Baroya Wanê ji Wezaretê xwest biçe hevdîtina Abdullah Ocalan

Baroya Wanê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da.

1 deqe xwendin
Baroya Wanê ji Wezaretê xwest biçe hevdîtina Abdullah Ocalan

Baroya Wanê ragihand ku ji bo xurtkirina aştiya civakî, pêşxistina derfetên çareseriya demokratîk û ji bo ku saziyên hiqûqê bikaribin alîkariya pêvajoyê bikin, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane. Baroyê li serhesaba medya dijîtal diyar kir ku armanca serlêdanê alîkariya pêvajoyê, aştiya civakî û çareseriya demokratîk e.

Baroyê da zanîn ku Baroya Wanê, ji bo xurtkirina aştiya civakî, pêşxistina derfetên çareseriya demokratîk û ji bo ku saziyên hiqûqê bikaribin tevkariyê li pêvajoyê bikin dixwazin biçin Îmraliyê, Baroyê da zanîn ku  ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dane û got: “Bi baweriya me ya ku aştiya mayînde; dikare li ser bingeha hiqûq, diyalog, mafên mirovan û lihevkirina civakî ava bibe, em ê tevkariya xwe ya li ser pêvajoyê berdewam bikin.”