Muzîka kurdî û Hunergeha Welat

Îro Hunergeha Welat bi muzîka şoreşger, bi derfetên ku ji hêla serdema dîjîtal ve tên pêşkêşkirin, vedîtineke nû bi dest dixe. Medyaya civakî û platformên dîjîtal ku civakan tînin gel hev û bi bihîstina dengan hestên her neteweyê hêsantir dikin.

1 deqe xwendin
Muzîka kurdî û Hunergeha Welat

Komên Rojava, di serî de Hunergeha Welat, ev demek e di warê huner û qalibê muzîkê de bala herkesî dikşîne ser xwe. Dema ku mirov li van koman û stranên wan guhdarî dike, hîs dike ku tiştekî aîdî mirov di nav de heye, xwe bera nav deng û awazên gotinên dikevin qerika gûhî dide û pê re diçe xewnên bêhoşiya dahatê. 

Berî ku em bala xwe bidin ser vî qalibê muzîkê, dixwazim bi gelemperî hin nêrînan ragihînim û li ser destkeftiyên ku van koman li muzîka kurdî zêde kirine û kirine malên gel, rawestim.

Muzîk zimanekî kevnar e

Muzîk, yek ji van dengan e bi kêmanî, bi qasî ziman kevin e. Mîna hemû çalakiyên mirovî yên din, ji serdemên berê heta roja îroyîn hatiye û di her serdemê de, bi qaîdeyên xwe yên cihê xwe ragihandiye. Em vê yekê weke beşek ji kiryarên deng dibînin, wê hest û zelaliya wê jî bi qasî girîngiya hebûna xwe derkeve holê. Bikaranîna amûr û aksesûarên ku bi deng re hatine bikaranîn di nav atmosfereke ruhanî de bûne hilberînên girseyî. Teseliyên hestên fêmkirinê, çavkaniyên dahatê, desteserkirina hêza hêviyên derbasbûnê ku di gelek serdeman de kiras li xwe diguherin, bêyî ku lê bê guhdarîkirin, li dengên dil tê guhdarîkirin. Ewqas bi bandor dibe bi dengê paşperdeyê tê hîskirin, bêyî ku cîhana navgîna xwe dagir bike dil dibihîze. 

Dengbêjî û muzîka kurdî ya kevin bi vê hêmanê, bi awayekî kûr bandor li civakê û çandê kiriye. Bi formên hunerî û wêjeyî, heta niha di warê serbestiyê de rolek wiha mezin lîstiye. Ev xal, hawara ruhê kurdan, çand û mîrasa pê re tê pêşdebirin bandorê li jiyana rojane dike. Ji aliyê hestên berfireh ve li gor daxwazên civakê, bi awayên jiyanî ve tê sînorkirin û dibe hedefa pêşvebirineke zehmet. Ji ber vê yekê, stranbêjî, awazxwendin, dengbêjî û melodiyên din dibin alîkarê hestên azadîxwaz, şer û pêkhateyên li dijî qewimînên nejirêzê û kevn. 

Muzîka ji salên 80yî û vir ve

Li gor zanistê, deng bi muzîkê xwestiye her gav hewil bide ku hestên kontrolkirî hesab bike. Razber bike û bike ku hewldana kesayetî tenê bi deng dagire. Tenê mirinê bêdeng bike û jiyanê dabigire. Bi dagirtina deng re bibe dengdêr; bi deng şahiyê, jiyan û xwezayê, firotin, kirîn û ferzkirin an jî li hember qedexekirinê bibe olana serhildanê, şoreşê, hêrs û hêviyê… bi govend û dîlan, gazinc û gilî… di cîhana dilînî de çalakiyek bingehîn a tekane ye ku pê bê pênasekirin. 

Ji ber ku em ê mijara muzîkê di warê serhildan û şoreşê de hinekî li ser bisekinin û komên Rojava, Hunergeha Welat binirxînin û li pênaseyên wan binihêrin; em ê bibînin ku armanc û helwesta van koman dijrabûyînek e. Bi vê armanca xwe ya dijber, serhildanek li dijî nîzama sazkirî ya hêzên serdest e û li dijî tevkujî, teslîmkirin, koçberkirin, bicihanîn, guhnedana rêzikên fermanan e. Bi deng û awazê dibin fermanên şoreşî, guherînek bilez, radîkal û bikalîte ku li qadan pêşkêş bike. Çawa di destpêka salên 80yî de Erdelan Zaxoyî, Eyşe Şan, Arifê Cizrawî, Mihemed Şêxo, Şivan Perwer, Koma Berxwedan, Koma Çiya û her wiha yên din bûn çirûskên şoreşê; dem bi dem bi van çirûskan gelek hunermend hatin afirandin. Kesên mîna Dilgêş, Aram Tîgran, Delîla, Elî Temel, Zozan, Rotînda, Xelîl Xemgîn û bi sedan mîna wan, paşê bi koman, yên mîna Agirî, Çiya, Azad, Amed… û gelekên din, di berhemên xwe de ji qalibê stranbêjiyê, dengbêjiyê, melodiya resen ya jiyanê ber bi muzîka nûjen ve çûn. Bi qalibê gûherîneke bipîvan bûn dengê civakê.   

