Nexşerêya nû ya bajarên jinan

Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan li ser îlankirina bajarê jinan a Nisêbînê, parastina wê bang li jinan û gelan kir ku li bajarê jinan xwedî derkevin û got: “Em dibêjin; heta ku jin ji nav malan rizgar nebe, civak jî wê nikaribe ji bin dagirkeriyê rizgar bibe.”

1 deqe xwendin
Nexşerêya nû ya bajarên jinan

Lîjneya Jinan a Rêveberiyên Herêmên Demokratîk ya DEM Partiyê, di 20ê kanûn 2025an de bi dirûşma “Deklerasyona Ber bi Bajarên Jinan Ve” li Amedê bi deklerasyonekê aşkere kir ku wê 5 bajarên Kurdistanê wek bajarên jinan îlan bikin û nexşerêya birêvebirina jinan a bajaran diyar bikin. Piştî deklerasyonê di serî de Amed û Wan, wek bajarên jinan hatin îlankirin. Herwiha bi boneya 8ê Adarê jî di 4ê adarê de Nisêbîna ku bi berxwedana jinan tê nasîn û di 6ê adarê de jî Cizîra Botan ku bi serhildêriya jinan tê nasîn, wek bajarên jinan hatin îlan kirin.

Em li ser îlankirina bajarê jinan a Nisêbînê, armanca bajarê jinan û xebatên wê yên dema pêş de bi hevşaredara Nisêbînê Gulbin Şahîn Daghan re axivîn.

Gulbîn Şahîn Daghan li ser dîroka bajarê Nisêbînê ya pirçandî, pirzimanî û pirbawer û li ser peşengiya jinan wiha got: “Gotineke kurdî heye ez dixwazim ji wê dest bi axaftina xwe bikim. Dibêjin; ‘Te çi li ku derê winda kiriye, biçe li wir bigere’. Nisêbina rengîn cihê xezîneya me ya windabûyî ye û em li xezîneya xwe digerin. Nisêbîn xwedî dîrokî xwe ya kevnare heye. Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta niha di dilê Kurdistanê de text vedaye û cihekî xwe yên pir girîng heye. Bi pêşengtiya jinan jiyaneke pirrengîn, pirdengîn, pirçandî, pirzimanî û pirbawerî hatiye avakirin. Gelek neteweyên cuda yên wek ereb, suryan, ermenî, êzîdî û hwd. Bi sedhezaran salan e ku bi hev re jiyan e û hê jî bi hev re vê jiyanê berdewam dikin. Nisêbîn di rastiya xwe de bajare jinan e û bi pêşengiya jinan civakeke çandî, pirzimanî û pirbawerî hatiye avakirin. Nisêbîn ku îro jî wek bajarê jinan tê îlan kirin, bingeha xwe ji vê dîroka herî kevnare ya jinxasiyê digire. Pênaseya Nisêbîna rengîn jî bingeha xwe ji vê heqîqetê digire.”

‘Nisêbîn bi berxwedana jinan tê nasîn’

