Destana hevaltî, xiyanet û nemirinê

Destana Gilgamêş mîraseke gerdûnî ya mirovahiyê ye ku di kûrahiya xwe de têkoşînên hebûnî yên mirovî vedikole; li hevaltî, hêz, tirsa mirinê û lêgerîna nemirinê dipirse

1 deqe xwendin
Destana hevaltî, xiyanet û nemirinê

Destana Gilgamêş ne tenê çîrokeke kevnare ye, lê yek ji berhemên nivîskî yên herî kevin û bibandor ên dîroka mirovahiyê ye. Ev destan ku nêzî çar hezar sal berê hatiye afirandin, heta roja me ya îro bi hêz û zindîbûna xwe hatiye. Bi vegotinî û bi nivîskî, wekî mîraseke gerdûnî ya mirovahiyê, ji nifşekî derbasî nifşeke din bûye. Ew di kûrahiya xwe de têkoşînên hebûnî yên mirovî vedikole; hevaltî, hêz, tirsa ji mirinê û lêgerîna nemirinê. Balkêş e ku gelek pirsgirêkên Gilgamêş pê re rû bi rû mabûn, li vê cîhana nûjen a tevlihev hîn jî wekî birînên vekirî û qalik negirtî li ber me radiwestin.

Gilgamêş, padîşahê bihêz ê bajarê Urûkê, tevî hemû desthilatdarî û qudreta xwe ya laşî, li hember mirinê xwe bêçare û lawaz dibîne. Ev hesta kûr a bêhêziyê bi mirina hevalê wî yê dilsoz Enkîdû dest pê dike. Piştî windakirina Enkîdû, Gilgamêş dikeve rêwîtiyeke dirêj û azwer a li ser rûyê erdê, da ku sira nemirinê bibîne. Ew diçe ba Utnapîştîmê nemir, rîweka ciwaniyê jê distîne, lê di dawiyê de ew jî ji hêla marekî tê dizîn. Ev bûyera sembolîk yek ji peyamên herî kûr ên destanê ye; nemirin ne di giyaneke bêdawî de ye, lê di wan berheman de ye ku mirov li pey xwe dihêle, di wan bîranînan û şopan de ye ku di dîrokê de dimînin.

Di dawiya rêwîtiya xwe de, Gilgamêş li dîwarên mezin ên Urûkê dinihêre û bi fikreke nû fêm dike ku nemirina rastîn li wir e - li ser kelehên bilind, di nav kevirên ku bi hunerê hatine neqişandin, di bajarê ku wî ava kirine û di destana ku hatiye nivîsandin de ye. Îro, piştî hezaran salan, em hîn jî bi germî behs dikin. Loma dikare bê gotin, yê ku bi rastî sira nemirinê dîtiye, ne Utnapîştîm bû, Gilgamêş bû. Ew mir, lê çîroka wî hîn jî dijî û her carê ku em çîroka wê dixwînin an guhdar dikin, ew careke din bi me re radibe-rûdinê û dijî.

Enkîdû, karakterê sereke yê çîrokê ye, wekî “xiyanetkarê yekem” ê kurd ku di navbera mirov û xwezayê de tê dîtin û di nav civakê de tê tesfîrkirin. Ew di destpêkê de beşek ji daristan, ajal û perçayek ji xwezayê bû. Di nav ahengeke kamil de bi ajal û xwezayê re, li derveyî sînorên şaristaniyê, wekî beşek ji xwezayê ya hov û saf dijî. Lê, gava ku dikeve nav cîhana mirovan, ew ji nasnameya xwe ya ekolojîk dûr dikeve. Veguherîna wî ne tenê şaristanîbûnek e, lê di heman demê de, pişta xwe dayîna wê dinyaya ku jê hatiye. Enkîdû êdî ne hevalê ajalan e, lê dibe nêçîrvanê wan. Êdî ne parêzvanê daristanê ye, dibe alîkarê wan kesan ku dixwazin xwezayê helak bikin.

Di sefera wan a ber bi Daristana Sedîrê ve ev xiyanet bi awayekî herî zelal derdikeve holê. Gilgamêş û Enkîdû li dijî Humbaba - ji aliyê xwedayan ve wek parêzvanê pîroz ê daristanê hatiye erkdarkirin - serî hildidin. Her çiqas Humbaba di gelek şîroveyan de wekî cinawirekî were nîşandan jî, di rastiyê de ew sembola parastina ahenga xwezayê ye. Enkîdû ku berê zarokê vê xwezayê bû, niha dibe şirîkê wêrankirina wê. Ew di kuştina Humbaba de roleke sereke dilîze û Gilgamêş jî teşwîq dike. Ev bûyer ne tenê serkeftineke lehengî ye, lê trajediyeke mezin e jî.

Mirina Humbaba û wêrankirina daristanê bi bihayekî pir giran li jiyana wê serdemê vedigere. Hêrsa xwedayan li ser Enkîdû kom dibe û dibe sedema mirina wî. Bi vî awayî, destan bi zimanekî kûr û hişyar dibêje; sûcên li dijî xwezayê bê ceza namînin. Mirina Enkîdû ne tenê dawiya jiyana leheng bi xwe ye, cezayekî sembolîk e jî ji bo qutbûna mirovahiyê ji kokên xwezayî ya jîngeh û ekolojiyê.

Lê belê, di nav hemû tarîtiyê de, ronahiya herî xweş a destanê temaya hevaltiyê ye. Gilgamêş û Enkîdû destpêkê wekî dijberên hev xuya dikin, lê bi demê re dibin du canên di laşekî de ku kêmasiyên hev temam dikin. Mirina Enkîdû, Gilgamêş neçar dihêle ku cara yekem bi rastî li xwe binihêre û xwe tenê hîs bike. Di termê hevalê xwe yê li erdê de, bêguman ew dawiya xwe dibîne. Bi vî rengî, destan ji lehengiya derve vediguhere nav kûrahiya giyanî û dibe lêgerîneke nemir a li ser wateya jiyanê.

Destana Gilgamêş, piştî hezaran salan, hîn jî wekî neynikekê li ber me ye û me vedixwîne ku em li ser hevaltî, xiyanet, têkiliya mirovan a bi xwezayê re û li dermanê nemirinê bifikirin. Ew bersivên hêsan nade me, lê bi hostetî pirsên herheyî tîne ber me û bi qasî Gilgamêş û Enkîdûyên vê serdema me, Humbaba jî hîn heye û ji van pirsan re nebûne bersiv. 

Bo wê, şerê hikûmdariya li ser jiyana ekolojîk ku tevahî zindewaran digire nav xwe, bi rêya hevaltî, xiyanet û nemirinê hîn jî didome û wê heta hetayê jî bidome.