Bi dirûşma ‘Em hemû YPJ ne’ dê li kolanan bin
Beriya Greva Jinan a salane ku di 14ê Hezîranê de li Swîsreyê tê lidarxistin, Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ragihand ku ew ê bi dirûşma ‘Em hemû YPJ ne’ beşdarî çalakiyê bibin

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) beriya çalakiya Greva Jinan a ku wê di 14ê Hezîranê de li gel tevlîbûna bi hezaran jinan li Swîsreyê were lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da. YJK-Sê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê li hemû bajarên ku lê birêxistinkirî ne beşdarî çalakiyên Greva Jinan bibe û da zanîn ku ew ê piştgiriyê bidin kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ ya di asta navneteweyî de tê domandin.
YJK-Sê di daxuyaniyê de bang li jinên Kurd û kesên ku piştgiriyê didin têkoşîna azadiya jinan kir û diyar kir ku ew ê di 14ê Hezîranê de bi reng û dirûşmeyên xwe li kolanan bin û teqez kir piştgiriya YPJ tê wateya piştgiriya mafê parastina xwe ya jinan û hemû jinin vexwend çalakiyê.
Di tevgera jinên Swîsreyê de çalakiya herê girîng
Yekem Greva Jinan a Neteweyî li Swîsreyê ku di 14ê Hezîrana 1991an de hat lidarxistin, nêzîkî 500 hezar jin beşdar bûn û li seranserê welêt rawestgehên kar li dar xistin da ku ji bo karê wekhev mûçeyek wekhev, derfetên wekhev û bidawîanîna cudakariyê bixwazin. Grev ku bi dirûşmeya xwe ya ‘Ger jin tiştek bixwaze, her tişt diraweste’ tê bîranîn, di salên borî de bûye yek ji çalakiyên girseyî yên herî girîng di tevgera jinên Swîsreyê de.
Her çend greva duyemîn a jinan a neteweyî ya mezin di sala 2019an de pêk hat jî, jin ji sala 2020’an vir ve her sal di 14ê Hezîranê de dadikevin kolanan.


