Meha adarê jiyanek nû ye
Hin heval û cînarên min jî çîroka min dizanin, her roj diçin û tên behsa wî ji min re dikin, wiha xweşik e, wiha dimeşe, wek xortan xuya dike, dike û dike. Cînara min jî gotibû, dema keça min zewicî, ez dixwazim xwarina daweta keça min tu çêbikî, min jî gotibû erê. Lê min nedizanî ew zava lawê birayê dildarê min ê berê bû...

Van rojan, nizanim bihar e yan kevnebihar e, min jî fêm nekir. Carna taveke tûj li ser serê me digere, carna jî tu dibêjî qey zivistan şûnde hatiye, her der bûye qiyamet. Ya herî xweş û rind, navê biharê dikeve ser zimanê me, navê adarê ji ser zimanê me naçe, di vê mehê de gelek tiştên xweş diqewimin. Ewilî di meha adarê de roja jinan, nêzikî dawiya mehê cejna me ya Newrozê, şahî û dilxweşî bi hev re mezin dibin. Navê meha adarê bi serê xwe tenê bêhna biharê û germahiya wê bi xwe re tîne. Carna bibe qiyamet jî em wan rojên xwe bi şahiyên mezin pîroz dikin, kesek nikare li pêşiya me astengiyan çêbike. Ev jiyana me ya mezin ên di van rojên xweş de ne tenê şahî, dilgermî û hinek hezkiriyên li der û dora me jî gavên jiyanek nû diavêjin, ew dixwazin bi hev re jiyanek xweş bidomînin. Ev jî keç û xortên me yên dilovan in.
Jihevduhezkirin pir bi qedr e ji bo min. Dema du ciwan ji hev hez bikin, dilê min bi şabûnê dike pirtepirt, dibêjim bila ew her tim bi hev re jiyanek xweş derbas bikin.
Dema ez di emrê wan de bûm, her roj dilê min ji bo yekî lêdida, min xwe bi xwe digot; na ev nabe, ew ê han baştir e, na na ev jî nabe filan û bêvan.. Lê paşê di dawiya dawî de min dît ku dilê min tenê li ser yekî maye, ew jî ez navê wî nabêjim, niha hewcê navgotinê nîn e. Piştî demeke dirêj min bihîst ku ew dildarê min ê salên berê tê gundê me, çawa tê gundê me, qîza cînara me bi lawê birayê wî re dizewice. Piştî ewqas salan kelecaneke mezin xwe bi laşê min veda, ez ketim nav fikir û demên berê, min ciwantiya wî anî ber çavên xwe, gelo niha çawa ye, kal bûye yan na?
Hin heval û cînarên min jî çîroka min dizanin, her roj diçin û tên behsa wî ji min re dikin, wiha xweşik e, wiha dimeşe, wek xortan xuya dike, dike û dike. Cînara min jî gotibû, dema keça min zewicî, ez dixwazim xwarina daweta keça min tu çêbikî, min jî gotibû erê. Lê min nedizanî ew zava lawê birayê dildarê min ê berê bû...
Çendekê beriya wan rojan jî diranê min hemû pir êşiyan, diransaz hemû diranên min kişandin û ji min re taximek diran çêkir. Ew taxima diran pir kêfa min jê re hat. Lê diransaz ji min re gotibû ku; heta mehekê divê tu yê bi van diranên xwe zêde zêde nekaribî serê xwe berjêr bikî.
Ew roj hat, def dawet danîn, ez jî vegeriyam ser sîtilê li ser agir, li alîkî goşt, li aliyê din birinc, rojek berê xweşava qeysiyan, wisa li dora agir û sîtilan diçim û têm. Min dît waye koma zava hat ber deriyê mala bavê bûkê, min dêhna xwe dayê ew xortê çeleng di dema ciwantiya min de dilê min li ser şewitîbû, wisa sekiniye û li min mêze dike.
Ew dem ez di dilê xwe de şa bûm, hema xwar bûm min hinek kerme avêtin nav agir, di wê demê de min serê xwe zêde berjêr kiribû, hema ew taximê diranên min ji devê min pekiya û ket nav wî agirî. Min destê xwe avêt ku ez ji nav agir derxim, lê dereng bû, ew di nav wî agirî de heliya wek dilê min careke din heliya dema ku min ew dît.
Min serê xwe bilind kir, waye li ber min sekiniye, ji bo ku ew min bê diran nebîne, bi lez min desmala xwe da ber devê xwe. Ne wî deng derxist û ne jî min. Min xwe bi xwe got; wey qederê tu bi nav rêxa çêlekan bikevî, qey dema diranketinê bû?
Me qet xeber neda, serdawetî bang li wî kir, ew çû. Dema ew çû min dî cînara min herdu çavên wê hêsran dibarînin li min mêze dike. Ew roj bi def û dawet derbas bû, piştî çend rojan diransaz taximek diranên din ji min re çêkir. Min got heyran, ez dixwazim bila du heb an jî sê heb taximê diranên min hebin, diransaz jî tiştek ji vê xwestina min fêm nekir lê ji min re çêkir. Hêvî dikim bila careke din taximê diran ji devê min dernekeve, ger derkeve jî dema ez li mala xwe bim bila derkeve, êdî ew bi kêfa xwe ye. Min bihîst ku ew ê careke din were, heta ku ew were wê diranê min jî cîhê xwe bigirin...
Meha adarê her tim ji min re jiyanek nû ye, ji her alî ve.


