Nedayîna nafakayê jiyana jinan dike xetereyê

Biryara Dadgeha Destûrî ya ji bo betalkirina ‘bêdawîbûna nafakayê’, li welatekî ku wekheviya zayendî û derfetên kar ji bo jinan kêm in, rasterast bandorê li ewlehiya jiyana jinan dike.

1 deqe xwendin
Nedayîna nafakayê jiyana jinan dike xetereyê

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê (AYM) dayîna ‘nafakaya bêdawî’ ya ku jinan ji mêrê ku dev jê berdaye digirt, betal kir. Biryara AYMê ku dê neh meh şûn de bikeve meriyetê, nîqaşên li ser mafê nafakayê yên ku bi salan e didomin, dîsa gur kirin. Gelek rêxistinên jinan bertekên xwe yên li dijî biryarê bi daxuyaniyan aşkere kirin û gotin ku ev biryar dikare ewlehiya aborî ya jinan bixe xetereyê.

Ji bo mijara nafakayê û nîqaşên ku tên kirin baş bên fêmkirin, divê em berê xwe bidin mijara nafakayê û bandorên wê yên li ser jiyana jinan. 

Nafaka çi ye û ji kengî ve tê dayîn?

Nafaka, piştgiriyeke aborî û hiqûqî ye ku piştî hevberdanê (veqetînê), aliyê ku ji ber hilweşîna zewacê dikeve xizaniyê, ji aliyê din daxwaz dike. Her çend di pratîkê de piranî ji bo jinan bê dayîn jî, ji aliyê hiqûqî ve mafekî her du zayendan e (kî bikeve xizaniyê dikare bixwaze).

Koka nafakayê pir kevn e. Di hiqûqa Romayê û sîstemên olî yên kevnar (wekî hiqûqa îslamî) de, parastina aborî ya jinan a piştî zewacê heye.

Di sîstemên hiqûqî yên nûjen de, nafaka di sedsala 19 û 20emîn de şiklê xwe yê îro girt. Dewletan ev qanûn derxist da ku piştî hevberdanê, barê aborî yê aliyê qels tenê li ser milê dewletê nemîne û berpirsyariya hevjînan li hemberî hev berdewam bike.

Welatên cîhanê li gorî kîjan pîvanan nafakayê didin? Li cîhanê sîstemeke yekbûyî ya nafakayê nîne. Welat li gorî pêşketina xwe ya aborî û wekheviya zayendî pîvanên cuda bi kar tînin:

Pergala demkî 

Li welatên wekî Almanya, Swêd û Danîmarkayê, nafaka piranî demkî ye. Tê payîn ku her du alî jî bixebitin. Nafaka tenê ji bo heyameke wekî "pira derbasbûnê" tê dayîn (mînak, heta ku aliyê xizan fêrî karekî bibe yan zarok mezin bibin).

Li gor dema zewacê

Li Amerîka û Îngilistanê, dema zewacê pîvana sereke ye. Heke zewac kurt be (kêmtirî 5-10 salan), nafaka nayê dayîn an jî pir demkurt e. Heke zewac dirêj be (mînak 20 sal), ji ber ku jin jiyana xwe daye mala xwe, mafê nafakaya bêdawî jê re çêdibe.

Pergala tezmînatê

Li Fransayê, li dewsa nafakaya mehane ya bêdawî, sîstema pêdiviya telafîkirinê (prestacion compensatoire) heye. Aliyê dewlemendtir di carekê de (an di nav çend salan de) her wekî sermayeyek dide aliyê din da ku hevsengiya aborî ava bibe.

Ji Bo Jinan Aliyên Erênî û Neyînî Yên Nafakayê

Nîqaşa li ser ‘bêdawîbûna’ nafakayê di navbera dadweriya civakî û azadiya aborî de diçe û tê. Ji bo jinan, her du aliyên vê babetê hene.

Aliyên êrênî; li welatên wek Tirkiyeyê ku hem di nav civakê de û hem jî di nêzikatiya dewletê de  hişmendiya mêrperest serwer e, jin nikarin ji bo xwe qadên aboriyê bi hêsanî peyda bikin. Ev rewş jî rê li ber xizaniya jinan vedike. Ji ber vê yekê ji bo jinên ku li welatên wek Tirkiyeyê dijîn nafaka pêwîstiyek e. 

Li aliyê din dema mirov li jiyana jinan a di nav zewacê de dinihêre dibîne ku jin di vê pêvajoyê de hemû berpirsyariyên di nav malê de digire ser xwe. Berpirsyariya zarokan bi piranî di stuyê jinan de tê hiştin. Pirî caran jin neçar dibin li kêleka van berpirsyariyan lênêrîna kal û pîrên li malê jî pêk tînin. Dema em di vê çerçoveyê de li mijarê binihêrin, nafaka wek heqdestê vê kedê (tevî nafakaya ku tê dayîn pir kêm e jî) were dîtin.

Piranî jinên ku dev ji hevjînên xwe berdidin ji ber tundiya ku li wan tê kirin vê biryarê werdigirin. Lê gelek jin ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimînin ku ji biryara xwe vegerin. Dema nafaka were dayîn û jin dikaribe debara xwe bike, dê bikaribe bi zewacê re dawî li tundiya ku lê tê kirin jî bîne. 

Aliyê neyînî yê nafakayê

Aliyên neyînî; jinên ku nafakaya bêdawî werdigirin ji aliyê aborî ve bi mêrê ku jê veqetiyaye re girêdayî dimînin. Ev yek nahêle ku jin bi temamî rûpeleke nû û serbixwe di jiyana xwe de vebike. 

Li gor hin hiqûqnas û aborînasan nafakaya bêdawî dema têra debara jiyanê bike, dibe ku motîvasyona jinan a ji bo dîtina karekî yan qezenckirina serxwebûna aborî kêm bike.

Lê di rastiya ku tê jiyîn de li ti deverê di asta ku jinek dikaribe debara xwe bike nafaka nayê dayîn. Nafakaya ku dadgeh diyar dike pirî caran tenê têra lêçûneke biçûk dike. Pêvajoya girtina vê nafakayê jî jixwe pirsgirêkeke din e.

Biryara Dadgeha Destûrî ya ji bo betalkirina ‘bêdawîbûna nafakayê’, li welatekî ku wekheviya zayendî û derfetên kar ji bo jinan kêm in, rasterast bandorê li ewlehiya jiyana jinan dike. Pergalên li cîhanê nîşan didin ku ji bo rakirina nafakaya bêdawî, divê berê dewlet derfetên kar, perwerde û piştgiriya civakî bide jinan da ku ew bikaribin li ser piyên xwe bisekinin.