Rola festîvalên fîlman ji bo sînemaya kurdî
Her sal gelek fîlm tên hilberandin, ev berhemanan bi awayekî sîstematîk û profesyonel nayên pêşkêşkirin û belavkirin. Di warê sînemaya Kurd de pergaleke sazbûyî ya belavkirinê, kêm e an jî tune û gelek fîlm nagihêjin temaşevan

Îsal cara 3yemîn Festîvala Fîlman a Dusseldorfê tê lidarxistin. Di vê mihrîcanê de bi giştî 28 fîlm tên nîşandan. Festîvalên fîlman ên tên li darxistin platformên stratejîk û xwedî bandoreke berfireh in. Ew xizmeta bipêşxistina bazara sînemaya kurdî dikin û derfetên hêja ji bo belavbûn û danasîna fîlman derdixin holê.
Sînemaya kurdî, roja me ya îro, di bin bandora zext, sansûr û parçekirina di nava sînoran de li rêya xwe digere.
Li aliyekî zextên rejîmên desilatdar ên Rojhilata Navîn û polîtîkayên sansûrê, li aliyê din jî mekanîzmayên hegemonyayê yên pergala global, astengiyên dijwar li pêşiya sînemaya cîhanê ya azad û ya kurdî derdixe. Bêguman sînemaya kurdî yekser ji van kirinan bi bandor dibe.
Tevî van hemû zehmetiyan, sînemaya kurdî bi israreke mezin lêgerîna xwe ya afirîner didomîne. Ev berxwedan û berdewamî, bêguman hêviyeke girîng û îlhamên mezin dide hemû kesên ku bi sînemaya kurdî re eleqedar in.
Li her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr) û li dîasporayê, her sal hejmareke berbiçav a fîlmên kurdî, di nav de belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên metrajdirêj, tên çêkirin. Lê belê, piraniya van berheman bi derfet û bi hêza derhênerên takekesî tên afirandin. Derhêner bi rêya torên kesane û têkiliyên nefermî berhemên xwe diafirînin.
Li başurê Kurdistanê sîstemek federal heye û li Rojava jî statuya kurdan ber bi çêbûne ve ye; dîsa li bakurê Kurdistanê gelek şaredariyên kurdan û sazî hene ku ev tê menaya derfetên fînansekirina projeyan û piştgiriyeke sîstematîk ji bo sînemaya kurdî. Lê mixabin ev piştgirî derneketiye holê an jî hîn pir lawaz û qels e.
Piştgiriya ku heye jî di nav kom, partî û perçeayan de bi sînor e. Li vir edalet, hiqûq tune ye û polîtîkayek neteweyî û wekhev, nayê meşandin.
Ev kêmasiya piştgiriya sazîbûyî dibe sedem ku pêşketina sînemaya kurdî bi giranî li ser milên derhêner û afirînerên kesane be. Di vê çarçoveyê de, derhênerên ciwan ên xwedî heyecan û hezkirineke kûr a ji bo sînemayê, bi vîna xurt û kedeke bêdawî hewl didin ku sînemaya kurdî, ber bi asteke profesyoneltir û domdartir ve bibin. Mixabin dema ku piştgiriyê wernagirin ev xwestek û heyecan bi demê re dibe sedema bêbawariyê.
Tevî kêmasiyan jî platformek girîng e
Ji aliyekî din ve, yek ji mezintirîn kêmasiyên sînemaya kurdî, pirsgirêka belavkirin û nîşandana fîlman e. Tevî ku her sal gelek fîlm tên hilberandin, ev berhem bi awayekî sîstematîk û profesyonel nayên pêşkêşkirin û belavkirin. Di warê sînemaya kurdî de pergaleke sazbûyî ya belavkirinê, kêm e an jî tune ye. Her çiqas car caran nîşandanên taybet hebin jî ev hewldan têr nakin. Gelek fîlm nagihîjin temaşevanan. Tevî van hemû kêmasiyan ku li jor hatine destnîşankirin, di bazara sînemaya kurdî de platformên girîng û bibandor jî hene. Bi taybetî ji destpêka salên 2000î ve festîvalên fîlman ên kurdî yên li Ewropayê hatine destpêkirin, di warê belavkirin û nîşandana fîlman de roleke stratejîk û diyarker lîst. Ev roja me ya îro jî berdewam e.
