Rêzan: Zimanê dayikê ji bo pêşketina derûnî ya zarokan pir girîng e
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” li dar xist. Di komxebatê de Seroka Komaleya Berî Her Tiştî Zarok Rezan Kaya diyar kir ku zimanê zikmakî li ser pêşketina derûniya zarokan gelek girîng e û xwest her kes ji bo vê yekê têbikoşin.

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û gelek saziyên sivîl ên ji bajarên Amedê Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re”organîze kir. Komxebata ku îro dest pê kir dê sibê jî bidome. Di komxebatê de endamên saziyên zarokan, saziyên sivîl û gelek kes amade bûn. Endamê Komaleya Berî Her Tiştî Zarok Mazlum Mengûç, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Saman, endama Navenda Mafên Zarokan a FÎSAyê û parêzvana mafên zarokan Ezgî Koman, derûnnas Hatîce Goz weke axêver tev li komxebatên bûn.
Bandora zimanê dayikê ya li ser derûniyê
Ewil Seroka Komaleya Berî Her Tiştî Zarok Rezan Kaya axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û axaftina zimanê zikmakî ya bi zarokan re û got: “Zarok bi gelemperî bi zimanê xwe yê dayîkê bi hevalên xwe re dilîzin. Çîrokên ku ji zarokan re tên gotin, zimanê dayikê ye. Zarokê ku zimanê dayikê nizane, asîmîle dibe. Lêbelê, zimanê dayikê, zimanê ku zarok pê mezin dibe, pê re dijî û pê re hestên xwe tîne ziman e. Ev ziman, ji bo pêşketina psîkolojîk a zarokan jî gelek girîng e. Gava ku zarok bi zimanê dayikê mezin nebin, wê hestê bi kêmasiyê dikin û ev yek bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike. Ji ber vê yekê, divê em hemû ji bo parastin û pêşvebirina zimanê dayikê hewl bidin.”
Raporên li ser zarokan parve kirin
Piştî axaftina Rezan Kaya; Mazlum Mengûç “Rapora xebata qadê ya binpêkirina mafên zarokan a li 5 bajarên heremên erdhejê” pêşkeş kir, Omer Saman jî “Xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên li ser zarokan” parve kir. Piştî axaftina Omer Saman navberek kurt hate dayîn. Dû re di rûniştina ewil a komxebatê de ku moderatoriya wê Selvî Tûnç kir, Ezgî Koman li ser mijara “Li Tirkiyeyê ji aliyê maf û azadiyên zarokan ve lawazbûna berpirsiyariya giştî” axivî. Dû re Hatîce Goz jî li ser mijara “Di jiyana rojane de li mafên zarokan nêrîn” axivî.
Komxebat dê bi rûniştina duyemîn berdewam bike.


