KNK: Niha bêtir yekîtî hewce ye
KNKê li Silêmaniyê civîna asayî pêk anî. Di civînê de hat destnîşankirin ku niha bêtir pêdivî bi yekîtya kurda heye.

Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) bi amadebûna Berpirsa Dîplomasiyê ya KNKê Nilûfer Koç, Cîgirê Serokê Konseya Rêveber Hakim Farûq Cemîl û endamên KNK ya başûrê Kurdistanê îro li bajarê Silêmaniyê civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civînê de li ser rewşa siyasî, guhertinên siyasî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cihê kurdan di van guhertinan de hate nîqaşkirin.
Di civîna asayî ya KNKê de hat destnîşankirin ku pêvajoya niha bêhtir hevrêzî û yekîtîya netewî hewce dike. Ji ber ku guhertinên siyasî û jeopolîtîk yên li herêmê dikarin bandorek rasterast li ser doza Kurd û pêşeroja Kurdistanê bikin.
Di civînê de li ser rola KNKê û çawaniya çêkirina bernameyeke nû ya siyasî û netewî li gorî van guhertin û geşedanan hat nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û hate gotin ku KNK dikare roleke girîng di nêzîkirina hêz û partiyên Kurd û xurtkirina dîplomasiya netewî ya Kurd de bileyîze.


