Amerîka şerê li ser Îranê zêde dike

Hêzên Amerîka û Îsraîlê diyar kirin ku wan şeva borî li paytexta Îran Tehranê bi hejmareke mezin êriş pêk anîne û gelek deverên krîtîk bombe kirine.

1 deqe xwendin
Amerîka şerê li ser Îranê zêde dike

Artêşa Îsraîlê (IDF) li ser hesabê xwe ragihand ku wan dest bi qonaxeke nû ya şer kirine û diyar kir ku di şer de ew binesaziya rejîmê kirine hedef û êriş bi ser wan de birine. Serê sibeha medyaya Îranê ragihand ku li Tehranê êrişên dijwar pêk hatine.

‘Kapasîteya rejîma Îranê ya leşkerî dê bê hilweşandin’

Di encama êrişên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine kirin de gelek navendên leşkerî yên girêdayî rejîma Îranê li Tehranê hatin hedefgirtin. Fermandarê Giştî yê yê Îsraîlê Eyal Zamîr berê hişyarî dabû û wiha gotibû: “Şer derbasî qonaxeke din bûye. Rejîm û kapasîteyên wê yên leşkerî dê bên hilweşandin.”

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî derbarê mijarê daxauyanî da û wiha got: “Di demeke nêz de hêza agir a li ser Îranê û Tehranê dê bi awayekî berbiçav zêde bibe.”

Îranê wek bersiv bi moşekan êrişî Îsraîlê kir. Bi êrişên Îranê ve zirara madî çêbû. Medyaya Îsraîlê ragihand ku piştî êrişên dawî yên Îranê tu kes nemiriye.