Dikujin û cenazeyan nadin malbatan

Rojnameger Kakşar Omemar anî ziman ku Îran şerê mezin li dijî gelê xwe dimeşîne û got: “Dewleta Îranê di çend mehên dawî de nêzî 50 hezar mirov kuştin. Hêj malbatên wan cenazeyên zarokên xwe wernegirtine.”

1 deqe xwendin
Dikujin û cenazeyan nadin malbatan

Rejîma Îranê her roj mirovan bi dar ve dike. Ji serê salê heta niha zêdetirî 720 mirov hatine bidarvekirin. Di serhiltdana gel de li ser çalakgeran gule reşandin û nêzî 50 hezar mirov kuştin. Malbatan piraniya cenazeyan wernegirtine. Rojnameger Kakşar Oremar têkildarî sedema darvekirinên li Îranê nirxandin kir û got: “47 sal in li Îranê makîneya bidarvekirinê ranewestiyaye. Rojên borî salvegera 59 kurdên li Mahabadê, Tebrîz û Ûrmiyê hatin bidarvekirin bû. Îran di şerê Îsraîl û Amerîkayê de bi ser neket. Înternet li ser civaka xwe qut kir. Qeyrana aborî bi pêş ket û niha bi civaka xwe re hatiye hemberî hev. Şerê mezin ê Îranê ne li dijî Amerîka, Îsraîl û welatên kendavê ye. Şerê mezin bi gelê xwe re dike. Ji ber siyaseta şaş a kurê Şah Riza Pehlewî zêdetirî 50 hezar mirov hatin kuştin. Kes nizane cenazeyên wan li ku ne. Dayik û bav li dû cenazeyên zarokên xwe digerin.

Dewletê darvekirin zêde kiriye

‘’Li 56 girtîgehan, gelek girtî bi metirsiya bidarvekirinê re rû bi rû ne. Rêxistinên mafên mirovan li dijî van darvekirinan ji xeynî daxuyaniyan tiştekî nakin. Partiyên siyasî jî banga hevkariyê dikin. Lê heta niha derdê civakê derman nekirine. Ji bo bertekên civakê neteqin û belav nebin, dewletê ji bo tirsandina civakê, dest bi girtin, kuştin û bidarvekirinan kiriye. Dewleta Îranê ji ber rewşa jeopolîtîk a kurdan li rojhilatê Kurdistanê bidarvekirin gelek zêde kirine. Dewleta Îranê di aliyê aborî, siyasî û meşrûiyeta civakî de gelek gelek lawaz bûye. Ji bo rê li pêş vê rewşa xwe bigire dest bi kuştin û bidarvekirinên aşkere kiriye. Tenê di çend hefteyên dawî de nêzî 44 kes hatin bidarvekirin û piraniya wan kurd in.”  

Meşrûiyeta dewletê nemaye

Kakşar Oremar anî ziman ku li nav civakê meşrûiyeta dewletê nemaye û got: “Bersiva dewletê ya li hemberî civakê kuştin û bidarvekirin e. Dewlet kesên ku wan bi dar ve dike, dest datîne ser mal û milkê wan. Mixabin ev girtin, kuştin û talan didomin.” 

Kakşar Oremar da zanîn ku di navbera Îran û Amerîkayê de şer heye, lê bi awayekî fermî şer îlan nekiriye û wiha pêde çû: “Baweriyek di navbera Îran û Amerîka de nîne. Baweriyê nadin hev. Îran bidarvekirinan didomîne. Dibe ku Îran di rojên dawî de êrişî hêzên kurd ên leşkerî bike.” 

Mirov nikare derman peyda bike 

Kakşar Oremar li ser bandora şerê Îranê yê li dijî gelê xwe jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ev şerê li dijî gel bandoreke xerab li civakê çêdike. Îranê ne tenê beşeke civakê, hemû beşên civakê yên di nav sînorê xwe de dane hemberî xwe. Di 40 rojên şer de qrîz gelek zêdetir bû. Zexta fîzîkî, bêqîmetbûna pereyê Îranê, qeyrana aborî gelek zêdetir bû. Mirov nikare pêdiviyên rojane yên jiyanî temîn bikin. Civak di rewşeke wisa de nizane siberojeke çawa li pêş wê ye. Dewlet gefên girtin û kuştinê li ser civakê berdewam dike.’’ 

Kirmanşan û Îlam bûne navenda êrişan

Kakşar Oremar bal kişand ser rewşa Îlam û Kirmanşanê û wiha pêde çû: “Di bûyerên dawî de Kirmanşan û Îlam bûne navenda êrişan. Di şoreşa Jin Jiyan û Azadî de Ûrmiye, Mahabad û Seqiz navendên serhildanê bûn. Lê di van bûyerên dawî de Kirmanşan, Îlam, Abdanan û Loristan bûn deng û daxwazên kurdan. Ji 50 hezar mirovên li Îranê hatin kuştin, tenê 7-8 hezar mirov li Îlam û Kirmanşanê hatin kuştin. Ew di êrişên li dijî girseyê de hatin kuştin. Li ser girseyê gule reşandin û mirov kuştin. Li aliyê din bi hezaran mirov hatine girtin û ti kes qedera wan nizane. Îranê êrişên xwe ne tenê li rojhilatê Kurdistanê zêde kirine. Li başûrê Kurdistanê jî êrişên xwe zêde kirine. Li dijî van êrişan xelkê Ûrmiyê bang li partiyan kir. Ji ber ku hemû rojan ciwanên kurdan têne kuştin. Çend roj berê li Ûrmiyê Nasir Bekîrzade û Mîhrab Abdullahzade hatin bidarvekirin. Piştî wê xelk Ûrmiyê bang kir got, ‘Divê partiyên me wekî salên berê karekî bikin. Di salên borî de dema fermandakekî PJAKê li Xoyê hat bidarvekirin, Qaziyê ku biryara bidarvekirinê îmze kir, bi destê şervanekî PJAKê hat kuştin. Piştî vê bûyerê dewleta Îranê heta çend salan nikaribû ciwanên kurd bi dar ve bike. Gel dipirse, çima partiyên me yên ku di nav xwe de hevgirtinek çêkirine li dijî van kiryaran bêdeng in. Tenê bi daxuyaniyan derdê civakê derman nabe.” 

Kakşar Oremar li ser daneyên dawî yên bidarvekirin û kuştinê jî rawestiya û got: “Di çend mehên dawî de nêzî 50 hezar mirov hatine kuştin û piranî kurdên ciwan in. Gelek kes bi awayekî veşarî têne bidarvekirin. Gelek kes dewlet dest datîne ser cenazeyên wan û li hemberî pereyan cenaze dide malbatan. 45-50 hezar mirovên hatine kuştin, kes nizane cenazeyê wan li ku ne.”