Gulbîn Şahîn Daghan di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên meclisên jinan, sazî, akademiya pêşanga têkoşîna jinan Sakîne Cansiz a ku 2014an û 2015an li Nisêbînê hatibûn avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bajarê Nisêbînê herî zêde bi berxwedan û serhildana jinan tê nasîn. Jinên Nisêbînê di her serdemê de rista xwe lîstine û pêşengiya gelek berxwedanên mezin kirine. Pêvajoya xweseriya demokratîk rûyê berxwedan û serhildana jinan a herî şênber e. Meclisa jinan a bajarê Nisêbînê û meclisa jinan a Şaredariyê bi her awayî pêşengî ji pêvajoya xweseriya demokratîk re kirin û berdêlên pir mezin jî dan. Di 2010an de ji aliyê seroka me ya şaredariyê yê berê Ayşe Gokkan ve Nisêbîn wek bajarê jinan hatibû îlankirin. Ji wê demê hata 2015an gelek xebatên heja hatin kirin. Li dijî tundiya li ser jinan, ji bo piştevaniya derûnî, civaknasî, hiqûqî, pîşevaniyê saziya jinan a Gulşîlav û akademiya Sakîne Cansiz hatin vekirin û xebatên pir girîng dan meşandin. Ji bo vê yekê jin bûn hedefa hişmendiya mêran e yên wek qeyûman. Dema ku qeyûm hat Şaredariya me dagirkirin jî, yekemîn êrişî destkeftinên jinan kirin û herî zêde polîtîkayên şerê taybet ên derexlaqî li hemberî jinan dan meşandin. Ji endamên meclisa jinan bajarê Nisêbînê û meclîsa jinan a Şaredariyê gelek hevalên me hatin girtin, kuştin û sirgûn kirin. Xebatên jinan hatin astengkirin, jin ji aliyê mêrperest û olperestan ve di malan de hatin hepiskirin. Mêrperest û olperestan xwest ku di kesayeta jinan de civaka komunal a ku bi pêşengiya jinan de hatibû avakirin wê civakê têk bibin, civakê biçewsînin û keda jinan tune bikin. Lê jinên Nisêbînê destûr nedan ku hişmendiya mêrperst û qeyûmên dagirker bi ser bikevin, li ked û destkeftinên xwe xwedî derketin, ji nû ve zîndîbûn û xwe afirandin.”

Nexşerêya bajarê jinan

Gulbîn Şahîn Daghan li ser xebatên xwe yên serdema nû, nexşerêya bajarê jinan û komkirin û vekirina melqa tohvê dayikê ev tişt anî ziman: “Berî ku em bajarên jinan îlan bikin, me di destpêkê de midûriyeta polîtîkayên jinan û navenda jinan a bi navê Navjîn ava kir. Di navendê de 15 hevalên me yên jin dixebitin. Me li hemû tax û gundan de xebatên ku jin ji me çi dixwazin û em dikarin ji bo jinan çi bikin, me bi hezar û pênsed jinan re rû bi rû hevdîtin kir, bi SAMERê re xebatê ankêtan çêkir û me hev re nexşerêya bajarê jinan derxist. Îlana kirina bajarê jinan jî di encama nexşerê yê de derket holê. Bajarê jinan dê ji ewlehiya jinan, heta aborî, derûnî, siyasî, çandî, zimanî, bawerî û li hemû qadên ku jin lê dijîn dê ramana jinxasiyê were birevê birin û xeteriyên ku qeyûman di civakê de daye çêkirin, ji bo ku ew xeterî ji holê rabibin em bi her awayî xebatên xwe bidin meşandin. Dixwazim du minakan bidim, di nava Nisêbînê de trên tê û diçe lê mixabin rawestgeha wê û lembeyên wê tune. Lewra qeza çêdibin. Dîsa li nava bajêr gelek park hene. Qeyûm diwarê wan parkan wek diwarên qerekolan reş, bilind û kirine cihê fihuş û hişbirê. Em vêga bi awayeke pratîk li ser van cihan xebatên dimeşînin. Lembeyên rêya trênê û ya parkan bi rengê jinan dixemlînin û diwarên parkan nizm dikin. Ji bo jin bi her awayî xwe rehet û azad hîs bike û di ewlehiyê de bibîne vê xebatê didin meşandin. Dîsa bi vê ve girêdayî me bi pêşengiya jinan firin û lokanta vekir. Me xebata komkirina tohvê dayikê da meşandin û melqa tohvê dayikê vekir. Herwiha navenda çand û hunerê dê were avakirin û cihên jiyana bêsînor ên jinan werin vekirin. Ev xebat hemû di çarçoveya nexşerêya îlankirina bajarê jinan de tên kirin.”

Banga ji bo parastina bajarê jinan

Gulbîn Şahîn Daghan wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Em bang li hemû jinan û gelan dikin ku li bajarê jinan a Nisêbîna rengîn xwedî derkevin û biparêzin. Em dibêjin; heta ku jin ji nav malan rizgar nebin, civakî jî wê nikaribe ji bin dagirkeriyê rizgar bibe. Rizgarî û azadiya civakê, bi rizgarî û azadiya jinan pêkan dibe û bajar jî bi jinan xweşik dibe.”