Nêzîkatiya rayedarên dewletê baweriyê nade

Di ser ragihadina peyama 27ê Sibatê ya bi perspektîfa "Aştî û Civaka Demokratik" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re salek derbas bû.

1 deqe xwendin
Nêzîkatiya rayedarên dewletê baweriyê nade

Di vê dema derbasbûyî ya salekê de, di çarçoveya pêdivî û pêvistiya helwest û nêzîkatiya bi berpirsiyarî û niyeta baş a ji bo avabûna bingeh û binesaziya Aştî û Civaka Demokratîk pêwistî bi avêtina gavên erênî û pêbaweriya aliyan hebû ku ji bo qanihbûna gelê kurd, tirk û raya giştiya cîhanê bihata avêtin.

Li ser daxwaza birêz Ocalan, PKKê bi berpirsiyariyeke  muxatabiya aliyê tevgera azadiya gelê kurd, bi armanca vekirina rêya çareseriya pirsgirêka sedsalan bêyî ku demê winda bike  di 5 û 7ê Gulana 2025an de kongreya xwe civand û di 12ê Gulanê de biryara xwe ya çekdanînê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. 

Ji bo ku vê biryardariya xwe ya di mijara çakdanînê de bi gel, civakê û raya gişti bidin zanin, di 11ê Tîrmehê de komeke ku ji 30 gerillayên jin û mêr pêk dihat bi merasimekê li pêşberî çavê raya giştî ya cîhanê çekên xwe şewitandin. 

PKKê di 26ê Cotmehê de dîsa ji bo biryardariya xwe ya berdewamiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin bi daxuyaniyekê aşkere kirin ku hêzên xwe yên çekdar ji nava sînorên tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê kişandine qadên parastina medyayê û bi avêtina van gavan biryardarî û girêdana xwe ya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk danîn holê.

Li hemberî van gavên ji bo çareseriyê yên pêşeng û muxatabên tevgera azadiya gelê kurd, aliyê dewletê jî, 5ê tebaxê di binê banê parlementoyê de bi navê "Komîsyona Piştevaniyê Ya Yekîtî, Hevgirtin û Xuşk û biratiyê" ava kir.

Vê komisyonê bi gelek sazî û dezgehên sivil, partiyên siyasî, alî û derdorên cûda yên civakê re hevdîtin kir û nêrînên wan guhdar kir.

Di dema hevdîtin û guhdarkirina van saziyên sivîl û beşên civakê de, ya herî balkêş û dil êş jî ew bû ku, dema hevdîtina komîsyonê ya bi Dayîkên Aştiyê re, qutkirina axaftina dayikan a bi kurdî û piştre jî, li Amedê  axaftina Serokê meclisê Numan Kurtulmuş a bi kurdî bû. Vê rewşê, di kesayetiya komîsyonê de helwest, niyet û nêzîkatiya aliyê dewletê ya durû nîşanê gel, civakê û raya giştî ya cîhanê daye.

Nêzîkatî û israra dewletê û komisyona meclisê ya bi gotina "Tirkiyeya Bê Teror" pêbaweriya gelê kurd a bi vê pêvajoyê qels kiriye, şikandiye û bûye sedem ku gel û civak di derbarê pêvajoyê de bibe xwedî fikar û guman.

Jixwe ev nêzîkatiya rayedarên dewletê ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ye û ji hêvî, bendewarî û daxwazên gelê kurd re nabe bersiv. Ji pêşwazîkirina daxwazên gelê kurd dûr e.

Ji destpêka avabûna komarê heta vê demê têkoşîna ku ji aliyê gelê kurd ve hatiyê meşandin, xwêdana ku hatiye rijandin û berdêlên ku hatine dayîn, di oxira çand, ziman, masname û nirxên neteweyî de hatine dayîn.

Loma jî, pêwiste naveroka rapora ku ji aliyê Komîsyona di binê banê parlementoyê de hatiye amadekirin, bibe reçeteya dermankirina birînên ku bûne sedema êşên mezin, maf û azadiyên wekhev ên gelê kurd, tirk û tevahiya civakê di nava xwe de bihewîne ku, daxwazên gelê kurd û tevahiya civakê bicih bên, birîn bên kewandin û êş bên dermankirin.