Xizaniya jinan û tekoşîna çînî

Xizaniya jinan ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, lê di heman demê de pirsgirêkek avahîsaziyê ye jî. Ji ber vê yekê, têkiliya di navbera têkoşîna çînî û têkoşîna jinan de pir girîng e.

1 deqe xwendin
Xizaniya jinan û tekoşîna çînî

Hêzên serdest dixwazin me bi derewa 'şer, dagirkerî, îstîsmar û bêmafî her tim hebûne, heta ku mirovahî heye ev ê berdewam bikin' razî bikin û vê yekê wekî xwezayî bidin qebûlkirin. Mebest ji vê yekê pir zelal e, ‘Hûn li dijî tiştekî ku wekî xwezayî dibînin dernakevin, ji ber ku ew her tim hebûye û her tim wê hebe’. Lê belê, şer, îstismar, bêmafî û dagirkerî her tim nebûye û ne xwezayî ne û ne jî mirovî ne.

Bi hezaran sal berê, bi derketina hiyerarşî û desthilatdariyê re, şerên êrişkar û tevgerên dagirkeriyê bi armanca berfirehkirina herêman, afirandina koleyan, desteserkirina keda mirovan û çavkaniyên binerdê, zêdekirina desthilatdarî û dewlemendiyê dest pê kirine. Ji ber ku yekemîn şêweyê desthilatdarî û îstismarê û bi taybet îstismarkirina jinan ji hêla mêran ve bû, hemû şer û dagirkerî ji hêla mêran ve tên serdestkirin. Ji ber vê yekê, her pêvajoya şer û dagirkeriyê bi êrişên taybet li dijî zayenda jinê tê meşandin. Jiyan, nirx, ked, qadên jiyanê û laşê jinan di hemû şerên ku cîhanê dîtine de rastiya herî berfireh a dagirkiriyê bûne. Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de, jin ji xwe hatine dûrxistin û ew xistine xizmeta pergala serdest a mêran. Paşê, gel bi rêbazên wekhev rastî qirkirina fîzîkî û çandî hatine, ji xwe hatine dûrxistin û kolekirin.

Xizanî û têkoşîna çînî ya jinan mijarên girîng in ku nîşan didin ka çawa newekheviyên civakî, hem li ser bingeha zayendî û hem jî li ser bingeha çînî, bi hev ve girêdayî ne. Têgiha "femînîzasyona xizaniyê" behsa wê rastiyê dike ku jin li gorî mêran di xetereya xizaniyê de ne. Sedemên sereke yên vê yekê ev in: kombûna di karên kêm-meaş û neewle de, karê lênêrînê yê bêmeaş (lênêrîna zarokan, lênêrîna pîran, lênêrîna nexweşan), karê nefermî, barê aborî yê li ser jinan di malên dêûbav-yekane de û newekheviya gihîştina mafên mîras û milk (di hin civakan de). Bo nimûne, li gelek welatan, jin ji bo kirina heman karî ji mêran mûçeyên kêmtir distînin. Wekî din, keda malê, her çend nirxa aborî hildiberîne jî, bi piranî nayê dîtin.

Li gorî teoriya marksîst a klasîk (li Karl Marx û Friedrich Engels jî dikarin binihêrin), çavkaniya bingehîn a newekheviya civakî xwedîtiya taybet a amûrên hilberînê ye. Lê belê, marksîzma destpêkê ji ber ku rewşa taybet a keda jinan bi têra xwe analîz nekiriye, rexne lê hatiye girtin. Di xebata xwe ya ‘’Çavkaniya Malbatê, Milkê Taybet û Dewletê’’ de, Engels zordestiya dîrokî ya li ser jinan bi derketina milkê taybet ve girêdide. Li gorî wî, baviksalarî û civakên çînî bi hev re bi pêş ketine. Ji aliyekî din ve, marksîstên femînîst ên nûjen li ser van xalan tekez dikin: kapîtalîzm xwe dispêre karê lênêrînê yê bêpere yê jinan, keda navmalî hilberîna hêza kar misoger dike û her wiha keda jinan hem li malê û hem jî li kar tê îstismarkirin.

Jin pir caran rastî zordestiya li ser bingeha çînî û hem jî li ser bingeha zayendî tên. Mînak, jinek ji çîna karker dikare di karekî kêm-meaş de bixebite, dema ku ew vedigere malê, dibe ku karê lênêrînê yê bêpere bike û her wiha dibe ku di temsîla sendîkayê de were marjînalîzekirin. Wekî din, ezmûna xizaniyê dikare ji hêla faktorên wekî etnîsîte, rewşa koçberiyê û asta perwerdehiyê ve were xirabtirkirin. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya "navberbûnê" îro girîngî bi dest xistiye.

Li seranserê dîrokê, jin di grev, sendîka û tevgerên civakî de roleke çalak lîstiye. Mînak 8ê Adarê Roja Jinan a girêdayî berxwedana karkerên jin, keda jinan a di sektorên tekstîl û xizmetê de ye. Tevgerên karker ên bi pêşengiya jinan li Amerîkaya Latîn, Rûsya û Asyayê têkoşînê xurttir kir. Her wiha heger em lê zêde bikin hin çareseriyên ku îro ji bo têkoşîna li dijî xizaniya jinan tên pêşniyarkirin jî hene. Mînak: mûçeyên wekhev ji bo karê wekhev, xizmetên lênihêrîna giştî, lênihêrîna zarokan a belaş, xurtkirina rêxistina sendîkayan û polîtîkayên xizmetguzariya civakî.

Wek encam, xizaniya jinan ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, lê di heman demê de pirsgirêkek avahîsaziyê ye jî. Ji ber vê yekê, têkiliya di navbera têkoşîna çînî û têkoşîna jinan de pir girîng e. Têkiliyên hilberînê yên kapîtalîst û avahiyên baviksalar dikarin hevdu xurt bikin; ji ber vê yekê, gelek ramanwer dibêjin ku wekheviya rastîn hem veguherîna aborî û hem jî ya civakî hewce dike. Her wiha dema ku em jin hewl didin li ser bingeha exlaqî û polîtîk avahiya xwe ya civakî ji nû ve ava bikin, li gorî vê modela civakî jî hewl didin ku têgihîştin û sazîbûna edaletê bi pêş bixin. Çawa ku feraseta edaletê ya ku bi civaka dewletparêz, desthilatdar û çînayetî serdest bûye, ji aliyê bindestan û kesên ku li beramber bêedaletiyê re rû bi rû mane wekî hinceteke têkoşînê tê bikaranîn; wan ew bi berfirehî bi kar anîn da ku xwe di hemû pergalên serdest, kolonyal de meşrû bikin. Hatiye rewşek wisa ku îro kesên ku neheqiyên herî mezin dikin dev ji gotina edaletê bernadin. Ev qirêjiya agahdariyê ya tund diafirîne û tenê bi rêya hevgirtin û yekbûna hêza jinan em dikarin vê pergalê pûç bikin û pêşeroja xwe misoger bikin.