Remza berxwedan û têkoşînê: Sakine Arat

Gava qala Dayîka Sakîne tê kirin têkoşerî,  berxwedêriya li ber deriyê zindanan,  piştevanî, dilxwazî û dilsoziya ji bo aştî û azadiyê tê bîra mirov.

1 deqe xwendin
Remza berxwedan û têkoşînê: Sakine Arat

Gava qala Dayîka Sakîne tê kirin têkoşerî,  berxwedêriya li ber deriyê zindanan,  piştevanî, dilxwazî û dilsoziya ji bo aştî û azadiyê tê bîra mirov.

Dayîka Sakîne, ji aliyê Tevgera Azadiyê û tevahiya gelê kurd ve weke kesayeteke êşên mezin kişandiye, jiyaneke pîr, pak, paqij û ligel jiyana wê ya bi zor û zehmetiyên mezin jî, dayîkeke berxwedêr, dilovan, mirovhez, azadîxwaz û aştîxwaz dihat nasîn. 

Li gor vegotinên wê, piştî serhildana Şêx Seîd, rayedarên dewleta Tirkiyeyê gelek malbatên naskirî yên pêşengî ji gelê kurd re dikirin, ji Kurdistanê sirgûnê bajarên Tirkiyeyê kirine.

 Ji van malbatan yek jî malbata Dayîka Sakîne bûye, ku bapîrê wê sirgûnê "Tavşanli" ya navçeya bajarê Kûtahyayê hatibû kirin. Dayîka Sakîne jî, weke gelek kurdên ku koçberî û mişextîbûn li ser wan weke çarenûseke reş û nebixêr hatibû ferzkirin, di sala 1935an de li dûrî axa Kurdistanê û li xerîbiyê çavê xwe li jiyanê vedike.

Li Tavşanliyê dest bi dibistana seretayî dike. Lê ne bi zimanê kurdî, bi tirkî... Di 17 saliya xwe de, bê dil û bêyî daxwaza wê bi darê zorê hat zewicandin.

Ji ber ku bi tirkî dest bi dibistanê kiribû û di nava mala wan de jiyan bi kurdî bû, bi tirkî jî, bi zaravayên kurmancî û  Kirmanckî yên kurdî jî baş zanibû. Di wê heyamê de, ji ber polîtîkayên pişaftinê û qedexeyên li ser zimanê kurdî, gelê kurd di têkiliyên saziyên fermî yên dewletê de zehmetiyên mezin  dikişand. 

Bi taybetî jî di dema çûna nexweşxane û bijîşkan de, ji ber qedexeyên li ser ziman û nasnameya kurdî, nezanibûna gelê kurd a bi tirkî û nezanîna bijîşkan a bi kurdî, dibû sedema navlêkirina şaş a nexweşiyan û rê li ber mirina nexweşan vedikir.

Em di bîranînên Dayîka Sakîne de dibînin ku zanîna wê ya zimanên kurdî û tirkî, bi wergêriya wê ya serwext a navbera nexweş û bijîşkan, derdê nexweşan hatine fêmkirin, rê li ber dermankirinên şaş hatiye girtin û bi saya Dayîka Sakîne gelek nexweşên zarok, jin û mêr ji mirinê rizgar bûne.

Piştî zewacê û vegera bajarê Amedê jî, hem tengezariyên ji nava malê û malbatê, hem jî bêderfetiyên jiyanê, êş û azar, tirs û fikarên Dayîka Sakîne yên ji bo jiyana zarokên wê zêdetir kirine. 

Zarokên wê yên ku di şert û mercên pir zehmet de mezin bûn, ji ber nêrîn û ramanên xwe yên xwedîderketina nirxên xwe yên neteweyî bûn hedefa dewletê. 

Di destpêkê de Tacettin di sala 1979an de hat girtin. Salek di pey Tacettin re, dema derbeya eskeri ya 12ê ilonê dest pê kir, Camal jî hat girtin. Êdî du kurên Dayîka Sakîne di zindanê de bûn û piraniya dema Dayîkê li ber deriyê zindanê derbas dibû. Tacettin piştî 4 salên li zindanê, li pişt deriyên hesinî girtî ma û derket, Beşdarî nava refên têkoşînê bû û careke din agahî jê nehat girtin. Dayîka Sakîne ne ew dît ne jî dengê wî bihîst.

