AKPê serdana DEM Partiyê kir: Divê statuya birêz Ocalan pêk were
Serdana Cejna Qurbanê ya partiyên siyasî didomin. Di çarçoveya serdanên cejnê de heyeta MHP û AKPê serdana DEM Partiyê kirin. Di serdanê de DEM Partî xwest piştî cejnê gavên şênber bên avêtin û statûya birêz Abdullah Ocalan pêk were.

DEM Partî bi boneya Cejna Qurbanê dest bi serdana partiyên siyasî kir û li navenda xwe ya giştî jî serdanan qebûl dike. Di çerçoveya serdanan de di saetên cuda de heyetek ji MHPê ku ji cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sadîr Durmaz, şewirmendê Serokê Giştî Esma Ozdasli û endama MYKê Şahîn Kartal ve pêk dihat û heyetek ji AKPê ji parlamenterê Semsûrê Resul Kurt, endama MYKa ya baskên jinan a AKPê Fatma Îlkcan Aksu û endamê MYKê yê AKPê Yunus Emre Şahîn pêk dihat serdana DEM Partiyê re kirin. DEM Partiyê li navenda xwe ya giştî a ku ji Cîgira Hevserokên Giştî Hatîce Betul Çelebî, parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar û endama Meclîsa Partiyê Nuray Ozdogan ve pêk dihat, serdanan qebûl kir.
Di serdana heyeta MHPê de Hatîce Betul Çelebî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ew bang banga pêkanbûna rêyeke nû ye. Civaka me ji aştiyeke bi rûmet re hesret e. Xebatên me yên ji bo aştiyê dê bidomin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sedîr Durmaz jî anî ziman ku ew yekitî û wekheviya Tirkiyeyê diparêzin û ev tişt vegot: “Divê em ji bo pêşeroja zarokên xwe û jiyaneke bi hev re bûyî pêvajoyê bigihînin encamê. Armanca me ew ê ku zarokên me di aramiyê de bijîn.”
Heyeta ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, parlamentera Amedê Adalet Kaya û endama Meclîsa Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk dihat jî serdana MHPê, Partiya Gelecek û EMEPê kirin. Mahfuz Guleryuz di serdanê de got ku divê piştî cejnê gavên şenber bên avetin.
‘Divê statuya birêz Ocalan pêk were’
Di serdana heyeta AKPê de jî parlamenterê AKPê yê Semsûrê Resûl Kurt bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Li her derê şer heye di nav vî şerî de aramiya welatê me girîng e. Ew berpirsyariya me hemûyan e. Êrîşên Amerîka li ser Îranê didomin. Xuyaye aştî jî ji bo demekê nêz xuya nake. Em jî di nav van geşedanan de aştiyê diparêzin. Ez hêvî dikim pêvajoya çareseriyê bi serkeftî encam bigire. Careke din derket holê ku ew pêvajo di demekê girîng de destpê kiriye. Hêvî dikim bigihejê encamê.”
‘Civak li benda statuya birêz Ocalan e’
Cîgira Hevserokên Giştî Hatîce Betul Çelebî jî destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst bên avetin û ev tişt anî ziman: “Em hêvî dikim gotin bi pratîke re bibin yek. Di civakên me de birînên dijwar hene. Pêçandina van birînan berpirsyariya me hemûyan e. Hewldanên birêz Ocalan ji bo pêvajoyê pir girîng e. Em hêvî dikin statuya birêz Ocalan pêk were. Civak li benda vê yekê ye. Ji bo baweriya civakê pêk were ev gav girîng e. Divê gav bi lêzgînî bên avetin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de vê yekê dibêje. Em jî hêvî dikin gavên pêwîst ên ji bo pêvajoyê demildest bên avetin.”
Heyeta DEM Partiyê ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî Mahfuz Guleryuz, parlamentera Amedê Adalet Kaya û Endama Meclisê ya Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk dihat jî serdana AKPê kirin. Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman, Cîgirê Serokê Giştî Necmettîn Erkan û endama MYKê Rukiye Toy li navenda giştî ya AKPê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kirin.
‘Divê demildest gavên şenber bên avetin’
Di hevdîtinê de Mahfuz Guleryuz bal kişand ser nirxandinên dawî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan dibêje em di pêvajoyê de bi israr in. Ji bo pêvajo bigihejê encamê divê gavên şênber bên avetin. Civak li benda gavên şenber e. Divê bi nexşerêyeke nû ew pêvajo bigihêje encamê. Ji bo encamgirtina pêvajoyê jî hewcehî bi gavên şênber heye û divê demildest gav bên avetin.”
Huseyîn Yayman jî bi lêv kir ku weke tifaqa Komar ji bo pêşveçûna pêvajoyê hewldanên wan jî hene û girîngiya pêvajoyê destnîşan kir.
Her wiha heyetek ji Partiya Yenîden Refahê, Partiya Dogru Yol û Gelecekê jî serdana DEM Partiyê kirin.
Serdanên partiyên siyasî berdewam dikin.


