14 sal in nobeta azadiyê digirin
Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê 14 sal in bê navber didome. Çalakger Zulfî Bîngol anî ziman ku bo azadiyê ji çar aliyên cîhanê tên tev li nobetê dibin û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.

Nobeta Azadiyê ya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25ê Hezîrana 2012an de hate destpêkirin, 721 hefte li pey xwe hişt. 14 sal in çalakî li Strasbourg a Fransayê li pêş saziyên Konseya Ewropayê, CPT û DMME lê ne tê lidarxistin. Nobeta Azadiyê ku bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, her hefte komeke cuda nobetê dewr digire. Heta niha jin, zarok, ciwan beşdar bûn. Dîsa kesên ji welatên cuda û neteweyên cuda hatin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi biryar berdewam dike. Tevî sermaya zivistanê û germaya havînê çalakger nobetê berdewam dikin.
Têkildarî çalakiyên Nobeta Azadiyê çalakger Zulfî Bîngol ku 9 sal in çalakiyê koordîne dike li ser armanc û tevlêbûna çalakiyê agahî dan. Zulfî Bîngol, anî ziman ku 14 sal berê di Hezîrana 2012an de dest bi çalakiyê kirin û wiha got: “Me got heta serokê me azad nebe çalakiya me dê bidome. Ji ber ku em dibêjin azadiya Serok azadiya gelê kurd e. Em îro jî dibêjin heta Serok Azad nebe, gelê kurd jî azad nabe. Heta serok azad bibe, dê nobeta me bidome. Di dîrokê de jî wisa ye. Heta gelek li serokê xwe û rêberê xwe xwedî dernekeve azad nabe.”
Ji çar aliyê cîhanê beşdar dibin
Zulfî Bîngol da zanîn ku 14 sal in ji bo azadiya Serokê xwe têdikoşin û wiha got: “14 sal in her hefte bê navber çalakiya me didome. Her hefteyê komek vê nobeta çalakiyê dewir digire. Ji hemû beşên civakê tev li vê çalakiyê dibin. Jin, ciwan, kal, pîr, enternasyonalîst tên beşdarî çalakiyê dibin. Ji Îngiltere, Almanya, Fransa, Holanda, Swîsre, Norveç, Belçîka, Danîmarka û gelek welatên cîhanê beşdar dibin. Hemû kesên tên beşdarî çalakiyê dibin azadiya Serok wekî azadiya xwe dibînin. Îro gelê kurd dîsa azadiya xwe di azadiya Serokê xwe de dibîne. Ji hemû nasname, bawerî û olan tên tev li vê çalakiyê dibin. Misilman, xiristiyan û ji hemû baweriyan tên serdana çalakiyê. Hin rojan bi sedan kes tên serdanê û piştgiriya xwe didin çalakiyê. Çalakiya me 721 hefte li pey xwe hişt. Her roj saet di 08.00an de em dest pê dikin û heta 16.30an berdewam dike. Çar demsal û 12 mehan her roj bêyî ku em sir û sermayê, bêyî ku em germahiya hewayê ji xwe re bikin asteng em bê navber çalakiyên xwe berdewam dikin. Me stand vekirine û di van standan de em broşurên pir zimanî belav dikin. Bi firansî, almanî, îngîlîzî, tirkî, kurdî, îtalî, îspanyolî û gelek zimanên din em broşuran de li ser armanca çalakiyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo agahiyan didin.”
‘Em dixwazin fikra Serok bigînin cîhanê’
Zulfî Bîngol, da zanîn ku rojê eleqeyek zêde heye û wiha got: “Kesên tên serdanê, li ser rewşa Serok agahiyan digirin, Li ser fikr û filsefeya Serok pirsan dikin. Xwendekar tên, akedemîsyen tên. Eleqeyek mezin heye. Ji Hîntistanê, Çînê û gelek welatên din tên. Minak ji Hîndîstanê profesorok hat serdana nobetê û broşur bi xwe re bir. Got ez dixwazim fikr û felsefeya Serok bi xwendekarên xwe re niqaş bikim. Dixwazin fikr û ramanê Serok fêr bibin. Em jî bi van broşuran dixwazin fikr û felsefeya Serok li cîhanê belav bikin.”
Salek e zext kêm bûne
Zulfî Bîngol, da zanîn ku 14 sal in çalakiya xwe berdewam dikin û di van 14 salan de gelek caran rastî zext û astengiyan hatin û wiha got: “Em hewl didin ku li gorî hiqûq û zagonan vê çalakiya xwe berdewam bikin. Em gavên saxlem davêjin. Berê zextên fîzîkî li ser me zêde bûn. Lê nêzî salekê ye, piştî pêvajo hatiye destpêkirin ev zext û astengî kêm bûne.”
Zor û zahmetiyan nas nakin
Zulfî Bîngol, anî ziman ku çalakgerên nobeta azadiyê herî zêde zivistanan zahmetiyan dijîn û hin caran hatiye di bin sifgirê -14C (pêlan) de nobet berdewam kirine û heta niha tu car navber nexistine nobetê. Di hedefa me de azadî heye. Ji ber armanca azadiyê em astengiyan nas nakin. Me qet navber nedaye. Heta Serok û kurd azad nebin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
Zulfi Bîngol, bang li saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û dewletan jî kir û wiha got: “Em her tim, aştî, edalet, demokrasî û wekheviyê dixwazin. Yên ku pir şer kiribe, dikare aştiyê jî pêk bîne. Îro gelê kurd zilmek mezin dîtiye. Ji ber vê yekê bêtir wate didin aştiyê. Em ji hemû gelên cîhanê re dibêjin, ji gelê kurd û tirk re dibêjin, pêvajoyek nû dest pê kiriye. Em hemû gel destê xwe bidin hev û pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk bi hevre pêş bixin. Îro pirsgirêka me ne gelê tirk e. Pirsgirêka me pergal e. Pirsgirêka me înkara gelê kurd e. Em dixwazin hemû gel bi hevre di nava aştî, aramî, wekhevî û bi edalet bijîn. Divê her kes ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bêtir têbikoşin û piştgiriyê bidin hev.”


