Ezraîl û Cebraîl
Li gundan şerbihêrk navdar in. Di van şerbihêrkan de çîrok û mîtolojî tê vegotin. Yek ji van çîrokan jî çîroka Ezraîl, Cebraîl û mêvanê wan a Dilpora ku li ser wêrekiyê dikevin şert û geşedanên di bûyerê de dilopek ji dîroka civakê vedibêje.

Li gundekî, mirovek dimire û gundî şîna wî li dar dixin. Dema ku diçin goristanê û dest bi kolandina tirbê dikin, heta nîvî tirbê vedidin û rastî kevirekî mezin tên. Ji vir û pê ve nikarin bêtir bikolin. Lewre ew tirba nîvçomayî wiha dihêlin û li tenişta wê tirbeke din vedidin. Miriyê xwe bin ax dikin û vedigerin malê, şîna xwe didomînin.
Mêvan û cîran li wan kom dibin, civat germ dibe. Mêvanekî ji bajêr hatî jî di nav wan de bû, navê wî Dilpola bû. Ew wê şevê li gund dimîne.
Di şevbihêrka şînê de, qerf û henek dest pê dikin. Gundî bi bêziravî û tirsê tên naskirin. Ji bo vê tirsê bişikînin, ji hev re dibêjin:
– Kî ji we mêr e, bila îşev here di wê tirba nîvçomayî de razê!
Ji nav civatê kes xwe nade pêş. Di dawiyê de mêvanê wan Dilpola radibe û dibêje:
– Qey mêranî qelihiye! Hema ez ê herim. Çi şertê we heye? Îşev heta sibê ez ê di tirbê de razêm.
Hinek dibêjin:
– Em ê keriyek pez bidin te!
Hinek dibêjin:
– Em ê cotek çêlekan bidin te!
Dawiya dawî li ser cotek çêlekan li hev dikin. Dilpola radibe, kêrekê distîne û diçe dikeve nav tirba nîvçomayî.
Şev derbas dibe, dereng dibe, lê deng ji Dilpola dernakeve. Gundî ji hev re dibêjin:
– Bi Xwedê, divê em tirsê ji xwe biavêjin, an na ew cotê çêlekan wê here. Zilamek ji me derket, lê zilamtiya me pênc quriş jî nebû. Werin em tiştekî bikin...
Yekî din got:
– Ka em du cawên spî bigirin, yek xwe bike Ezraîl, yê din jî bike Cebraîl. Bi vî awayî herin ser wî û bitirsînin. Dema ku bitirse, ew ê bireve û cotê çêlekan jî ji me re bimîne.
Wisa li hev dikin. Du kes radibin, cawên spî li xwe dipêçin û ber bi tirba nîvçomayî ve diçin. Bi dengekî giran dibêjin:
– Ha mirî!..
Dilpola serê xwe hinekî radike, dibîne ku du kes bi kincên spî çend gavan dûrî wî sekinîne. Ew bawer dike ku ew hatine ser miriyê rastî. Deng ji xwe dernaxe.
Deng cardin bilind dibe:
– Ha mirî!.. Ez Ezraîl im û ev jî Cebraîl e. Em hatine xêr û gunehên te bipirsin. Bêje, xêr û gunehên te çi ne?
Dîsa deng ji Dilpola dernakeve. Ew herdu cardin dibêjin:
– Heyran, em ji te re dibêjin Dilpola! Te hîn terqîn nexwendiye û serê xwe li kevirê gorê nexistiye?
Dilpola bi dengekî aram dibêje:
– Ya milyaketên Xwedê, ê mirî ne ez im. Ê mirî kesê di tirba tenişta min de ye.
Çawa ku Ezraîl û Cebraîl cardin dixwazin deng bikin, Dilpola bi qehr dibêje:
– Heyran, ez dibêjim ê mirî ne ez im, hûn ba min dikin!..
Dema ku Dilpola fêm dike ku xelasî ji dest wan nîne, ji tirbê radibe, kêra xwe dihejîne û dikeve pey wan herduyan. Yekî ji wan digire û dikuje, yê din bi zorê xwe xelas dike û direve.
Bi dengê qîrîn û hewarê re gundî bi lez tên. Ew li ber Dilpola disekinin. Dilpola dibêje:
– Ezraîl û Cebraîl hatibûn ser miriyê we. Min yek ji wan kuşt. Ger hûn bixwazin, ez ê yê din jî bikujim. Ji niha û pê de, hûn çi xêr û guneh bikin, kesek tune ku bê xêr û gunehên we bipirse..


