Werin em dubendîyan bypass bikin
Her wekî pêşîyên me gotî: Yekîtî yekîtî yekîtî! Hevgirtin, hevgirtin, hevgirtin!

Roja we bi xêr û bereket be gelî xwînerên berkeftî
Ez hêvî dikim em jî rojekê bibin serfiraz û serkeftî
Ev çi kul û derd in, dibin para me
Ev çi hov û namerd in dikolin gora me
Em ketine tora hinekan bextê wan nîn e
Gelo em jî berê xwe bidin Çîn û Maçîn e?
Mixabin em dîsa bi kul û keseran ketin saleke nû. Me hêvî dikir ku di vê heyama nû de hinekî germahî û nermahî çêbe, gul û kulîlk li welatên me bibişkuvin, lê dîsa serma û seqem, zilm û zordarî bi ser me de hat. Bala xwe bidinê zarokên me ji tîna û ji birçîna dimirin, hemû derî li ser me hatine radan, nîrê zilmê li stûyê me tê badan, gelo em çi bikin?
Her wekî Baba Tahirê Hemedanî berî hezar salî gotiye:
Biçim biçim ji vê cîhanê der biçim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir biçim
Biçim ji hecîyanê hecê bipirsim
Ku ev dûrî bes e yan dûrtir biçim
Bi çûnê jî em ji zilma zordaran rizgar nabin. Ne bi şûştinê, ne jî bi kuştinê em ji hev rizgar nabin, mixabin erdnîgarîya me çarenûsa me diyar dike. Em jî zêde dilpak û dilzîz in, li serê her govendê dilîzin, yek dibêje, “dînê mubîn” yê dibêje, “sosyalîzm” em dengê hev nabihîzin gelî zindîyan, qet nebe, em dengê bav û kalê xwe, dê û dapîrên xwe bibihîzin.
Gelî xwaha û biraderan we dî dibêjin heta ku mirov di kendalekî wer nebe, per û bask bi mirov ve çênabin. Ê me jî wisa ye di van rojên giran de tiştek derket holê ku em bi hevgirtinê hene. Heke hevgirtina me tune be, em tune ne. Em wekî milet neyartîya kesî nakin, lê divê em teqez hevgirtina xwe xurt bikin, tiştên ku me ji hev dûr dixin pêhnê lêdin û bavêjin gora miraran. Her wekî pêşîyên me gotî: Yekîtî yekîtî yekîtî! Hevgirtin, hevgirtin, hevgirtin!
Em miletekî xwedan xîret û keramet in, lê em bi hev hene.
Kes ne mecbûr e biçe ser bîr û bawerîya yekî/a din, lê em miletek in, em ehlê hev in, bi hevgirtinê em ê bi ser bikevin. Ez dîsa bi çarîneke Baba Tahir balê bikêşim ser tiştekî din:
Te ku nexwendiye ilmê semawat
Te ku rê nebiriye der ji xerabat
Tu ku kar û zarara xwe nizanî
Kengî digihêjî yaran heyhat, heyhat!
Belê gelî heval û hogiran, divê em bixwînin, neqencîyan ji dilê xwe derxin û kar û zarara xwe bizanin. Wekî milet kar û zarara me di ku de ye, divê em nas bikin, gelî bawermendan! Bawerîya we bi çi tê li ser ser û her du çavan, lê em bawerîya xwe nekin kelem û asteng li ber hevgirtinê.
Werin em vê dinyalixê nas bikin
Gemar û qirêjîyan paspas bikin
Dubendî û neyartîyan bypass bikin
Bi dengekî bilind ji Rebê Alemê re spas bikin.
Xwe ji gur û wawîk û hêştiran xelas bikin.


