Bi hezaran astengdar ji bo rûmetê meşiyan
Li Amedê bi hezaran astengdar kom bûn û “Meşa Rûmetê” li dar xistin.

Federasyona Astengdaran bi armanca bi bidestxistina mafên xwe û jiyaneke birûmet ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Sumerparkê “Meşa Rûmetê” li dar xistin. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji 7 saliyê heta 70 saliyê hatin Amedê û tev li meşê bûn. Çalakgeran dowîzên “Ji bo astengdaran jiyaneke nû pêkan e”, “Du cîhan nasnameyek”, “Dengê me di destên me de ye”, “Bêdengî ne kêmasiyek e, nasnameyek e”, “Em ne ji sedî 3 ne, em ji sedî 10 in. Di îstihdamê de em tune ne”, “Zimanê îşaretan zimanê me yê dayikê ye”, “Veguheztin ne xêrek e, mafek e”, “Gopal li ser zemînê dikarin werin hîskirin. Zemîn li ku ye?”, “Çavên xwe ji ser min bibe, tu canê min diêşînî”, “Şoreşgeriya rasteqîn ne ew e ku mirov li şûna kirdeyê biaxive, guhdarîkirina kirdeyê bi xwe ye” û “Em di navbera bêdengî û deng de pirek in” hilgirtin. Gelek astengdar siyasetmedar, hevserokên û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl, û parastvanên mafên mirovan tev li meşê bûn.
Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bal kişand ser mafê astengdaran û got: “Ji ber ku em tevlî meşa rûmetê bûn gelekî kêfxweş in. Lê em ê tenê nemeşin. Ji dema ku em di sala 2024an de ji bo rêveberiyên herêmî hatin hilbijartin û vir ve, me li her derê midûriyet û serokatiyên daîreyên astengdaran ava kirin. Ev têrê nekir, di riya ku manîfestoya me vekiriye de me bi dehan komxebat û xebat li dar xistin. Divê em bêhtir li qadan bin.”
Piştî meşê li Sumer Parkê forûm hat li darxistin. Astegdar ji bo şertên jiyaneke birûmet û mafên xwe yên tên binpêkirin bangên hestiyariyê kirin. Kesên axivîne derbarê jiyana xwe de çavdêrî û pêşniyarên parve kirin û ji bo astengiyên li pêşiya jiyanê rakin banga hevkarî û hevgirtinê kirin.
Serokê Federasyona Astengdarên Tirkiyeyê Huseyîn Ataşer, bal kişand ser dijwariyên ku astengdar dijîn. Huseyîn Ataşer diyar kir ku kardêr hewld didin mafên astengdaran kêm bikin û spasiya pêşengên vê çalakiyê kir.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer da zanîn ku lidarxistina meş û forûmê cihê kêfxweşiyê ye û got: “Em di rastiyê de jiyaneke astengdar naxwazin. Ji ber ku em li dijî ramana astengker in. Baş e ku hûn hene, baş e ku hûn li vir in, baş e ku hûn hatine.”