Bi rêbazên pergala kolonyalîst hilberîna muzîkê

Li hember vê muzîkê, pergala serdest û kolonyalîst bi destê heman kesayetên wê civakê û neteweyê, qalibê çanda heyî ji bo ji holê rabike û di nav jenosîda xwe de bijenîne, dike alav û amûr û bi kar tîne. Di têkiliyên hilberînê yên sîstema serdest de, helandin û veguherîna pîşesaziyeke nûjen lê bar dike. Ji jiyana çandî ya sedsalan wêdetir, hunerê wenda dike û bi teknolojiya nûjen arasteyî teknîkê dike, bi bikaranînek bêsînor dike mekanîzmaya propagandaya bişaftinê. Bi vî awayî, tewra çêkirina muzîka navxweyî bi rê ve dibe, kontrol û desteser dike. 

Di sedsala derbasbûyî de, dema mirov bala xwe didê, muzîka navxweyî, ji hêla sermayeyên taybet ve ji çalakiyên civakî wêdetir tê meşandin. Ji tevahiya jiyanê tenê beşek ji hêla hilberînê ve tê destnîşankirin. Ev gihîştiye rewşeke wiha ku her cureyê muzîkê di nav civakê de belav bike û bibe navgîna jixwedûrketin û bişaftinê. Ji ber ku êdî hewceyî kiryaran nake, bi hilberandina muzîka kesane dengekî arasteyî şêwaza jiyanê dike û bi vê xapandinê, qadê ji deriyê bişaftinê re vedike. 

Bi vî awayî bazara muzîkê xistine dest xwe û bi heman çanda gelêrî, çiqasî wekî parçeyekî çanda jîndar bidin qebûlkirin jî, dikin objeya bazarê û bi amûrên cihêreng ji bo kirûbirê bi kar tînin. Li qadên girseyî û mîna qadên sporê, di pavyonan de û salonên şevan, bi bernameyên TVyan re, li cihê vexwarinê, her wiha muzîkê şêlû dikin û bi reklaman, dezgehên firotanê û gelek qadên cihê yên muzîk lê tê bikaranîn û deverên din; bi taybetî di warê medyaya dîjîtal de, ji bo van navgîn û kiryaran zêde xuya bikin, bi xwe re ava dikin û rastiya muzîka heyî wiha wenda dikin.

Her serdema ku bandorê li têkiliyên civakê dike û bi xwedîderketina wê demê re çandê diyar dike, teqez kesayetek pê re derdikeve yan jî derdixin pêş. Hest û awayê li ser civakê serdest e baş dinirxînin, bi gotinên yekderb nîşan didin û li gorî van hestan awazek tê hilberandin. Bi amûra muzîkê şekil digirin û berê herkesî didin xwe. Wê demê cewhera aboriyê li gor hilberînê, li gor şert û mercên şêwaza çalakiyê, jiyan û hişmendiyê diyar dikin. Çand, huner û bîrdozî jî bi tevkariyê vê dikin û bi formên nediyar, rastiya neynika muzîkê vedişêrin. 

Bi vê neynikê tenê rastiya derewîn a derdikeve qadê nîşan nade, bi vî rengî awayê hilberînê ku tê de ked ne kirde ye; li vir hinekî têkiliyên civakê jî daxilî nav dibin, her tiştên civakê madî yan manewî, li gorî berjewendiyên sermayedaran dinirxîne û li xwe vedihewîne. Dema girse hewil dide ku pêdiviyên xwe yên aborî û civakî bi cih bîne, em li kirinên çandî rast tên. Ji xwarinê bigirin heta cil û bergan, ji şahiyê bigirin heta şînê, di her warî de tevî pêkanînên hewcedariyan bi van hilberînên kesane têkildar dibe. Li gor vê bi deng û şêwazekê muzîk, cil û bergan amade dikin û arasteyî jiyanê dikin. Civak ku alav û amûrên jiyanî rasterast ji sûkê werdigirin; li kîjan derîyî bê mêzandin, amûra muzîkî li ser rengdêr e. 

Muzîk, şahî, hewcedariyên civakî yên wekî şano-sînema, wêne û agahiyên rewşenbîrî jî digire nav xwe, ku jê tê wergirtin, di bikaranîna forman de neçareseriyê didin der û wek hewcedariyekê li civakê ferz dikin. Pîşesaziya çandî ku tê pênasekirin û didin xuyakirin, di vî warî de dibe pîşesaziyek çawaniyê. Bi awayekî zelal bi pergala serdest re tevdigerin û li hember dab û nêrîtên gelemperî qalibên koletiyê li ser jiyanê ferz dikin. Li hember xwezaya mirov a tê wêrankirin, vê hewildanê dikin pîşeyek hûnerî û bi navdaran karakteran teqlîd dikin.