Semraya ku ligel nerazîbûna wê û  Dayîka Sakîne jî, di 13 saliya xwe de bi darê zorê tê zewicandin, dema agahiya cezayê darvekirinê li kekê wê Cemal hatiye birîn dibihîze, ji ber êş û xemgîniya giran a kekê xwe dawî li jiyana tîne.

piştre jî, Serwet di qezayeke trafîkê de bi awayekî bi guman jiyana xwe jidest dide. Dayîka Sakîne digot Serwetê min ji aliyê hêzên tarî û bi awayekî kiryar nediyar hate qetilkirin. Ew perdeya bi guman a li ser qezaya ku Serwet têde jiyana xwe jidest da qet ranebû û sedema qeezayê nehat ronîkirin.

 Têkoşîna Dayîka Sakîne ya li ber zindanan berdewam bû; heta serdema pêvajoya Rojiya Mirinê ya 1984an, ku Cemal jî bi hevrêyên xwe yên berxwedêr ên zindana Amedê re tev li vê çalakiyê bû. Di vê çalakiyê de gihîşt şehadetê. 

Salên li ber deriyê Zindana Amedê derbasbûyî, ji bo ku zilm û îşkenceya li ser kurê wê Camal Arat û hevreyên wî yên zindanê  were rakirin, ji derbekarê 12ê Îlonê Kenan Evren, Serokwezîrê wê demê Turgut Ozal heta Serokê meclisê yê wê demê, deriyê rayedarên dewletê yên ku Dayîka Sakîne lê neda nemabû, lê yek rayedarek dewletê dengê qerîna Dayîka Sakîne nebihîst û nexwestin bibihîzin.

3 kurên ku di doza azadiya gelê xwe de û di oxira çand, ziman, nasname û xirxên xwe yên neteweyî de tevlê karwanên nemiran bûn. Keçeke wê jî ji ber derd, kul û kesera kekê xwe yê cezayê îdamê lê hatibû birîn dawî li jiyana xwe anî. Serwet di qezayeke bi guman de jiyana xwe jidest da...

Dayîka Sakîne, ya ku êşa dijwar û xedar a 5 zarokên xwe di kurahiya dilê xwe de jiya, ji bilî Cemal, Semra û Sewet, heta dawiya jiyana xwe  hewldana dîtina Tacettin û Mûrad domand. Lê wê jî weke  bi hezaran dayîkan bi çavên dinyayê gorên zarokên xwe jî nedît. Bi hêviya ku Tacettin û Mûradê wê rojekê bên, deriyê mala xwe vekirî dihîşt. 

Ew hêvî, bendewarî û çavlirêtiya wê ya ku dê zarokên wê rojek werin, wek roja ku ji malê derketibûn teze û zindî bû. Dayîka Sakîne, ji bo ku armanc, xewn û xeyalên zarokên xwe yên evindarên azadiyê pêk bîne, her kêliya 50 salên dawî yên temenê xwe bi têkoşîn û berxwedana ji bo serkeftina doza azadiyê, welatekî di nava aştî, azadî û aramiya gelê kurd ê bindest derbas kir.

Wê, ji bo heval, hogir û hevrêyên Cemal digot; ‘Bêhna Cemalê min ji we tê. Hûn hemû ji bo min Cemal in, Tacettin in, Mûrad in, Semra ne, Serwet in.’ 

Çend rojên dawî yên nexweşiya giran ne têde, Dayîka Sakîne heta roja 13ê Adara 2025an ku koça xwe ya dawî kir, ji bo doza azadiya gelê kurd bi ser bikeve, bi şev û roj li pey doza zarokên xwe yên têkoşer beziya, xebat kir, têkoşîn meşand.

Em ê tu car te, mirovheziya te û dilsoziya te ya doza azadiyê jibîr nekin. Tuyê her tim di dilê me, dayîkên ku bi te re mil bi mil têkoşîn meşandin û di dilê tevahiya gelê kurd ê bi xîret de bijî.

Di salvegera yekemîn a koça te ya dawî de, em di kesayetiya te, dayîka berfo û hemû dayîkên têkoşer, dildar, dilxwaz û   dilsozên Aştî û Azadiyê yên ku li pey armanc, xewn û xeyalên zarokên xwe têkoşîn meşandin, bi bêrîkirin, hêvî û hesreta dîtina welatê azad û jiyana bi rûmet koça xwe ya dawî kirin, bi minet û rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên we ditewînin.