Îro li Kurdistanê û li gelek navendên din ên cîhanê, festîvalên fîlman ên kurdî, rola pirekê di navbera afirînerên sînemayê û temaşevanan de dilîze. Li Kurdistanê her sal festîvalên fîlman li Duhok, Silêmanî, Amed û Rojava tên lidarxistin. Li aliyê din jî, li Ewropa û li deverên cuda yên cîhanê jî festîvalên navdar ên wekî Berlîn, London, New York, Hamburg, Amsterdam, Dusseldorf, Koln û gelek çalakiyên sînemayî yên din tên organîzekirin. Van festîvalan ji bo derhênerên kurd derfetên hêja peyda dikin ku dengê xwe bi zimanê sînemayê bigihînin temaşevanan.
Ev festîval ji bo derhêner û sînemevanên kurd, platformên girîng in. Danasîn û belavkirina fîlman xwedî rola berbiçav û giranbuha ye.
Bi taybetî ev festîvalên li welatên Ewropa yê tên lidarxistin piraniya wan bi alikarî û piştgiriya fonên heman welatan çêdibin. Li vir jî mixabin, parvekirinek wekhev kêm e.
Festîvala Fîlman a Dusseldorfê jî yek ji wan platformên girîng û bibandor ên sînemaya kurdî ye. Her çiqas ev mihrîcan di salên dawî de hatibin avakirin jî di demek kin de bandorek berbiçav derxistin holê. Festîval îsal cara 3yemîn bi bernameyeke tijî û dewlemend bi şiyara “Yekîtî
û berxwedan”ê tê organîzekirin. Komîteya festîvalê bi vê dixwaze balê bikişîne ser berxwedana Rojava. Afîşa mîhrîcanê jî guliyê jinên kurd e.
Ev festîval, bi nîşandana fîlmên kurdî yên ji cureyên cuda (belgefîlm, kurtefîlm û metrajdirêj), bi organîzekirina panel û nîqaşên kûr ên li ser rewş, pirsgirêk û perspektîfên sînemaya kurdî û bi tevlêbûna sînemavan û derhêneran tê li darxistin.
Bi vî awayî, Festîvala Fîlman a Dusseldorfê ne tenê derfetê dide nîşandana berheman, lê di heman demê de qadeke hêja ye ji bo danûstandina raman, avakirina torên pîşeyî, xurtkirina hevkariyan sînemevanên kurd.
Di bernameya festîvalê de fîlmên din ên wekî ‘Sibê Dereng e’, ‘Hemo’, ‘Kardeş Turkuler’, ‘Rootless Resident’, ‘Arzela From Amed’, ‘Threads Of A Revolutıon’ û gelek berhemên din ên biqîmet jî cih digirin. Di dawiya festîvalê de, gelek fîlm bi xelatên cur bi cur (di nav de xelatên ‘Mafên Mirovan’, ‘Fîlmên Berxwedanê ya Halîl Dag’, ‘Xelata Rûmetê ya Jîna Emînî’, ‘Yilmaz Guney” û ‘Derhênerên Cîwan’ tên xelatkirin. Ev xelat ne tenê qedirgirtina berheman, lê di heman demê de nîşaneya piştgiriya sînemaya kurdî ye jî.
3yemîn Festîvala Fîlman a Dusselorfê
Festîvala Fîlman a Dusseldorfê di navbera 17 û 19 nîsana 2026an de li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê tê lidarxistin. Di çarçoveya vê mihrîcanê de bi giştî 28 fîlm tên pêşkêşkirin; ji van 3 fîlmên metrajdirêj, 17 kurtefîlm û 8 belgefîlm in. 11 fîlm ji Bakur, 7 fîlm ji Başûr, 3 fîlm ji Rojava, 5 fîlm ji Rojhilatê Kurdistanê û 3 fîlm jî yên derhênerên navneteweyî ne ku mijarên wan bi kurd re eleqedar in. Festîval bi fîlma, ‘Heval Birako’ ku ji aliyê derhêner Nûman Yîgît ve hatiye kişandin, deriyê xwe vedike. Ev berhema ji Rojava, berxwedana gelê Rojava û têkoşîna wan a dîrokî ya li dijî DAIŞê tîne ser perdeya spî.


