Li her derê têkoşîna jinrengî
Salên destpêkê jî me 8ê Adarê pîroz dikir, lê me bi giranî wekî rojeke aîdê jinên ewropî didît. Bi demê re, ku hişmendiya me ya dîrokî kûr bû, rengê tekoşîna jinên kurd şênber bû, jinên kurd gotin û wateya xwe bi pratîka xwe di hiş û dilê civakê de honand

Heger li ser dîrokê û sosyolojiya dîrokî kûrbûna mirov ne xurt be, mirov wateya li pişt bûyer û sedemên wan ên eslî nikare baş fêm bike.
Dema ez li ser jinan difikirim, pirsa tê hişê min: “Gelo çima jin ev qas mijar û hedefa serdestan in?” Gotina diya min tê bîra min. Wekî gelek bavan, dema bavê min ji mizgeftê dihat, ji diya min re qala wezên mele dikir. Piranî jî mijar li ser jinan, kirin û nekirinên jinan bû. Rojekê di encama vê qalkirinê de diya min ji bavê min re got; “Min fêm nekir, hûn ewqas mêr li hev dicivin, hûn çima sax qala jinan dikin, jin jî li wir tune ne?” Ez wê demê bi pirsyariya diya xwe şaşwaz bûm. Bi demê re têgihîştim ku; gotinên dayikên me çendîn zanyarî û xwedawendî ne.
Mêrê ku jinan tune dihesibîne, ti nirxî nade vîna wê, di gelek rewşan de naxwaze dengê wê jî bibihîze, çima ev qas jinan ji xwe re dike rojev? Bersiva vê pirsê ji gotina diya min heta DAIŞ û HTŞê, îro di bîst û çar demjimêran de bi kuştina 6 jinan, wekî zincîrê xelek bi xelek heta roja me tê. Jin tunehesibandin û biçûkxistin stratejiya mêrê serdest, ango kujerê kastîk e. Ev ne baweriya mêrê kujer e. Lewra ew dizane ku rastî ne wisa ye. Ji ber dizane ku di çavkaniya hemû biwarên jiyanê, hebûnê û heqîqetê de jin heye; di hemû êrişên xwe de destpêkê jin û hebûna jinan dike hedef. Yê herî kevneperest, statukoperest, hişkeber jî, yê herî lîberal û yê ku xwe modern lanse dike jî vê dike. Loma jin di hedefa lêdana kapîtalîzmê de ye. Em mêze dikin, li Tirkiyeyê demokrasî çendîn qels dibe, mîlîtarîzm bi pêş dikeve, tevkujiya li ser jinan jî ew qas mezin û berbelav dibe.
Em niha li dinyayeke wisa dijîn ku hegemonên dinyayê zagonên xwe jî nasnakin, di ber demokrasiyê re jî derbas nabin. Di vê rastiya dinê ya erjeng de yên ku herî pir û pêşî di bin xetereyê de ne jin in. Li hemû qadên jiyanê ev yek tê jiyîn. Em 8ê Adara 2026an li dinyayeke wisa û di bin van mercên dijwar de pêşwazî dikin. Loma ji hemû deman û hemû mijaran pirtir, 8ê Adarê tekoşîna azadiyê îfade dike.
Bi têkoşîna xwe ya pêncî salî, jinên kurd hem wateya xwe ya azadiyê li 8ê Adarê bar kir, hem jî ew bêhtir kir malê mirovatiyê. Wekî jinên kurd ên ku salên xwe yên dirêj li zindanan derbas kirine, me jî şahidiya vê rastiyê kir. Piraniyên me bi sedema pirsgirêka neteweyî û azadiya gelê kurd berê xwe dabû têkoşînê. Lê vekirî yan jî veşarî, di binhiş û hindurê her jinê de derd û gera azadiyê heye. Rêbertiyê destpêkê bi derfeta têkoşînê, piştre jî bi teorî, bîrdozî, bername, rêxistin û xeta têkoşîna xweser û resen ve potansiyela wekî hêza têkoşînê ya herî mezin derxist holê.
Salên destpêkê jî me 8ê Adarê pîroz dikir, lê me bi giranî wekî rojeke aîdê jinên ewropî didît. Bi demê re, ku hişmendiya me ya dîrokî kûr bû, rengê tekoşîna jinên kurd şênber bû, jinên kurd gotin û wateya xwe bi pratîka xwe di hiş û dilê civakê de honand, 8ê Adarê jî ew qas bû mal û nirxê jinên kurd jî. Dema em li dîroka xwe mêze dikin, em dibînin ku di mijarên wisa de zindanan bi gelemperî pêşengî kiriye û serî kişandiye. Di vê mijarê de jî jinên têkoşer ên li zindanan zûtir haydariya 8ê Adarê bi pêş xistiye. Ev jî xwezayî ye, lewra li ku derê raman, xwendin, guftûgo, lêkolîn li pêş be, li wê derê têgihîştin jî zûtir bi pêş dikeve.
Niha li welatê me ji her demê pirtir hêza jinan a ramanî, manewî, hevgirtî û çalakvaniyê xurt bûye. Sedema pirbûna êrişên li ser jinan jî ev e. Ji bo ku wekî jin em pêşiya van êrişan û van tevkujiyan li ser jinan bigirin, divê em potansiyela xwe ya ku derketiye holê, bikin hêza rêxistinî ya civakî. Loma li asta neteweya demokratîk, yekîtiya jinên kurd, yekîtiya jinên Rojhilata Navîn û enternasyonala demokratîk a jinan, bipêxistin û xurtkirina yekîtiya jinan pir girîng e.
Rengê têkoşîna jinan a ku 8ê Adarê heta kolanên me tîne, rûmet û şanaziya me ye. Bijî 8ê Adarê Roja Têkoşîna Jinên Dinyayê ya Azadiyê!


