Pêngavek nû ya diplomasiya kurdan

Di encamê de, rewşa tevlihev a herêmê hîn dewam dike. Weke pir caran tê gotin, qasî xeteran ewqas derfet jî hen in, êdî zanebûn, hişmendî û amadekariya hostayî encamê dide diyarkirin.

1 deqe xwendin
Pêngavek nû ya diplomasiya kurdan

Her çendîn dereng jî mabe, di dîplomasiya kurdan de pêngavek kêrhatî hat despêkirin. Gava yekê, bi vexwendina Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed hat despêkirin, a ji bo Konferansa 62yemîn a Ewlekariya Munîhê.

Gava duyemîn jî, bi vexwendina Rohilat Efrîn û Îlham Ehmed a ji bo Parlementoya Ewropayê hat dewamkirin. Ev pêngava nû ya diplomasiya kurdan, di encama biryara seferberî û berxwedana demdirêj a li Rojava û bi vê serhildanê re, bilindbûna xûrt a piştgiriya her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyê cîhanê hat despêkirin.

Li gel van gavên dîplomasiya derve yên navneteweyî, hewldanên hundirîn ên ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî jî hinêk gav hatin avêtîn.

Mînak, piştî dan û standinê germ ên Mezlûm Ebdî û rêveberên Rojava, bi rêveberên Başûr ên PDKê Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Berzanî re, di van rojên dawî de heman hevdîtinên germ bi rêveberên YNKê Bafel û Qubat Talebanî re jî pêkhat.

Di vê hevdîtinê de, diyarbûna beşdariya Tom Barrack ê nûnerê Trump ê Sûriyeyê û Balyozê Mezin ê DYAyê li Tirkiyeyê, gelek bal kişand ser xwe. Di van pêşhateyan de du mijarên girîng derdikevin pêş.

Yek; sedemên ji nişkave rûdana van bûyerên dîplomasiya di asta bilind a derve ya navneteweyî û hewldanên hundir ên yekîtiya neteweyî. Dudu; armancên hegemonên cîhanê ji van gerên dîplomasiyê!

Pêşî divê ev baş were zanîn ku, heke berxwedana ewqas bi hêz, bi biryar û demdirêj a Tevgera Azadiyê ya pişta xwe dispêre hêza gelê xwe yê Kurdistanê ne bû ya, ne piştgiriya dostên enternasyonalî ewqas pêkdihat û ne jî vexwendina van konferans û civînên navnneteweyi pêk dihatin.

Herwiha divê armancên hegemonên cîhanê ji van têkiliyên bi kurdan re jî, di çarçova vê hêz û helwesta Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêberê wê de were şîrovekirin. Herwiha di vê asta bilind de van vexwendinên wan jî, divê li ser vê bingehê were dîtin.

Heke ev biryardarî û helwesta tevgera azadiya gelê Rojava, ya ku hemû kurdên li her deverê bi hest û hişmendiyek yekîtiya neteweyî li gel xwe civand û xiste nava tevgerê nebûya, hema hema hemû nûnerên dewletên giregirên cîhanê, ji bo çûna Şamê ketibûn rêzê û diçûn  seredena Colanî û bi navê alîkariyê, gelek bi comerdî bi sedan milyon dolar û euro pêşkêşî koma cihadistên HTŞa Colanî dikirin.

Lê belê piştî ev biryardariya berxwedana bi rûmet a bi bandor dîtin, siyaset û helwestên wan guherin û êdî weke du hêzên hevseng: Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û rêveberiya demkî ya Şamê, bi fermî û bi hev re pejirandin û vexwendin û hwd.

Helbet, divê vê mijara şerê 3yemîn ê cîhanê jî, em bînin bîra xwe û bi taybetî jî, di vê mijarê de rola erdnîgariya Kurdistanê û tevgera gelê Kurdistanê, çendîn girîng e û watedar e, divê herkes li ber çavan bigre û li gor wê siyaseta xwe sererast bike û helwesta xwe nîşan bide.

Li gel şer û cenga Ukraynayê, Xezayê û hwd. ku hîn temam nebûne, niha jî narqoz û zengil û alarma şer û cenga Îranê û DYAyê lê dide.

Trump, ji bo vî şerê Îranê, gelek zelal nayê zanîn ku gelo wê çendîn erk û peywirê bide ser milê Îsrailê û çendîn bide ser milê Tirkiyeyê?

Jixwe nakokiyên navbere Tirkiye û Îsraîl jî gelek bi guman in; di rû de xwe neyarên hev nîşan didin lê li gelek deverên girîng jî, nepenî yan aşkere bi hev re tevdigerin.

Mînak li ser Somalî û Somalîlandê, Tirkiye û Îsraîl bi hev ketine; Tirkiye Somaliyê diparêzê, Îsraîl Somalîlandê diparêze, de kerem bikin!

Li aliyê din, xwedêgiravî li ser mijara Xezayê dijberî hev in, lê di desteya aştiya Xezayê de ku Trump wê ava kiriye, ji bo rêveberiya wê him Tirkiye û him Îsraîl bi hev re tê de cih digrin. Bi gotinek din, di vê saziyê de Wezirê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezirê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar wê milên xwe bidin hev!

Li Sûriyeyê, wê çawa li hev bikin hîn ne zelal e, lê belê li Iraqê, xwedêgiravî Hakan Fîdan ketiyê rê û li dijî Îranê wê Bexdayê bide xebitandin.

Lê em bala xwe didinê ku, bi navê wê li dijî Haşdî Şabî ya girêdayê Îranê tevbigerin, berê xwe dane Şengal, Mexmûr û Qendilê.

Heke Bexda û Hewlêr, bi hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê razî nabin, wê wextê Şengal ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava daxwaz bike ji bo sînor ji nav xwe rakin û xwe bikin yek, ma nabe gelo?

Di encamê de, rewşa tevlihev a herêmê hîn dewam dike. Weke pir caran tê gotin, qasî xeteran ewqas derfet jî hen in, êdî zanebûn, hişmendî û amadekariya hostayî encamê dide diyarkirin.

Herwiha, zemînên erênî ji bo pêşvexistina pêngava dîplomatîk hene û heke xebat baştir bên kirin wê serkeftinên zêdetir karibin bên bidestxistin.