Amnesty: Sîstema gerdûnî di asteke cidî ya şikestinê de ye
Amnesty International di rapora xwe ya 2025an de diyar kir ku sîstema gerdûnî di asteke cidî ya şikestinê de ye û ragihand ku dewletên xurt hiqûqa navneteweyî tune dihesibînin û cîhan ketiye ‘qonaxeke xeter’.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, lîderên mîna Donald Trump, Vladimir Pûtîn û Binyamin Netanyahu li ser esasê stratejiyên avakirina serweriya aborî û siyasî polîtîkayên ‘hilweşîn, zext û tundiyê’ dişopînin.
Sekreterê Giştî yê rêxistinê, Agnes Callamard li Londonê rapor danasîn kir û anî ziman ku sala 2025an ev lîder di asta kûreyî de polîtîkayên zextkar didomînin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku bi êrişên hêzên mezin, şîrketan û tevgerên dijberê mafên mirovên ên li hemberî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan, cîhan ber bi qonaxeke nû ya xetere ve dibe.
Di raporê de tê diyarkirin ku sîstema navneteweyî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatî avakirin, bi rengekî cidî hatiye derbaskirin. Li gorî Amnesty, gelek dewlet quralên navneteweyî binpê dikin û cîhan ber bi sîstemeke welê ve diçe ku ‘dîplomasî cihê şer digire’.
Rêxistin diyar dike ku gelek lîderên welatan li dijî van geşedanan ‘netêrker û bêdeng’ dimînin, ev rewş jî polîtîkayên êrîşkar teşwîq dike.
Di raporê de ev tespîta sekretere giştî bal dikêşe: ‘Em di qonaxa herî zehmet a serdema xwe de ne. Mirovahî di bin êrîşa tevger û hikûmetên talanker de ye.’
Di raporê de rexneyên tund li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hat kirin. Hat diyarkirin ku rêveberiya Washington ji sînor wêdetir ‘înfazên bêdaraz’ pêk tîne, çalakiyên wê yên li hemberî Venezuela û Îranê ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye.
Herwiha hat ragihandin ku rêveberiya Trump li qada mafên mirovan û bi taybetî jî li qada mafên jinan, destkeftiyên bi dehan salan lewaz kiriye.
Li gorî raporê hikûmeta Îsraîl tevî peymana agirbestê jî êrişên xwe yên li hemberî filîstîniyên li Xezeyê, domand. Amnesty diyar kir ku civaka navneteweyî ji ber ku di vê pêvajoyê de ‘gavên bi wate neavêtine’ hat rexnekirin.
Amnesty destnîşan kir ku saziyên navneteweyî yên piştî 1948an hatine avakirin, di salên dawî de rû bi rûyê ‘êrişên herî giran’ mane.
Li gorî rêxistinê, krîza heyî ya li Rojhilata Navîn yek ji mînakên herî şênber a wê yekê ye ku hiqûqa navneteweyî çawa tune tê hesibandin. ‘Êrişên derqanûnî yên ewilî’ yên DYA û Îsraîlê û ‘bersivdanên bêkontrol’ ên Îranê, nîşan didin ku li herêmê polîtîkaya hêzê şûna hiqûqê girtiye.


