqûqê ye. Têkoşîna hişyarkirina hemû ferdên civakê, perwerdekirina wan a ji bo rastiya van komkujiyan tê wateya destwerdana li mafê jinan ê jiyanê ku yek ji mafên wan ên yekemîn e, bi awayekî cidî wan berxwar bike.
Dewlet dikare ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê herî zêde derfetan biafirîne û erkên xwe bi cih bîne, lê mijara rast a çareseriyê têkoşîna jinan e. Em ê hiqûqa jinan biafirînin û bi hişmendiya têkoşîna jinan a di dîroka 8ê Adarê de civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin.

