Amerîka li Iraqê hêzên xwe zêde dike

Li gor agahiyên nûçeya Ajansa Associated Pressê, Amerîkayê hêzên xwe yên leşkerî li Iraqê zêdetir dike. Hat zanîn ku duh di dema helîkopterek Amerîkayê xwestiye dakeve di navbera leşkerên Amerîkayê û Iraqê pevçûn derketiye.

1 deqe xwendin
Amerîka li Iraqê hêzên xwe zêde dike

Ajansa Associated Pressê li gorî nûçeyek ku agahiyên wê xwe dispêrin berpirsên Amerîkayê, diyar kir ku Washingtonê ji Iraqê re dest bi şandina hêzên leşkerî kiriye. Amerîka vê yekê demeka ku komên çekdar yên li Iraqê ji bo piştgiriya Îranê dikevin liv û tevgerê de pêk hat.

Herwiha li gorî agahiyan duh hatine parvekirin dema ku helîkopterek leşkerî ya Amerîkayê xwestiye dakeve li cihekî dayne, di navbera wan û hêzên Iraqê de pevçûn derketiye. Hat diyarkirin ku di encama pevçûnê de efserekî hêzên Iraqê hatiye kuştin.