Tirkiye li benda çi ye?

Ewqas dem di ser bangawaziya Bahçelî re derbas bû lê şert û mercên Abdullah Ocalan guherîn û ne jî zagon hatin amadekirin ji bo ku gerîla dikaribe siyaseta demokratîk bimeşîne. Ev çend car in desthilat dibêje ‘em zagonan amade dikin’, lê ev zagonên tên amadekirin çi ne kes nizane.

1 deqe xwendin
Tirkiye li benda çi ye?

Dewlet Bahçelî di cotmeha 2024an de di civîna koma partiya xwe ya meclisê de bangewaziyek kir. Di vê bangawaziyê de digot “bila Abdullah Ocalan, rêxistinê fesih bike û ji mafê hêviyê sûdê werbigire!” 

Di ser vê bangewaziyê re salek û nîv derbas bû lê heya niha ti gavên şênber nehatine avêtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bangawaziyeke dîrokî, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Piştî bangawaziya 27ê sibata 2025an PKKê kongreya xwe civand. Di kongreyê de biryara fesihkirin û bidawîkirina şerê çekdarî hebû. Hem di bangawaziya 27ê sibatê de hem jî di daxuyaniya PKKê de hat diyarkirin ku ji bo biryarên hatine wergirtin bikevin meriyetê hewcedarî bi sazkirina zemîna siyaseta demokratîk û naskirina hiqûqê heye. Her wiha PKKê got ‘’ji bo fesihkirina kongreyê bi tevahî pêk were hewce ye Rêber Apo karê mayî bixwe bi rê ve bibe’’. Ango diviyabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî bikaribe tev li karên meşandina fesihkirina PKKê û bidawîkirina şerê çekdarî bibe. Li gorî rastiyê jî wisa ye. Kê partî an jî tevgerek ava kiribe encax ew dikare biryarên nû bi rê ve bibe. Dewlet Baxçelî û Erdogan jî vê rastiyê baş dizanin. Dîsa jî dem derbas dibe lê hêj gaveke şênber neavêtine. 

Siyaset çi dike?

Ewqas dem di ser bangawaziya Bahçelî re derbas bû lê şert û mercên Abdullah Ocalan guherîn û ne jî zagon hatin amadekirin ji bo ku gerîla dikaribe siyaseta demokratîk bimeşîne. Ev çend car in desthilat dibêje ‘em zagonan amade dikin’, lê ev zagonên tên amadekirin çi ne kes nizane. Di serî de pêwîst bû pîvana mafê hêviyê pêk hatibûya. Desthilat li gorî xwe hinek guhertinan dixwaze bike, lê xuyaye ev guhertin ne ji bo demokratîkbûnê yan jî vekirina rêya siyaseta demokratîk, ji bo xitimandina pêvajoyê ye. Her wiha statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ne diyar e. Gelê kurd û tevgera azadiyê Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan qebûl dikin. Lê desthilat di vî aliyî de wekî ker û lalan tevdigere. Li girava Îmraliyê di nav sînorên girtîgehê de avahiyek hatiye çêkirin lê ev avahî navê wê çi ye ne diyar e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘ne xanî ye ne girtîgeh e, ne çûk e ne jî deve ye’. Dewletê xwestibû Abdullah Ocalan derbasî wir bibe. Lê ji ber nediyariya statuya wir, ev xwestek qebûl nekir. 

Axaftinên Bahçelî pêk nayên

Bahçelî di axaftina civîna koma xwe de anîbû ziman ku divê statuya Abdullah Ocalan diyar bibe. Heya niha Bahçelî gelek bangawazî kirin lê yek jî bi cih nehat. Di civîna dawî de qet behsa pêvajoyê nekir. Ligel vê serokê meclisê Numan Kurtulmuş axaftinên ecêb kirin. Ew dibêje, ‘siyasetê tişta diket ser milê wê kir niha dora rêxistinê ye’. Berdevkê AKPê Omer Çelîk jî dibêje ‘divê rêxistin xwe fesih bike’. Dema mirov guhdar dike matmayî dimîne. Divê were pirsîn ka siyasetê çi kiriye? Omer Çelîk nizanim ji ehmeqiya xwe nizanim ji nezanîna xwe wisa dibêje. Wekî ku henekê xwe bikin. Alîkarê serokkomar Cevdet Yilmaz jî li Amedê axivî. Ew jî dibêje, ‘divê zagonên demokratîkbûnê wekî şertekî çekdanînê nedin pêş’. Erê, PKK jî, Partiya Demê jî, derdorên bi demokratîkbûnê re eleqedar in jî heman tiştan dibêjin. Tu dê bêjî qey desthilat ne AKP ye, Partiya Demê ye. Madem divê zagonên demokratîkbûnê wekî şertekî çekdanînê nedin pêş gelo desthilat çima zagonan çênake?

Serê desthilatê tevlihev e 

Guhertinên li cîhan û Rojhilatanavîn bandorê li Tirkiyeyê jî dikin. Lê Tirkiyeyê hêj biryareke esasî nedaye. Stratejiya ‘ka em binihêrin çi diqewime’ dimeşîne. Pêşî li benda geşedanên Sûriyeyê ma, niha jî li benda encama şerê Îran/Amerîka-Îsraîlê maye. Tirkiye hê jî polîtîkaya pêşîgirtina mafê kurdan dimeşîne. Dev ji her tiştî berdaye, kurdan dişopîne. Jixwe wezîrê karê derve Hakan Fîdan û fermandarê giştî yê tirk, her carê dibêjin ‘em tevgerîna kurdan ji nêz ve dişopînin’. Ji şopandinê mebest ew e ku ew nahêlin tevgereke ku mafê xwe bi dest bixin, bi pêş bikeve.

Dewleta ku qaşo dixwaze pirsgirêka kurdî çareser bike, pirsgirêkê kûrtir dike. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurdî diyar e: Divê demildest mafê hêviyê pêk were û şandeya dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi muzakereyan bikin. Li her derê cîhanê pirsgirêk wisa çareser dibin. Heke ne wisa be, pirsgirêk dê kûrtir bibe û Tirkiye dê zêdetir tengav bibe. 

Encama şerê Îranê çi dibe bila bibe, ji Tirkiyeyê re ne bi feyde ye. Heke Amerîka-Îsraîl bi ser bikevin dê dor were dîzaynkirina Tirkiyeyê. Heke Îran bi ser bikeve dê bandora Tirkiyeyê ya li ser welatên din kêm bibe û dîsa bikeve rewşeke qeyranê. Di rewşeke ku qeyrana siyasî aborî heye de şerekî nû rû bide, Tirkiye dê zirareke mezin bibîne. Desthilata AKPê li gorî xwe li pey hinek lîstikan digere. Mixabin lîstik dibe demê dirêj bikin lê nikarin encamê biguherînin.