Sedemên bê hêvîbûna êzidiyan ji hikûmeta nû ya Iraqê
Heger hikûmeta Iraqê bi rastî bixwesta erkê xwe yê exlaqî û hiqûqî bîne cih, beriya her tiştî diviyabû rê li ber Fermana 74an girtiba. Dema ku hêzên çekdar ên fermî di tebaxa 2014an de Şengal bi tenê hişt û gel li ber rehma kêrên DAIŞê ma, peymana civakî ya di navbera dewlet û welatî de parçe bû. Ji ber vê yekê, gumanên civakê ne tenê gilî ne, lê belê hawarên heqîqetê ne ku dibêjin dewleta ku di roja teng de li pişta me nebe, çawa dikare di roja hênik de bibe xwediyê biryarên me.

Civaka êzidî, wekî yek ji kevntirîn pêkhateyên resen ên vê axê, di sedsala 21emîn de rûbirûyî karesateke wisa hat ku mirovahî li ber şermezar bû. Lê ya ku vê êşê girantir dike, ne tenê hovîtiya DAIŞê, lê belê helwesta sar û dûr a hikûmeta Iraqê ye ku wekî berpirsyara parastina welatiyên xwe dihat dîtin. Bêhêviya ku îro di nav êzidiyên Şengalê de heye, ne encama tesadufekê ye; ew encama salan a piştguhxistin, bêdengî û nebûna îradeyeke siyasî ye. Heger hikûmeta Iraqê bi rastî bixwesta erkê xwe yê exlaqî û hiqûqî bîne cih, beriya her tiştî diviyabû rê li ber Fermana 74an girtiba. Dema ku hêzên çekdar ên fermî di tebaxa 2014an de Şengal bi tenê hişt û gel li ber rehma kêrên DAIŞê ma, peymana civakî ya di navbera dewlet û welatî de parçe bû. Ji ber vê yekê, gumanên civakê ne tenê gilî ne, lê belê hawarên heqîqetê ne ku dibêjin dewleta ku di roja teng de li pişta me nebe, çawa dikare di roja hênik de bibe xwediyê biryarên me.
Piştî fermanê, hêviya herî mezin a civakê ew bû ku dewlet bi hemû giraniya xwe vê karesatê wekî ‘jenosîd’ nas bike. Rast e, gelek welatên cîhanê û saziyên navneteweyî ev wekî qirkirin qebûl kirin, lê li Bexdayê ev mijar di nav korîdorên burokrasî û hesabên siyasî de hat xeniqandin. Heger mafê êzidiyên hatiba dayîn, diviyabû Iraqê li qada navneteweyî ji bo naskirina fermî ya vê jenosîdê pêşengî bikira û bi qanûnên taybet mafên qurbaniyan garantî bikira. Ev nekirin, nîşaneya wê ye ku hîna jî êşa êzidiyan wekî mijarekê ‘derveyî’ navenda Iraqê tê dîtin. Ji aliyekî din ve, rewşa gorên komî wekî şahidekî bêdeng ê vê bêserûberiyê li Şengalê rawestiyane. Bi salan e hestiyên pîr, ciwan û zarokên êzidî di bin axê de li benda nasname û merasîmeke birûmet in. Heger hikûmetê bi rastî girîngî bi rûmeta însanî bida, nedibû ku ev gorên komî bi salan wisa vekirî yan jî bêyî lêkolîn bimana. Her roja ku derbas dibe û ew hestî di bin axê de dimînin, birîna civakê kûrtir dibe û baweriya bi edaletê kêm dibe.
Meseleya herî stratejîk û girîng jî, parastina Şengalê û naskirina hêzên ku ev ax bi xwîna xwe rizgar kirine ye. Dema ku her kesî pişta xwe da Şengalê, keç û xortên êzîdî bûn ku li dijî hovîtiyê sekinîn û çiyayê Şengalê ji dagirkeran paqij kirin. Îro, daxwaza herî rewa ya vê civakê ew e ku ev hêzên parastinê bi fermî werin naskirin û di nav sîstema parastinê ya Iraqê de xwedî statûyeke taybet bin. Heger Iraqê qedrê xwîna şehîdên Şengalê zanibûya, wê şûna ku zextê li van hêzan bike yan jî wan wekî ‘derveyî qanûnê’ bibîne, wê rûmet bidaya wan û ew wekî garantorên ewlehiya herêmê qebûl bikira. Ev ne tenê daxwazeke leşkerî ye, di heman demê de daxwazeke nasnameyî ye; êzidî naxwazin careke din çarenûsa wan di destê hêzên ku ew di dema fermanê de bi tenê hiştin de be.
Di çarçoveya rêveberiyê de jî, modela ‘xwerêveberiyê’ ji bo Şengalê ne tercîhek e, lê belê neçariyek e. Ezmûnên tal nîşan dan ku rêveberiyeke ji dûr ve, ku taybetmendiyên dînî û çandî yên civakê nas nake, nikare aramiyê bîne. Heger hikûmeta Iraqê bi rastî demokratîk û adil bûya, wê rê dabe ku êzidî di herêmên xwe de xwe bixwe bi rê ve bibin, saziyên xwe ava bikin û biryarên xwe yên aborî û civakî bixwe bidin. Lê mixabin, Peymana Şengalê û biryarên din ên siyasî bi piranî li serê civakê û bêyî vîna wan hatin girtin. Herwiha, mijara qerebokirina malên ku zerer dîtine û avakirina binesaziya Şengalê jî nîşaneyeke din a vê paşguhxistinê ye. Bi hezaran malbat hîna jî di kampan de dijîn, ji ber ku xaniyên wan wêran bûne û hikûmetê tu pêngaveke berbiçav ji bo qerebokirin û jinûveavakirina Şengalê neavêtiye. Çawa dibe ku dewletek ji bo herêmên din budçeyên mezin veqetîne, lê dema dor tê ser Şengalê dibêje ‘pere nîn e’ yan jî meseleyê dixe nav nakokiyên siyasî?
Di encamê de, bêhêviya civaka êzidî ji hikûmeta Iraqê ne ji valahiyê tê. Ew encama rûbirûbûna bi rastiya tal a dewletê ye. Heger Iraq bixwaze vê baweriyê ji nû ve ava bike, divê ji polîtîkaya ‘bêdengkirinê’ derkeve û ber bi polîtîkayeke ‘naskirinê’ ve gavan bihavêje. Naskirina fermî ya jenosîdê, vekirina gorên komî bi awayekî zanistî û birûmet, qebûlkirina îradeya leşkerî û siyasî ya xelkê Şengalê û qerebokirina madî û manewî, şertên bingehîn ên jiyana hevpar in. Heta ku ev gavan neyên avêtin, her gotineke hikûmetê ji bo êzidiyan tenê dê wekî xapandinekê û dirêjkirina êşê were dîtin. Şengal îro ne tenê herêmek e, lê belê îmtîhana edaletê û wijdanê ya hemû Iraqê ye.


