Malbatan li Qamişloyê xwestin zarokên wan bên berdan

Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Qamişloyê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên ku ji destpêka Çileyê ve li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatine girtin çalakî li dar xistin.

1 deqe xwendin
Malbatan li Qamişloyê xwestin zarokên wan bên berdan

Malbatên dîlgirtiyan û xelkê Qamişloyê li Çerxerêya Şehîdan a bajêr çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan hat kirin.

Malbatan wêneyên zarokên xwe û pankartên "Azadî ji bo dîlgirtiyan", "Em esîrên xwe dixwazin", "Bijî berxwedana esîran" hildan. Piştre çalakî veguherî xwepêşandanê û li kolanên bajêr geriya.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatine berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD'ê de jî 491 kes hatin berdan.