Bi xêzkirinê derî li jiyanê vekir!

Abdullah Babat ku 30 salan li girtîgehê ma û di dema xwe ya li wir de xêzkirina wêneyan weke 'pencereyek ku li jiyanê vedibe'  didît, niha hem hîn dike û hem jî fêr dibe

1 deqe xwendin
Bi xêzkirinê derî li jiyanê vekir!

Zeynep Dûrgût

Hin jiyan ne li ser rûpelên salnameyê, lê li ser dîwarên ku giraniya salan hildigirin têne nivîsandin. Çîroka Abdullah Babat ku carekê li ber deriyên hesinî, li ber deriyê ciwaniya xwe mabû, ji demek wisa derdikeve holê. 

Abdullah Babat, di sala 1992yan de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi cezayê hepsa heta hetayê hate cezakirin, di 15ê nîsana 2022yan de, piştî 30 salan hate berdan. Babat, ku li gundê Hole yê navçeya Perwarî ya Sêrtê ji dayik bû, di 17 saliya xwe de ket girtîgehê û di 48 saliya xwe de hate berdan. Di salên xwe yên dirêj ên di girtîgehên Amed, Çankiri, Mûş, Tekîrdag F1, û Tekîrdag T2 de, Babat fêr bû ku bi kanvas û boyaxê re rûbirûyê derbasbûna hêdî ya demê bibe. 

Îro, bi wênesaziya li Aryenê, Babat rêyeke nû da ber xwe. Dema ku di girtîgehê de bû, wî av, çiya, erd û xweza li ser kanvasê (tuwal) xêz kir piştî ku ji girtîgehê derket li ser cureyên cuda yê wênesaziyê dixebite û diafirîne. Babat dema ket girtîgehê xwendin û nivîsa wî tune bû, niha bi rêya tabloyên xwe peyamên siyasî dide û dibêje ku huner ji bo wî "deriyek e ku ber bi jiyanê ve vedibe" ye. Abdullah Babat niha jî li Aryenê ciwanan fêrî xêzkirina wêneyan dike. 

Abdullah Babat niha bi kelecaneke mezin wênesaziyê dike, çîroka xwe ya wênesaziyê ji me re vegot. 

17 salî bû hate girtin

Babat diyar kir ku ji bo ku gundê wan welatparêz bû hate valakirin û serpêhatiya xwe wiha vegot: "Ez li gundê Hosyan ê girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê hatim dinê. Gundê me gundê di sînorê Şirnex û yê Wanê de cih digire. Di salên 90î de gundê me hate şewitandin. Piştre em koçî Wanê bûn. Dema ku em li gund bûn têkiliyên me û yên rêxistinê hebûn. Ez di malbateke welatparêz de mezin bûm. Ji ber wê sekna malbata min a welatparêz gundê me hate şewitandin. Di wan salan de jî cerdewanî didan ferzkirin. Lê belê malbatê ev ti carê qebûl nekir û gund berda, valakir û li Wanê bi cih bû. Li Wanê jî ew nasnameya me û sekna me ya welatparêziyê berdewam kir. Piştre ez di sala 1992yan de hatim girtin. Li gund dibistan nebû û ez neçûme dibistanê. Min piranî qurana erebî dixwend û fêrî erebî bûm. Bavê min di hêla zimanê erebî de pîspor bû û mela bû. Ez 19ê nîsana 1992yan hatim girtin. Piştî ku ez hatim girtin ez birim girtîgeha Amedê. Li Amedê hatim darizandin. Wê demê DGM tenê li Amed û Erziromê  hebû. 2-3 salan li girtîgeha Amedê mam. Dema ku ez ketim girtîgehê xwendin û nivîsandina min nebû. Di girtîgehê de hevalan em hînî nivîsê kirin. Ez di girtîgehê de fêrî kurdî û tirkî bûm. Di girtîgehê de fêrî nivîsê bûm. Piştî sê salên min ên li girtîgeha Amedê ceza dan min. Piştî cezayê min hat erêkirin ez birim girtîgeha Çankiriyê." 

Babat da zanîn ku girtîgeha Çankiriyê ji bo wî destpêka naskirina şêwekariyê bû û got: "Ez heta 2006an li girtîgeha Çankirê mam. Demeke dirêj ez li wir mam. Girtîgeha Çankiriyê li gorî ya Amedê asayîtir bû. Şertên ku tu xwe bi pêş ve bibî û bixwînî pir zêdetir bûn." 

