Çarenûsa windayan pirsîn

Şaxên ÎHDê yên Colemêrg, Êlih û Îzmîrê û xizmên windayan vê hefteyê jî bi daxwaza aşkerekirina aqûbeta windayan daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hate destnîşan kirin ku divê demildest çarenûsa windayan bê aşkerekirin û pêwistiyên hiqûqî bên bi cih anîn.

1 deqe xwendin
Çarenûsa windayan pirsîn

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 224emîn ya çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de aqûbeta Velat (10), Îsmaîl (11) û Sibel Şedal (7) pirsîn. Çalakî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê pêk hat û di çalakiyê de wêneyên kesên kujerên wan nediyar in hatin hilgirtin. Tevî malbatên windayan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tev li çalakiyê bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser kuştina zarokan. Ozan Akbaş diyar kir ku Velat, Îsmaîl û Sîbel Şedal ên zarok bûn, di 26ê nîsana 2000an de nêzî xala kontrolê ya polîsan di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dane. Ozan Akbaş bi lêv kir ku lêpirsîneke bibandor li ser bûyerê nehatiye meşandin û got: “Waliyê wê demê ji malbatê re gotiye ku divê ew giliyê nekin. Li ser vê yekê dozgeriya Geverê biryara ‘hewceyî lêkolînê nîne’ daye û têkoşîna malbatê ya ji bo dîtina berpirsiyarên vê bûyerê hatiye astengkirin. Derbarê bombeya teqî de tu lêkolîn nehatin kirin û doz hatiye girtin. Lê, em dê dev ji lêpirsîna aqûbeta Velat, Îsmaîl û Sîbelê bernedin.”

Êlih

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 724emîn a çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li aqubeta Kadrî Yilmaz ku piştî di nîsana 1994an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin pirsîn. Di çalakiyê de Rêveberên İHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di dibinçavan de hatibûn windakirin û kuştin hildan. Rêveberê ÎHDa Êlihê Alî Karadogan çîroka Kadrî Yilmaz xwend.

Li ber çavên sedan kesan ew birin

Alî Karadogan diyar kir Kadrî Yilmaz beriya ku bê windakirin li Amedê bi malbata xwe re jiyana xwe didomand û got ku di Nîsana 1994an de dema diçe daweta xizmekî xwe tê binçavkirin û ji wê rojê ve winda ye. Alî Karadogan wiha behsa windabûna wî kir: “Polîsan li navçeya Rezanê êrişê dawetê kirin, Kadrî, birayê wî û sê kes ji dawetê birin. Roja din birayê wî û du kesên dinê hatin berdan. Malbatê derbarê Kadrî Yilmaz de serî li saziyên fermî dan û gotin; ‘Ew li ber çavên bi sedan kes hatiye windakirin, lê nehate berdan.’ Heşt roj piştî bûyerê malbatê bi rêya merîvên xwe yên navçeya Licê hîn bûn ku leşkeran cenazeyên sê kesan anîne mizgeftê. Û di çaleke ku li ber Dibistana Seretayî Herêmî ya navçeyê hatibû kolandin, wekî baregeheke leşkerî dihat bikaranîn veşartibûn. Malbatê cenaze ji cilên Kadrî nas kir, lê dîsa jî cenaze nedan malbatê. Kadrî Yilmaz hê jî windaye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.”

Piştî xwendina çîrokî çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Çalakiya Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin” ku du hefteyan carekê tê lidarxistin, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Winda wijdana te ne, xwedî derkeve” û “Winda diyar in, kujer li kuderê ne?” hatin hildan. Li ser navê girseyê, endamê rêveberiya Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Mustafa Kizartici daxuyanî xwend.

‘Ji bo aştiyê pêdiviya me bi rastiyê heye’

Mustafa Kizartici aqûbeta zarokên 23 û 24ê Nîsanê di binçavan de hatine windakirin pirsî û destnîşan kir ku lêgerîna rastiyê berdewam dike û got: “Li hemberî binpêkirinên giran ên mafên mirovan; nîşandana helwesteke zelal, şermezarkirin û pêkanîna cezayan, tenê bi derbaskirina polîtîkayên înkar û bêcezakirinê pêkan e. Ji bo vê jî divê Tirkiye wekî dewlet û wekî civak bi raboriya xwe re rû bi rû bibe. Ji bo pêkanîna lihevkirina civakî û aştiyê û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, beriya her tiştî pêdiviya me bi rastiyê heye.”

‘Înkar berdewamiya sûc e’

Li ser mijarê Mustafa Kizartici bi bîr xist ku di 24ê nîsana 1915an de li Stenbolê 250 rewşenbîrên Ermen ji malên wan hatine girtin û wiha berdewam kir: “Di 111emîn salvegera 24ê nîsanê de, em bang li rêveberên dewletê dikin; înkar binpêkirina herî berfireh a mafên mirovan e. Înkar berdewamiya sûc e. Ji bo ku ev birîna 111 sal in di wijdanê mirovahiyê de dilerize were dermankirin, em bang li dewlet û civakê dikin ku bi rastiya rewşenbîrên ermen ên li Stenbolê hatin windakirin re rûbirû bibin. Em careke din parvekarê êşa civaka ermen in û hemû gelên ku li cîhanê rastî qirkirinê hatine bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi minasebeta 23 û 24ê nîsanê em careke din deng dikin; çend sal derbas bibin bila bibin, em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo zarokên winda û rewşenbîrên ermen bernedin. Em ê bi bîr bixin ku dewlet mecbûr e di nav pîvanên hiqûqî de tevbigere. Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin!”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.