Tom Barrack û têkoşîna rêxistinkirî ya kurd

Rastiya ku dikare pêşiya vê hovîtiya xwînmêj bigire, ne dilovaniya hêzên navdewletî, belku asta têkoşîna bimaneyê û rêxistinkirî ya gelê kurd e, çonke heger ev berxwedana girseyî li çar parçeyên Kurdistanê û li dervayî welat nebûna, ne êrişên li ser Rojava dihatin sekinandin û ne jî destkeftiyên heyî dihatin parastin.

1 deqe xwendin
Tom Barrack û têkoşîna rêxistinkirî ya kurd

Vegera Tom Barrack bo herêmê û bi taybetî xebatên wî yên li ser xeta Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê, nîşaneya hewldaneke nû ya ji bo zindîkirina sîstema netewedewleta yekreng û navendparêz e, ku ev sed sal in li ser civakên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Ev nexşeya kevn a ku wextê xwe di berjewendiya hêzên Ewropaya Rojava de hatibû xêzkirin, îro li ber hilweşînê ye û hişmendiya hegemonîk a ku dixwaze bi rêya tundûtûjî, înkar û jenosîdê vê statuyê biparêze, krîzeke kûr a sîstemî dijî. Di bin siya vê siyaseta tunekirinê de, gelek gel, ol û bawerî hatin binaxkirin, ku yek ji qurbaniyên herî mezin ên vê pêvajoyê gelê kurd bû; lê belê vî gelî ev binaxkirin û qedera ferzkirî qebûl nekir û bi rêya berxwedaneke bêhempa gihîşt asta hebûneke dîrokî. Tevî vê destkeftiyê jî, pirsiyara sereke ev e ka gelo kurdan karîbûye nasnameyeke qanûnî û siyaseta fermî ya demokratîk mîsoger bikin ku dawî li hişmendiya înkarê bîne û Rojhilata Navîn ji hovîtiya talan û dagirkeriyê rizgar bike, da ku mîna her gelekî azad xwedî mafê jiyanê bin. Kêşeya herî mezin li vir e ku sîstema hegemonîk her çend di nav xwe de parçe bûbe û ber bi hilweşînê ve biçe jî, guherîna demokratîk a gelan qebûl nake û dixwaze bi rêya aktorekî mîna Ehmed Şera (Ebû Mihemed El-Colanî) û bi agir û hesin rewşa aloz serkut bike, ku êrişên li ser Rojava jî encama vê stratejiyê ne.

Rastiya ku dikare pêşiya vê hovîtiya xwînmêj bigire, ne dilovaniya hêzên navdewletî, belku asta têkoşîna bimaneyê û rêxistinkirî ya gelê kurd e, çonke heger ev berxwedana girseyî li çar parçeyên Kurdistanê û li dervayî welat nebûna, ne êrişên li ser Rojava dihatin sekinandin û ne jî destkeftiyên heyî dihatin parastin. Di vê serdemê de, stratejiya nû ya ku wekî ‘ji serok bo serok’ tê pênasekirin û Tom Barrack li herêmê dimeşîne, hewldana Trump a ji bo parastina hişmendiya netewdewletê ye ku tenê desthilatdaran li ser text diguherîne lê sîstemê wekî xwe dihêle. Ev siyaseta nû di heman demê de tolgirtinek e ji herikîna felsefî ya kurdan ku mînaka civakeke azad, jineke azad û ramaneke azad pêşkêşî mirovahiyê kiriye, lewma sermayendariya lûmpen mîna ku tola xwe ji ‘Komuna Parîsê’ hilde, êrişî vê vîna azad dike. Ji ber vê yekê ye ku aktorên mîna Trump, Erdogan û Barrack dixwazin wî şerê azadiyê û wê rêxistinbûna civakî ji nav bibe, çonke ew baş dizanin ku hebûna kurdan bi vê rêxistinbûnê ve girêdayî ye.

Di navbera her du xetên modernîteyê de nakokiyên navxweyî yên kûr jî hene, mîna daxuyaniyên Trump ên li hemberî Netanyahu ku nîşaneya şikestina sîstemê ye, ji ber ku Îsraîl qebûl nake ku li ser sînorên wê îslameke sunî ya radîkal li şûna xeta şîe bibe xetereyeke nû. Li aliyê din, gava ku lîderên herêmî bêyî dîtina van metirsiyan pîrozbahiyê li postên nû yên kesên mîna Barrack dikin, xefika herî mezin a siyasî derdikeve pêş, lewma pêwîst e mirovê kurd asta têkoşîna xwe bilindtir bike da ku nehêle ew xewna wan a zîvîn bi ser bikeve. Rojhilata Navîn mozaîka pêkhateyên cuda ye û eger sedsala nû nebe cihê naskirina vê cudahiya dîrokî, çandî û zayendî, dê herêm di nav deryayeke xwînê de bofone bike, lewma çareserî ne di navendparêziya faşîst de, belku di naskirina nasnameyên herêmî û mafê xwe-rêveberiyê de ye. Dogmatîzma heyî ya li herêmê hişmendiyeke faşîst û tundrew ava kiriye ku rê li ber bazirganên siyasî û aborî yên mîna Barrack vedike da ku li pey qazancê herêmê bikin qada lîstika kompanyayên xwe. Di encamê de, ev nakokiyên sîstemî û têkoşîna mafdar a gelê kurd, her çend di qonaxeke gelekî giran re derbas bibin jî, nîşan didin ku ev aramiya heyî tenê bêdengiya beriya bagerê ye û tenê çareseriya demokratîk a pirsgrêka kurd ku xwe dispêre banga aştiyê û avakirina civaka demokratîk dikare pêşiya vê hilweşînê û xwînrijandina paşerojê bigire.