 Di vî warî de pergal li hember çanda resen roleke mezin dide kesayetên ketî û her dem bi hejmareke mezin (qaşo tev hunermend in) wan tîne gel hev û tim dixwaze li cem hev bin. Bi rêya wendakirina huner û çand û muzîka gel, bi hindeyên wiha li gor pêdiviyan wan bi kar tînin û bi destê wan muzîkeke delodîn arasteyî jiyanê dikin. 

Rola pîşeya çandî ya serhildêr

Muzîk ji berhemeke hunerî wêdetir, bi nirxandinên ku ev 'baş e' an ev 'nebaş e' cihêtir bê nirxandin, wê bibe sedem ku çeka di destê pergala serdest de wekî amûrekê tê bikaranîn li hember gel, li xwe bizîvire û bi hebûna serkirdeyên ji nav civakê dertên, carinan bi destên komên tên damezrandin, dibe çirûskek. 

Dema ev çirûsk xwe dide der û dikeve destê kes an komên serhildêr, bi rastiya civaka xwe re, li hember girseya gel, muzîka serhildêr sînoran diqetîne û li her qada civakê ber bi rastiya çanda xwe ya xweser ve dibe. Civakên xweser, li dijî çarenûsa nediyar serî hildidin û bi rêya van hunermend û koman ev pêkan e. Mînaka Dengê Awaza Çiya, îro jî Hunergeha Welat ku kesên wek Mehmûd Berazî û Şêro Hindê digire nav xwe, divê neyê jibîrkirin ku hev temam dikin û di rewşeke wiha de rastiya gel, bi muzîka serhildêr re çarenûsa heyî diguherîne.

Ev muzîk wekî gotinên edebî, bi rêya melodiyan, tekstan û bîranînên xweş ên jiyanê tê strandin. Bi çalakiyên civakî û têkoşînê ji hest û ramanê re dibe navgîn. Ji ber vê yekê li dijî serdestiyê, bi rêya muzîkê hêzek şoreşger û civakî bi deng, reng û şêwaza bi alîkariya çapemeniyê tê ziman, xwe dide der. Bi pêşvebirina dîmen, klîpên muzîkê, konserên rasteqîn û bi pêşengiya amadekarên siyasî û civakî tê vegûhezandin, dibe qêrîna hebûn û xwebûnê. Gotinên ji devê hunermendan dertên, arasteyî jiyana xwebûnê dibin. Bi rêbazekê hestên jiyanî belav dibe û ji teşwîqkirina çalakiyên cur bi cur re dibe alîkar. Çalakiyên girseyî û xwezayî wiha tên lidarxistin. Qad dibe qada serhildanên rengîn. Bi vî awayî bi rêya muzîkê bandora hestên tevlihev û nezelal têk diçe ku li ser civakê mîna barekî dixuyê. 

Hunergeha Welat encam e

Îro serkêşiya vê hunerê û serhildanê Hunergeha Welat dike. Di stranên Hunergeha Welat de; carinan mîna kom, carinan jî mîna kesayet dertên pêşiya me, bi dengekî bilind dîmenên serhildana hebûn û xwebûnê tê ragihandin. Bi stranên klasîk lê bi hêmanên nûjen melodiya berxwedanê dispêre serhildana xwebûnê. Li dijî pîvanên pergalê ku arasteyî jiyanê bûne disekine, li azadiyê digere û manîfestoya hebûnê dinivîse. 

Hunergeha welat serkêşiyê tenê bi muzîkê nake, ji cil û bergan bigire heta performansa qonaxên ku lê bi kar tîne jî dike. Bi muzîka şoreşger re tenê ne melodiyek e, di heman demê de amûrek guhertin û dadmendiya civakî ye. Dema ku rîtma serhildanê bi melodiya guherînê re digihîje hev, xalên veguherîn û zivirandinê tên afirandin, deriyê jiyaneke nû tê hilberandin. Ji ber vê yekê bihîstina dengê muzîka şoreşger, dibe banga teşegirtin û xêzkirina pêşerojê. 

Îro Hunergeha Welat bi muzîka şoreşger, bi derfetên ku ji hêla serdema dîjîtal ve tên pêşkêşkirin, vedîtineke nû bi dest dixe. Medyaya civakî û platformên dîjîtal ku civakan tîne gel hev û bi bihîstina dengan hestên her neteweyê hêsantir dikin. Ji TVyan wêdetir, bi rêya platformên parvekirinê, bi hêsanî digihîje nav gelek beşên civakê û lê tê xwedîderketin. 

Hunergeha Welat encam e. Bi vî awayî em ê bikaribin bi rêya stran, klam û muzîkê li dijî serdestî, bişaftin, neheqî, newekhevî û zilmê biaxivin, bireqisin û xwebûna xwe diyar bikin. Bi dengê gel wiha bûye sedema navgîna xurtkirinê û banga guherînê li me ferz dike. Ew ne xewnek e, gavavêtina ber bi pêşerojê ve ye. Ev pêkan e ku bi qasî hunermendên ji komê, em dikarin hemû tebeqe û beşên civakê jî bigirin nav û li Hunergeha Welat xwedî derkevin, dengê xwe bi wan re bilind bikin û gavekê biavêjin ber bi pêşerojek azad ve.