Nasîna wî ya wêneyan 

Babat anî ziman  ku ew li girtîgehê bi rêya bernameyên ku temaşe dikirin fêrî şêwekariyê bûye û di jiyana wî de guhertina herî mezin bi nasîna wêneyan dest pê kir û wiha domand: "Têkiliya min a bi hunerê re jî li girtîgeha Çankiriyê dest pê kir. Lê berê jî têkiliya min a çandî ango folklorîk hebû. Li zindanê jî min dîsa dest pê kir. Li girtîgeha Çankiriyê hevalekî min hebû. Ev heval di ciwantiya xwe de çûbû çiya û piştre hatibû girtin. Di hêla hunerê de gelek pêşketi bû. Têkiliya min bi wî re pir baş bû. Piçek bi teşwîqa û alikariya wî ez ketim nav hunerê. Wê demê di TRT1ê de bernameyeke xêzkirina wêneyan dihate weşandin. Ev bername ya wênesazeke amerikî bû. Di wê bernameyê de 45 deqîqeyan de hem hîn dike û hem jî nîşan dike. Rengên avê, çav, çiya çawa tên bikaranîn ew dihate nîşandin. Ji vê zêdetir wêneyên xwezayê xêz dikirin. Jixwe li girtîgehê jî tişta ku mirov herî zêde bêriya wê dike xweza ye. Çiya û gundê ku tu jê hatî tu bêriya wan dikî. Ji ber wê bi min jî gelek xweş hat. Di hêla pratîkê de hînbûna me ya wêneyan pir zehmet bû. Çimkî boyax nebû, firçe nebû. Lê di hêla teorîk de me jî agahî werdigirtin. Min jî wiha dest bi xêzkariyê kir û piştre kêfa min jî jê re hat. Bob Ross wênesazeke pir mezin e."

Li girtîgeha Mûşê dest pê dike

Abdullah Babat, da zanîn ku li girtîgehê şert û mercên xêzkirina wêneyan nebûn û ew bi derfetên herî kêm fêr bû û got: "Dema ku min li wê bernameyê temaşe dikir, gundê min dihate bîra min. Av û çiyayên gund dihatin bîra min. Tiştên xêz dikirin nedişibîn erdnîgariya me, lê dîsa jî dema ku mirov li wê bernameyê temaşe dikir gundê me dihate bîra min. Di hêla teorîk de min wiha dest bi xêzkirinê kir. Piştre sala 2006an ez şandim girtîgeha Mûşê. Li Çankiriyê şert û mercên min tune bûn ku tiştên ez fêrî teoriya wan dibûm çêbikim. Lê piştî ku çûm Mûşê şert û mercên wê derê hebûn. Hevalên ku li wir xêz dikirin jî hebûn. Ez bi hevalan re derdiketim kargehê. Ez bi hevalan re rûdiniştim, ji wan pirs dikirin û gelek caran jî min firçeyên wan dişûştin. Li girtîgeha Mûşê min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Çîroka min a wênesaziyê wiha dest pê kir." 

 ‘Wêne ji bo min paceyeke gelek mezin bû’

Abdullah Babat da zanîn ku wênesazî ji bo wî deriyek jiyan û hêviyê bû û wiha axivî: "Li girtîgehê wêne xêzkirin hêzeke gelek mezin e. Hêz dide mirovî. Tiştên te bêriya wan kirî, tu xêz dikî û ev jî hêviyeke mezin dide mirovî. Li girtîgehê tişta ku mirovî li ser lingan dihêle hêviya wî ye. Ji ber ku ev hatiye ceribandin. Mirovê ku hêviya wî nebe bar dike û diçe. Helbet car caran em aciz dibin, caran em teng dibin. 30 sal li girtîgehê emrek e. Ji ber wê divê ku mirov bi hêvî be. Dema ku em li girtîgehê bûn, me hêvî dikir. Rast e dem bi dem me êşên mezin kişandin. Xwestin me bêhêvî bihêlin. Lê tişta ku em li ser piyan dihiştin hêviya me bû. Ji ber wê wêne ji bo min paceyeke gelek mezin bû, hêvî dida min. Dema ku min xêz dikir, min xwe ji derve, li gund, li ber çemê masîro hîs dikir."

Li ser wêneyên cuda dixebite 

Şêwekar Abdullah Babat diyar kir ku ew niha li ser tabloyên cuda dixebite û got, "Dema ku ez ji girtîgehê de derketim, min pêşiyê li malê wêne xêz dikirin. Piştre ez hatim Aryenê û ez niha li vir berdewam dikim. Ev nêzîkî 2 sal in li vir im. Berê min li girtîgehê bi pîranî wêneyên xwezayê xêz dikirin, portre û cureyên din ên wênesaziyê çênedikirin. Ceribandin hebûn lê derfet nebûn. Niha dixwazim li Aryenê terza xwe biguherînim û cureyên cuda jî bizanibim. Niha li ser portreyan xebata xwe didomînim."

Abdullah Babat.jpeg